Monday, June 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jina Kurd a rewşenbîr û şoreşger: Exterî Reşol

31/12/2023
in Uncategorized
A A
Jina Kurd a rewşenbîr û şoreşger: Exterî Reşol
Share on FacebookShare on Twitter

Îro 67 sal bi ser şehîdbûna jina şoreşger Exterî Reşol re derbaz dibe. Di rojekê weke îro de yek ji jinên çalak û şoreşgerên bajarê Silêmaniyê, Exter Reşol di dema xwepêşandana û pêşwazîkirina cenazeyê Şêx Mehmûd Berzencî de li ber Saraya Silêmaniyê di êrîşa polîsan de şehîd bû.

Di dîroka Gelê Kurd de, bi sedan jinên şoreşger mohra xwe li dîrokê dane. Jinên şoreşger di hişyarkirin û pêşxistina civakê de xwedî roleke bi bandor bûn. Yek ji wan jinan jî Exterî Reşole.

Exterî Reşol kiye?

Îro 67’e mîn salvegera şahadeta Exterî Reşole. Ew yek ji çalakvan û şoreşgerên bajarê Silêmaniyê bû ku di dema pêşwazîkirina cenazeyê Şêx Mehmûd Hefîd de di rêzên pêş de cihê xwe girt. Lê wê demê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin gulebaran kirin û Exterî Reşol di gulebaranê de şehîd bû.

Exterî Reşol di sala 1929’an de li Silêmaniyê ji dayîk bû ye û keça Salih e. Hevjîna stranbêjê Silêmaniyê yê naskirî Reşol Ebdullah bû. Zarokên wan nebû. Yek ji jinên Silêmaniyê ya xwedî paye û çalakvanek Silêmaniyê bû. Exterî û Reşol hevrêyên binemala Şêx Mehmûd Hefîd û Hepsexan Neqîb bû. Di navbera wan de hatin û çûn hebû. Exterî timî li pey azadiyê bû û li qada siyaset û şoreşgerî de xebat dikir. Weke jinek şoreşger ji xebatê qut nebûye û timî tevlî çalakiyên wê demê dibû.

Exterî xwendewar bû û yek ji jinên bihêz a Silêmaniyê bû. Xwedî cihetî taybet a civakî bû. Ji ber vê yekê hevrê û dostê Hepsaxan Heqîb û Zekiye Baban bû. Di çareserkirina pirsgirêkên wê demê yên civakî de roleke berçav hebû.

Di 9’ê Cotmeha 1956’an de Şêx Mehmûd Hefîd ji ber nexweşiyê koça dawî kir. Cenazeyê wî vegerandin bajarê Silêmaniyê. Di 11’ê Cotmeha 1956’an de li ber Saraya Silêmaniyê di dema pêşwazîkirina cenazeyê wî de, kesên cenazeyê Şêx Mehmûd pêşwazî dikirin û raperîna xelkê têkel bû. Ji ber vê yekê di navbera xelk û polîsan de alozî çêbû. Lewma polîs xwepêşanderan gulebaran dike. Di encamê de Exterî Reşol li ber Saraya Silêmaniyê di temenê 27 salî de şehîd bû. Ji ber gulebaranê kesek din jî şehîd bû û nêzî 50 kesan jî birîndar bûn.

Her çiqas di pirtûk û bîranînan de li ser Exterî gelek agahî nînin, lê ji bo bîranîna wê û zindîhiştina navê vê jina şoreşger ji aliyê peykersaz Çêner Nizar ve peykerek jî hate çêkirin. Li ber deriyê Saraya Silêmaniyê û cihê lê şehîd bûyî hatiye danîn. Di roja 24’ê Tîrmeha 2019’an de perde li ser peyker hate rakirin.

Çavkanî: Pirtûka ‘Jinên Navdar ên Kurd’ ya mamosteyê fakûlteya dîrok û zanistên mirovî ya zanîngeha Silêmanî Ebdulixalid Sabîr.

Post Views: 130
ShareTweetPin

Herî Dawî

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E
HAJMARA PDF

XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.