Monday, June 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gazind û belengazî ji dijmin re nabe bersiv!

31/12/2023
in Uncategorized
A A
Gazind û belengazî ji dijmin re nabe bersiv!
Share on FacebookShare on Twitter

 Volqan Elî

 Ji beriya pênc-şeş salan dagirkeriya Tirk hem li ser Rojava û hem jî li ser Herêmên Parstinê yên Medyayê êrîşên xwe zêde kirin. Bi taybetî li herêmên wekî Xakûrkê, Heftanîn, Metîna, Zap û Avaşînê tevgereke mezin a dagirkeriyê bi pêş xist. Lê piştî demekê fêm kir ku xiyaneta PDK’ê û bermahiyên ku ji DAIŞ’ê dane hev û birine serê wan çiyan, nikare xwe li çiyan ragire. Heta vê derê her tişt tê fêmkirin; asayî ye. PDK’ê xiyanet kir, beşeke Kurdistana pîroz pêşkêşî Tirkên dagirker kir; gerîla li ber xwe da. Gurên boz ên Faşîstê Behçelî û Erdogan êrîş kirin; gerîla bi fedekariyeke mezin li ber xwe da. Ev, ne berxwedaneke ji rêzê bû; dîrokî ye. Lê ev jî asayî bû. dijminê gelan êrîş dike; Hêzên Parastina  gelan jî li ber xwe dide. Ev jî tê fêmê; asayî ye.

Di vir de tiştê eceb, ev e: her ku dagirkerî li Başurê Kurdistanê tengav bû yan jî ji Hêzên Parastina Gel derb xwar êrîşê Rojava, yanî Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê kir. Par, pêrar,… dîsa hin caran jî bi bahaneyên bê mane êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, û dike jî. Hin caran êrîşên xwe gihandin asta herî mezin. Ji derveyê vê erîşên dagirkeriya Tirk her bê navber berdewam dikin.

Di serî de QSD,  YPG û YPJ û HRE dem bi dem bersiva hêzên dagirker da û dide. Di vê mijarê de tiştekî neyê fêmkirin tine ye. Lê belê xuya dike, ev, ji bo parastina gel têrê nake. Her roj li ser Şehbayê, Kobanê, Minbic… bi tang, top û balafirên bi mirov û bê mirov êrîş hene. Jixwe wekî me got, di astekê de berxwedana gel û hêzên parastinê jî heye. Dijminê dagirker, êrîşên xwe di sînorekî bi sedan kîlo metre dirêj de berbelav kiriye. Nabêje, ev kargeh e, ev cihê însanên sivîl e, ev xwendevan in, ev mizgeft e û hwd. dide ber top û balafiran.

Niha, dijmin ji xwe re her tiştê di tevgerê de yan jî sekinî, yê li vî milê sînor kiriye hedef, lê dide. Em nabêjin, em jî wekî Îsraîl û Hamasê hema bidin nav. Na! Şerê me yê azadî û rizgariyê ti car bi hişmendiyeke wisa nemeşiyaye! Eger wisa bûya welatparêzeke/î li Tirkiye û Bakur jiyandikir a/ê fedayî dikarîbû bi çend kîlo jahr biavêje depoyekîi avê taxên bajarekî wekî Stenbol-Enqere û hwd. bi hezan kesî bikuje (?) em vê rêbazê ji binî de nelet dikin! Ya ku em dibêjin ne ev. Ev ne parastina rewa ye! Dibe ku feraseta Hamas û Îsraîlê ya parastina rewa wisa be. Lê ya me ne wisa ye. Em dibêjin çawa ku armanc û hedefa me paqij e; divê rêbaza ku em ê bi kar bînin jî pak û paqij be. Mînak, bi sedan hedefên dijmin (wekî qerol, avahiyên sabit ên hêzên leşkerî) hema li ber lêvê sînor in. Bêyî ku teknîkên pir mezin hebe, yan jî kesek bi ser de here ev dikarin werin îmhakirin. Niha civak vê meraq dike, hêzên me yên leşkerî ew ê kengî vê mafê bi kar bînîn?

Tiştekî din jî balê dikişîne; hêza gel a parastina rewa pir mezin e (dixwaze bila leşkerî be yan jî medenî be) em wekî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê hêzê têra xwe naxin dewreyê. Dijmin rojane êrîş dike, binesazî û her tiştî dide ber xwe, lê dide û îmha dike. Hin caran êrîşa li Enqerê ya du fedayiyên Tabûra Nemiran dike bahane; cara dawî gerîla ji bo ku erdên Başûr biparêze di binê berf û sir û seqama çiyayên asê de gurzê mirinê li Zaxrosan li dijminê xwînxwar da (19-20 Kanûnê); ew jî tê kerba serê xwe ji Rojava derdixe. Ji ber vê yekê çi hêzên leşkerî, çi civakî dibe her kes xwediyê wê mafê ye ku li dagirkeriya Tirk bide û li ber xwe bide. Ji ber ku hêzên leşkerî di karê parastinê de pispor in di vê mijarê de serkêşî jî wezîfeya vê hêzê (ji QSD heta bi HRE’yê) ye.

Eger fikra me ew be ku “dijmin mezin e, hêza wî pir zêde ye û em dengê xwe zêde dernexin belkî êrîşên xwe sivik bike. Dibe ku gerîla derbeyên mezin lê dabin, pir êşiyabe ew ê ji bîr bike.” Dijmin ti carê ji bîr nake, ew ê hewl bide ku heyfa xwe ji pitika di dergûşê de ye bistîne. Nabe, nabê, lê eger karibe gerîla tasfiye bike, taştiya wî Rojava ye; xiyaneta mala Barzanî jî heta bi paşîjva xwe destûrê didê û paşê bi hemû çilekiya xwe wî jî dadiqurtîne. Ji beriya ku ev rewş bi serê me de were, em wekî hêza leşkerî û civakî bi wezîfaya xwe rabin! Naxwe, gazind û belengazî ji dijmin re nabe bersiv!

Post Views: 42
ShareTweetPin

Herî Dawî

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E
HAJMARA PDF

XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.