Rojnameya Ronahî

Êriş nîşaneya serketina paradîgmaya şoreşê ye

Idrîs Henan

Di çarçoveya teslîmgirtina vîna gelê Kurd de, êrîşên koordînekirî bi ser herêmê ve tên. Aliyekî dorpêç, birçîkirin û bi zorê derbiderkirin, aliyekî jî bi balefir û tangan êrişkirin hene. Siyasetên hemwext ên dagirkerên Kurdistanê di dewrê de ne. Çendîn dijatiya wan mezin dibe jî, dev ji siyasetên dijminatiya ji daxwazên gelan re bernadin. Mesele; rejîma Şamê çiqas tengezar dibe jî, hewl nade têbigihêje ku ancax xilasî di itîfaqa bi gelan re be.

Beriya çend rojan daxuyaniyek rayedarên rejîma faşîst a Tirkiyê hebû ku digot; “em ê zêde li bendê nemînin ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi desteke Amerîka, bibe herêmek dijfirînê”. Paralelî bilindkirina gelê Kurd ji têkoşîna azadî û demokrasiyê re, faşîzma Tirk bi koordîneya bi dagirkerên beşên dîtir ên Kurdistanê re êrişî saziyên xizmetê, pîşesazî, aborî, tendirustî û civaka sivîl dike. Tabî ev êriş li ber çavên cîhanê rû didin. Ango; di çarçoveya lihevkirinek global de êriş hene. Ne wisa be, mirov çawa dikare bêdengiya heyî binirxîne? Wê çaxê cîhan jî ewlekariya civaka navdewletî bi awayekî gelek xirap û bê sinc, rûbirûyî gefeke mezin a berbelavbûna terorê dihêle û bi tiliyên xwe maska rûyê Erdogan û rejîma wî ya faşîst li hewa dihêle.

Erdoganê ku rondikên sûsmaran li ser Xezayê dibarîne, li ber rûyê her kesî, bê perwa, êrişî destketiyên gelan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.Diyare pêşketinên demokratîk ên rojane li Herêma Bakur û Rohilatê Sûriyê; ragihandina itîfaqa gelan a Hevpeymana Civakî, kombûna di Kongreya MSD de, serketina Kurdan li Kerkûkê, naskirina vîna Rêveberiya Xweser a Şengalê û serketina nûnerê wê di hilbijartinên Meclîsên xwecihî yên Îraqê de, çalakiyên şoreşgerî yên Gerîlayên Kurdistanê, berxwedana zîndanan û bibinketina ezbenî û kurtêlxwarên dagirkeriyê; terazûyeke hêzê ya tirsinak di dilê wî de daye avakirin. Civaka Tirkiyê baş pê hesiya ku ewqas sal in bi serdestiyeke bêbext, derewker, dizek û xapînok re jiyan dike. Raeksyona malbatên leşkerên li çiyayên Kurdistanê li ser destê Gerîlayên azadiyê hatine kuştin a li dijî kesayeta Erdogan baş wê têgihaştina civakî raber dike. Darbên giran ên li Xakurkê, Metîna û Zapê baş tivî dikin ku mirada faşîzma Tirk nehatiye cih. Bi gotinek din; diyar bû ku her tişta ji civakê re digot, derewên mezin ên bê kok in. Îcar hewl dide van binketin û têkçûnên xwe bi komkujiyan binixumîne. Ji xwe çi analîz û lêkolînên derveyî odeyên şerê taybet derketine, piştrast dikin ku artêşa Tirk di şerê xwe ya li hemberî vîna Gerîlayên azadiyê de bi bin ketiye. Ev jî rastiyek beloq li holê ye. Ne tenê ew; lê belê hemû ezbenî, kurtêlxwar û tevkarên wê jî bi bin ketine. Ji PDK’ê bigire û heya çeteyên li herêmên dagirkirî yên Bakur û rojhilatê Sûriyê were. Hemû jî bi bin ketine.

Dewleta faşîst a Tirkiyê vê rastiyê baş hîs dike û bi şêwazê êriş û gefan hewl dide binketina xwe ya dîrokî binixumîne. Lewre jî; êrişî binesaziya civakî dike û bi cîhana berjewendîperest re li hev dike. Dizane jî ku pozisyona xwe ya siyasî li dunyayê wenda kiriye. Yanê; weke rojên Sofyetan û bi bangeşeyên qaşo Duyemîn Artêşa NATO yê ye, êdî ew hemû badilhewa çûn û prestîja xwe li çiyayên Kurdistanê bi erdê ve dûz bûye. Hêzên xwedî berjewendî jî “Rûsya, DYE, Îran, Şam” ta ku îradeya gelan li Bakur û Rojilatê Sûriyê teslîm bigirin û projeya wan a pala xwe daye paradîgmaya Rêber APO ya Netewa Demokratîk, têk bibin, çavan li ser kiryar û sûcên faşîzmê dadimirînin. Berovajî wê yekê, faşîzmê li dijî vîna yekgirtî ya gelan gur û har dikin. Lew re; êrîşên hovane nayê wê manê ku dê ev şoreş bi bin keve, berjovajî wê yekê dide isbat kirin, ku ev şoreş êdî bi ser dikeve û li tevayî Sûriyê û Cîhanê tovên wê hişîn dibin.