Wednesday, May 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rojeva azadiyê nayê guhertin

31/12/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Zozan Cizîrî

 Dewleta Tirk a dagirker a li hemberî çalakiyên serkeftî yên gerîlayên azadiya Kurdistanê derbên giran xwarî, ji bo nehêle taybet gelê Kurd bi vê serkeftina keç û xortên xwe yên leheng kêfxweş bibe, wekî her car vê carê jî berê xwe da xelkên sivîl ên Rojavayê Kurdistanê. Lewre bi rojane bêy ku bibêje ev jin e, zarok e, ciwan e, extiyar e êrîşî her dever û kargeheke medenî dike. Di van êrîşên dewleta Tirk a dagirker û xwînmij de gelek însanên me yên welatparêz û kedkar şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn. Şehadet û birîndariya her însanekê/î bêguman her keseke/î xwedî şeref û keramet ji dil diêşîne. Li cihê ku xwîn biherike, mirov nikare li hemberî hêsrên dayîk û bavan, xuşk, bira û zarokan bêxem bimîne. Encex xusûsek heye ku, vê êş û xemê difetilîne wateyê û nirxê wê bilind dike; ew jî Felsefeya Jiyana Azad û Birûmet a Rêber APO ye ku, doza mafdar a azadiya gelên bindest nûjen kiriye. Taybet gelên Rojavayê Kurdistanê bi dehan sal in bi hesreta azadî û demokrasiyê dijîn. Ji bo vê Şoreşa 19’ê Tîrmehê sala 2012’ê bi girseyî û kêfxweşî lidar xistin. Îro vê pêla şoreşê hêz û zanebûnek mezin di nava gel de pêş xistiye.

Rastiyeke jiyanê heye ku, her însanek dema tê dunyayê, li dawiya xwe mirin heye. Di vir de ya girîng, şêwazê mirinê ye. Însan heye di nav wextê jêre hatî veqetandin de bi tirsonekî jiyana xwe didomîne, taliyê di nav lihêfên germ û nerm de bi sernizmî çavên xwe li jiyanê digire. Însan heye jî tenê ji bo mal û mulk kom bike bêhesab dixebite, lê dawiyê çavbirçî û bê sermaye ji vê cîhanê koç dike. Wekî van gelek rengên jiyana însan hene ku, ew ji mirov re dibe nav-nîşan û sermaye. Lê kesên di mekanê şoreşê de li ser karên civakî, hem jî di encama topbaran û êrîşên zalim û zilmkaran de jiyana xwe ji dest didin, ew dibin nirxên nemir ên civaka xwe, dibin rûmet û serfiraziya gelê xwe. Van şehadetan îro mekanê şoreşê Rojavayê Kurdistanê pîroztir kirin. Ji bo wê rast e, wek gel êş û xemên me pir in, lê hêrs û biryara xwedî derketina li vî mekanê bi xwîna hezaran şehîdan pîroz bûyî, mezintir bûye. Li ser vê bingehê şehadeta Rîhanan, Yûsrayan, Şervînan, Bêrîvanan di nava sala 2023’yan de doza azadiya jin bêhtir kemilandin, rojeva azadiya civakê xurtir kirin.

Di vê wateyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker û xwînxwar li ser gelên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi felsefeya jiyana azad û demokratîk şiyar bûyîn, encama armanc kirî qet nagire, berevajî van êrîşan bêhtir eşkere kir ku, dewleta zalim û qirker çiqas sefîl û rezîl e. Bi van êrîşan dunya-alem zanî ka vê dewleta dagirker çiqas derbek giran ji destê keç û xortên leheng ên gerîlayên azadiya Kurdistanê jî xwariye. Lewre hezar silav ji bo wan dest û tiliyên di nav berf û seqema çilê zivistanê de li hemberî dagirker û xwînmijên welatê me pêl tetikê dikin, dîwarê tirs û bêçaretiyê hildiweşînin û hêviya azadiya gelan mezintir dikin!

Post Views: 38
ShareTweetPin

Herî Dawî

Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir
CIVAK Û JIYAN

Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir

21/05/2025
XETERIYA DAIŞ’Ê Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ WÊ
HAJMARA PDF

XETERIYA DAIŞ’Ê Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ WÊ

21/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

21/05/2025
Pêşengê romana Kurdî; romannivîs Erebê Şemo
ÇAND Û HUNER

Pêşengê romana Kurdî; romannivîs Erebê Şemo

21/05/2025
Zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e
ÇAND Û HUNER

Zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e

21/05/2025
Ji çiraxên hunera kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên hunera kurdî

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.