Wednesday, May 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Silav li sala 2024’an

31/12/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
1 Mijdarê, Kobanê ket rojeva Cîhanê
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Em ê ji sala 2023’an xatir bixwazin û silavê li sala 2024’an bikin!

Lê divê em jibîr nekin ku em di salek dijwar re derbas bûn û bi heman mercên dijwar em derbasî sala nû dibin.

Belê gerîlayên gelê Kurdistanê, bi çalakiyên xwe yên dawiya 2023’an, têkoşîna vê salê tacîdar kirin û serdemek nû ya şoreşgerî dan despêkirin.

Di cîhanê de, mirov dikare behsa çend bûyerên giring ên vê salê wisa bike:

Şerê Ukraynayê, her çendîn ne mîna sala despêkê be jî, her dewam dike. Lê wxuya dibe ku aligirên vî şerî, ne serkeftîne.

Dibe ji ber encamnegirtina şerê Ukraynayê, şerê Israil û Hemasê hat despêkirin! Ev şer, di sala 2024’an de jî dewam dike.

Ev şer ji projeyên şerê cîhanê ya 3’an ên her du eniyên hegemonên cîhanê ne cûda ne. Yek eniya di pêşengiya DYE’yê û Ewrûpayê de, ya duda di pêşengiya Rûsya û Çînê de ye.

Di vê çarçovê de, ka em bala xwe bidin rewşa dewletên dagirker û Kurdistanê.

Irak û Sûriye, ji mêjve di bin gef û êrîşên dewleta tirk de bûn û di sala 2023’an de zêdetir bûn.

Bêgûman êrîşên giran li ser Başûr û Rojava bûn, di dawiya salê de êrîş dijwartir bûn.

Iraq, nêvînêvî di bin bandora DYE’yê û Îranê de ye.

Sûriye jî, nêvînêvî di bin bandora Rûsyayê û Îranê de ye.

Bêgûman êrîşên dewleta tirk, ne bêyî destûra dewletên hegemone! Bi taybetî jî li dijî Tevgêra Azadiya Gelê Kurdistanê, berjewenedên hegemonan dikarin bibin yek.

Mînaka li ber çavan: Dagirkirina Efrînê bi destûra Rûsyayê, dagirkirina Serêkaniyê û Girêspî jî bi destûra DYE’yê pêkhat.

Êrîşên ser Başûr ên Qadên Parastina Medyayê, Mexmûrê, Şingalê û hwd.jî bi destûra DYE’yê ye.

Hilbet li dijî van êrîşên ewqas piralî, berxwedana ji vê qiyasê mezintir û bi îradeya ji pola ya gelê Kurdistanê û dostê wê jî, di 2023’an de di meriyetê de bû.

Pêşengê vê berxwedanê gerilayên azadiya gelê Kurdistanê, bi çalakiyên dawiya vê salê, hinerên xwe yên nûjen ên serdema nuh, raxist ber çavê rayagiştî cîhanê!

Hilbet kevneperestiya herêmî û cîhanî, çavkaniya vî ruh û raman û îradeya ewqas bilind a berxwedêr, nasdikin ku İmraliyê ye!

Lewma, 25 sal e li ser Rêber Apo, polîtîka û kiryarên ewqas dijminkarane ku li ti deverê cîhanê mînakên wê nîne, didin meşandin.

Nêzî 3 salane tecrîd girantir kirine, yekcar agahî jê nîne;  jiyana wî û her 3 hevalên wî di xeterê de ye!

Her alî bi vê rastiyê hesyane; ku mejî û dilê Rêber Apo, gerîla, gelê Kurdistanê û Tevgêra wê bûne yek, dostên navneteweyî jî zêdetir dibin, êdî ti hêz nikare wan ji hevdu dûr bixin.

Di dawiya vê salê de, bi vê çalakiya qehremanê ya gerîla ve, careke din ev rastî/heqîqet hat dîtin.

Wisa diyar dibe ku di 2024’an de, bi vê rastiyê kombûna li dor Rêberiyê xurtir dibe, serkeftin û jiyana hevpar a azad jî nêztir dibe!

Bi dirûşma “Ji Rêber Apo Re Azadi, Ji Pirsgrêka Kurd Re Çareserî û Jin Jiyan Azadî”,  Silav li te 2024!

Post Views: 100
ShareTweetPin

Herî Dawî

Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir
CIVAK Û JIYAN

Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir

21/05/2025
XETERIYA DAIŞ’Ê Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ WÊ
HAJMARA PDF

XETERIYA DAIŞ’Ê Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ WÊ

21/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

21/05/2025
Pêşengê romana Kurdî; romannivîs Erebê Şemo
ÇAND Û HUNER

Pêşengê romana Kurdî; romannivîs Erebê Şemo

21/05/2025
Zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e
ÇAND Û HUNER

Zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e

21/05/2025
Ji çiraxên hunera kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên hunera kurdî

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.