Rojnameya Ronahî

Pêngava azadiya Abdullah Ocelan

Deriya Çiya/ Qamişlo

Bi druşmeya “Ji Abdullah Ocelan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî ” ku di 10’ê Cotmehê de hatiya destpêkirin û li seranserî cîhanê belav bû ye. Bi deh hezaran kes tevlî vê kampaniyê bûn da ku bighêje armanca xwe. Pêngav xwedî giringiyeke taybete ku li cîhanê tev belavbûye û dostên gelê Kurd roj bi roj tevlîbûna wan ji kampaniyayê re zêdedibe.

Rêberê gelê kurd Ebdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de, bi komployeke navnetewî hate revandin û ji bona dewleta tirk ya qirker û faşîst hate radestkirin û xistin Girtîgeha Îmraliyê de. Ev 25 sal in di bin tecrîdê de ye. Tecrîd her ku diçe girantir dibe. 33 meh in destûr nadin ku Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

Hewldanên ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan didomin, herî dawî di 10’ê Cotmehê de  Ji bo azadiya Rêber Apo. Pêngaveke Cîhanî ya bi dirûşmeya “Azadiya Fîzîkî ji bo Rêber Ebdullah Ocelan û çareseriya siyasî ji bona pirsgirêka Kurd” hate destpêkirin. Li gorî vê yekê pêngav ji 74 navendên cîhanê dest pê kir û bi awayekî berfireh li tevahî cîhanê belav bû.

Kesên ku di vê pêngavê de beşdar bûne

Pêngavek ango çalakiyek ewqas mezin ku li 4 parzemînan de bi hezaran sazî, rewşenbîr, akademîsyen, rojnamevan, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîstên mafên mirovan, fîlozof, kesên xelata nobelê wergirtine, saziyên jin û ciwanan, rêxistinên herêmî û bi dehan kesayetên navdar tevlê bûne.

Çalakiyên pêngava azadiya fêzîkî ya Rêber Ebdullah Ocelan

Li rojava

– Di 4’ê meha Sibatê de daxwiyaniyek fermî, û bi tevlîbûna 100 endamî ji tevahî komîte, partî û saziyên jin hate lidarxistin.

– Di 3’ê Şibatê de panêlek li ser çima jiyan bê Rêbertî nabe ji milê Hîlala Zêrîn ve hat rêxistinkirin.

– Di 5’ê Sibatê heta 10’ê Sibatê  ji gund, komîn, navçe û saziyan semîner li ser armanc û wateya kombloê hate dayîn.

– Di 4’ê Sibatê de bi pêşengtiya malbatên şehêdan, panêlek li ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate dayîn.

–  Di bin silogana “Azadiya  Rêber APO Azadiya Mirovahiyê ye”. Jinan di 15’ê Sibatê de meş li tevahiya navçeyan wek; Qamışlo, Hesekê, herêma firatê , Şehba û Helebê.

–  Di 14’ê Sibatê de ragihandina kampaniya Haştag li ser tevnên civakî belav kirin.

– Şandina nameyan derbarê pêngavê de di rêya êmêl de, ji bona CPT’yê.

– li Hesekê bi armanca azadiya Rêber Apo, Kombûna Ol û Baweriyên Mezopotamiyayê civînek li Mizgefta Misebe Bin Omeyîr a li taxa Til Hecer a li bajarê Hesekê li dar xist.  Derdora 75 oldarên ji bajar û navçeyên Hesekê û endamên Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk beşdarî civînê bûn.

– Meclisa Îslama Demokratîk a kantona Qamişloyê, civînek li hola Sandîqeya Karkeran a li bajarokê Rimêlan li dar xist. Îmam û meleyên navçeyên Ceza, Girkê Legê, Çilaxa û Dêrikê di civînê de hazir bûn.

Li Bakur

Kampaniya girava birçîbûnê di hundirê zindana Turkiyê û bakurê Kurdistanê de hate destpêkirin.

Li Ewropa

Ji bona azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi meliyonan imze hatin komkirin.

Bi dehan bilatforim li bajarên Ewropî hatin lidarxistin, wek nimûne li Lozanê bilatformek hat lidarxistin ji bo him şikenandina tecrîda li ser Rêbertî, û him ji bo çareserkirina doza kurd. Li pêş perlemana Elmanî Berlîn li bajarê Kolin, Firayborg hat lidarxidtin.

Çalakî li AWÛSTRALYA, SWÎSRE, FRANSA, AWÛSTÛRYA, AMERÎKA, SWÊD, DANÎMARKA, NORWÊC, FÎNLANDIYA, QIBRIS, HOLLANDA, BELÇÎKA, YEWNANISTAN, KANADA, ÎTALYA, ÎNGILISTAN, ROMANYA û POLANYA hatin lidarxistin.

Xebatên pêngavê dê heta kengî bidome?

Ev xebatên heyî dê heta azadiya fizîkî ya Rêbertî û çareserkirina pirsgirêka kurd wê berdewam bikin. Ji ber ku armanc azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Pêngava ku hatiye destpêkirin jî pêngaveke berfireh e. Ji ber ku ev pirsgirêk tevahî bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Bi giştî mirov dikare bibêje azadiya Rêbertî azadiya tevahî gelê bindest e.

Çima gelên cîhanê xwedî li Rêber Abdullah Ocalan derdikevin?

Îro em vê yekê li Rojavayê Kurdistanê dibînin ku gelê ereb û suryan Rêber Apo wekî Rêberê xwe qebûl dikin. Ne tenê Rêberê gelê kurd e. Rêberê gelên Rojhilata Navîn e. Ew Rêberê mirovahiyê ye. Di sedsala 21’an de gelê Rojhilat ji bo xwe hêvî dibînin. Ji ber vê yekê şoreşa gelan û şoreşa jinê pêş dikeve. Gelên Rojhilat wekî Rêberê xwe qebûl dike. Rêber Apo bi riya reman, bîrdozî û felsefeya xwe ya ji bona azadiya cîhanê û mirovahiyê bû malê her kesî û ji bona vê yekê îro cîhan tev Rêber Apo dixwîne û ji bona azadiya wî li ser piya ye.