Monday, June 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dagirkeriya Tirk bi êrîşên xwe xwest careke din xwe îsbat bike

31/12/2023
in Uncategorized
A A
Dagirkeriya Tirk bi êrîşên xwe xwest careke din xwe îsbat bike
Share on FacebookShare on Twitter

Bêguman di demên beriya niha de dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser qadên parestina mediyayê de xwest di hin mijaran de xwe îsbat bike, û bide diyar kirin ku çiqasî hêzeke mezin e. Lê ev hemû ne rast derket, Erdogan bi çeteyên xwe ve heye û li ser vî bingihî cihanê bi wan dide tehdîdkirin. Yanî dikare bê gotin ku ji sala 1983’an û vir ve ev qad di bin bandora hêzên gerîlayên azadiyê de ne û ji wan salan û vir ve her dem li ser vê erdnîgariyê êrîşên dewleta Tirk ên bejayî û hewayî tên kirin, lê heta îro jî bi ser neketine.  Ev çil sal in êrîş li ser qadên gerîlayên azadiyê çêdibin. Di salên destpêkê de bi topên hawan û helîkopterên şer êrîş dikirin, piştre topên obus ên menzîldirêj anîn, piştre helîkopterên kobra û balefirên F16 anîn, niha jî balefirên bêçek bi kar tînin. Her roja tê teknîka xwe û kujêriya xwe bilindtir û xurtir dikin, lê tevî vê jî nagihêjin armanca xwe û nikarin ji wê erdnîgariyê gerîla dûr bixin.

Her weha dikare bê gotin ku dewleta Tirk êdî hatiye li ber asta têkşikestinê ku lewma ewqas êrîşî Qada Parastinê ya Medya, Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike. Bi taybet ji bo ku xwe li ser piyan bigire, bi desteka hêzên noker ên mîna PDK’ê, li dijî Tevgera Azadiyê dixwaze Başûrê Kurdistan carek din dagir bike. Lewma rojane êrîşên xwe li ser herêmê zêde dike û bi destê nokeran dixwaze armanca xwe bi ser bixe. Ger merov li dîrokê bi rengekî rast binêre îxaneta ku bi Enkîdoyan re destpê dike, heya roja me ya îro di şexsê Barzaniyan de mirov bi hêsan dikare bibîne. Serkêşiya vê xiyaneta dîrokî, bi rihetî mirov dikare bêje PDK’e dikişîne. Ji ber ku tê dîtin Barzanî bi hemû hêzên xwe ên şerê taybet, bi Tirkiyê re li dijî destkeftiyên gele Kurd di nava her cure hevkariyê de ye. Bi vê ve jî namîne; heta ew gelê me yê ku ji ber şerê li Sûriyê koçberî Başûrê Kurdistanê bûne, wan ciwanên Kurd bi taybetî li beramberî Tevgera Azadiyê perwerde dike da ku pê bide şerkirin. Bi demê re hate dîtin ku di bin navê Pêşmergên Roj de û di bin siya PDK’ê de, li herêmen ku hezên gerîla lê hene xwe bi cî dikin û bi awayekî bêbex û veşartî şer dikin. Mîna xiyaneta salên 1992 û heya 1997’an dixwaze heman awayê xwe têxe bin cengê dewleta dagirker. Ya din jî, jixwe armanca Berzanî ew e ku li Başûr Kurdistanê nakokiyekî bixe li nava gelê Kurd û gelen herêmê. Lê belê êdî gelê herêmê vê xiyaneta wan û dîktatoriya Barzaniyan qebûl neke, heta li dijî wê di kêysa ewilî de wê rûxîne erdê. Lewra êdî eşkereye ku ti helwestên wan li beramberî dagirkerên axa Kurdistanê nemaye. Tam berovajîyê wê xwe radestî neyarê gelê Kurd kirine. Ji bo destkeftî û berjewendiyên gelê Kurd êdî bûne xeteriyeke herî metirsîdar.

Di van rojên derbasbûyî de dewleta Tirk careke din êrîşî herêmeke pir mezin kir, ku ermanc ew bû careke din gelê me bê îrade ragire. Lê sekin û helwesta gelê me careke din îsbat kir ku dewleta Tir çiqasî êrîş bike wê nikare îradeya gelê me têk bibe. Ji xwe ji ber ku tê dîtin dewleta Tirk ku dinavê de Erdogan şerê ku li hrêma Parestina Mediyayê de diqewime nikare encam bigre, ji bona wê ye ku bi giranî êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike. Bi kortasî rewşa ku niha diqewime bi yek hevokê mirov dikare rave bike. Tişta dewleta tirk li hember gelê Rojava dike tolhildan e. Ji ber ku nikare li hemberî îradeya gerîlayan bi ser bikeve, êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike.

Post Views: 45
ShareTweetPin

Herî Dawî

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E
HAJMARA PDF

XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.