Rojnameya Ronahî

’Em ê her derê vegherînin qada berxwedanê’

Çalakiya gireva birçîbûnê ku girtiyên azadiyê yên di girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de di çarçoveya pêngava cîhanî ya bi dirûşmeya  “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dane destpêkirin, di roja 35’an de didome. Berxwedêrên zindanan bang gelê kurd kirin ku her derê vegherînin qada berxwedanê

Li 104 girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji 27’ê Mijdarê ve girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêkê Kurd re çareseriya siyasî’ de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirine, çalakiya wan di roja 35’an de didome.

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Rihayê ku ew jî ketine greva birçîbûnê, têkildarî çalakiya xwe nameyek şandin. Girtiyan, diyar kirin ku di qonaxeke dîrokî de ne û wiha gotin:“Pergala zilmê ya li ser qirkirina gelan hatiye avakirin 100 sal li pey xwe hişt. 100 sal berê dema împaratorî hilweşiyayî, derfetên azadiyê ji bo gelan çêbûn lê hinek jê weke qurbanî hatin hilbijartin û rû bi rûyêrastî qirkirinê bûn.”

Dixwazin şermê bidawî bikin

Girtiyan destnîşan kir ku Hasan Hayrî ji bo parlamenteriyê li Qoçgiriyê xiyanet kir û got:“Ji ber ku bi cil û bergên Kurdî çû Meclisê, hate bidarvekirin. Berxwedana Şêx Seîd, Xoybûn û Dêrsimê ku qirkirin ferq kiribûn û pêş ketibûn, mixabin nekarîn herka dîrokê biguherînin. Ji ber ku ji bo têkoşîna azadiyê ya hevpar dereng mabûn. Lê belê mîrateyeke bêmînak ji peyrewên xwe re hiştin. Rêber Apo û hevalên wî ji vê pergala zilmê re gotin ‘bisekine’ û ji gelekî ku hebûna xwe ji bîr kiribû egîd afirandin. Ji ber vê yekê ye ku kurdayetiya ku ji xwe şerm dikir îro bû çavkaniya serfiraziyê. Rêber Apo, ji bo ku jinên kurd, ciwan û gelên din careke din neyên qirkirin, kaniya ronakbiriyê afirandin. Ji bo ku Kurdistana veguherandibûn goristana gelan dîsa bikin bihûşta gelan, bingeh ava kirin. Divê di serî de were zanîn ku heke me ciwan, jin, gel û hemû mirovahiyê nekarîbe rêberê serdemê ji pergala qirkirinê derxînin, ev ji bo me cihê şermê ye. Weke rêhevalên we yên li zindanê, ji bo ku em vê şermê bi dawî bikin û azadiya gelê xwe û rêberê xwe pêk bînin, ji bo piştevaniya bi têkoşîna hatiye destpêkirin me dest bi greva birçîbûnê kir.

Di vê çarçoveyê de banga me ji bo tevahiya gelê me ew e ku vê têkoşînê li her qadê mezin bikin, dengê me li herderê belav bikin û kolan û bajaran veguherînin qadên berxwedanê. Hêvî em in, hêz em in, zilm çiqas hovane dibe bila bibe efendiyên dil û ruhê xwe em in.”