Rojnameya Ronahî

Di 2023‘an de Jinan di qada aborî de roleke girîng listin

 Birûc Resûl/Qamişlo

Bi Şoreşa Rojava re jin careke din bûne xwedî statuyeke aborî û afrînerên jiyanê. Berdevke Aboriya Jin Gulê Murad diyar kir ku di sala 2023’an de  têkoşîna jinê di hemû qadan de berdewam kir û bi taybet di qada aborî de roleke girîng lîst.

Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê jinên ku şoreşa xwe lidar xistin û di hemû qadan de pêşengiyê dikin, di bin sîwana Kongra Star de ji bo civakek exlaqî û polîtîk jî xwedî xebatên giranbuha ne. Yek ji wan xebatan jî xebatên aborî ye. Kongra Star ji bo ku aboriyeke komînal di nava civakê de biafirîne di sala 2015’an de xwe bi rexistin kir. Ji sala 2015’an heta 2023’yan gelek plan û projeyan bi peş xist.

 Derbarê kar û xebatên Aboriya Jin yên salekê, berdevka Aboriya Jin a bakur û rojhilatê Suriyê Gulê Murad ji rojnemeya me re axivî.

Gulê Murad di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser avabûna beşa aboriya jin û girîngiya wê û wiha got: “Kongra Star di bin sîwana şoreşa jinan de xwedî li tevahî ferdên civakê derdikeve. Wek aborî jî beşekî girîng digre dest, di heman demê de aboriya civakê bi destên jinan tê afirandin, ji ber ve jî jin ji bo ku xwedî li keda xwe derkevin me beşa xwe di sala 2015’an de di bin sîwana Kongra Star de birexistin kir. Ji sala 2015’an heta sala 2023’yan bi pêşengiya jinan li bakur û rojhilatê Sûriyeyê gelek projeyên girîng hatin avakirin. Her wiha me girîngiyeke mezin da projeyên koperatîfan, ji ber ku kopertîf karên hevbeş ên civakê ne. Di destpêka kar û xebatên me yê aborî de, me bi çandiniyê dest pê kir û bi berhemên wê me dest bi projeyan kir. Her wiha pirojeeyên me cur bi cur in, hin ji wan biçûkin hin ji wan jî mezinin lê piraniya xwe koparatîfin ji berk û di koparatîfan her kes cihê xwe tê de digre e.”

Koperatîf

Gulê bal kişand li ser giringiya koparatîfan ji mirov û civakê re û wiha got: “Civakên komînal an jî wek ku tê zanîn koperatîf roleke sereke di pêşxistina aboriyê de heye, ji ber ku ew ruhê civaka hevkar û yekkirina têkiliyên civakî yên ku ji ber rejîmên serdest hatine qutkirin derdixe pêş. Bi van komeleyên koperatîfan derfetên nû yên jiyanê, bi hêzkirinê hatin dîtin. Rola jinê di warê aborî de û xweparastina wê bêyî ku alîkariyê ji kesî bixwaze, ji bilî xurtkirinê. Têkiliyên jinan di civakê de. Lewma di projeyên xwe de bi giranî xwe dispêrin komeleyên çandinî, pêşesazî, dirûtxane, her wiha pirojeyên me yên firinên nan jî hene. Li her herêmekî li gorî pêwîstiyan em pirojeyan pêk tînin, di heman demê de bingiha koparatîfan komîn in,di riya komînan re em sardana malan dikin û rewşa her malbatekî jî em nas dikin, bi taybet malbatên şehîdan di xêza yekem de ne. Ji bo jin û dayikê şehîdan derfetên kar peyde dikin. Ji bilî va pirojeyan jî, perwerde û civîn ji bo jinan tên çêkirin. Di nav hemû koperatîfan de hejmara jinên ku cihê xwe digirin, digihêje 2 hezar jinan. Dema ku em ji bo avakirina komeleyeke nû lez dikin, di destpêkê de di nava komînan de civînan li dar dixin, pergala koperatîfan û girîngiya wê didin nasîn û li nêrînên gel guhdarî dikin. Pêwîstiyên komînê û her projeyek ku li gorî wê komînê be, her komeleyek meclîsa xwe heye, meclîs ji 5 endaman pêk tê û her endamek li gorî karê xwe tevdiger e û tensiq di navbera me û komîteya giştî de heye.”

Piroje

Gulê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser projeyên  çandiniyê û wiha got: “Di serdema neolîtîkê de jinan çandinî dikirin û ji hev re gelek giya û sebze keşf dikirin. Beşeke mezin û girîng a projeyên me yên çandiniyê ye û em xwedî gelek cihan in. Projeya me ya xwedîkirina dewaran li TirbeSabiyê ya kantona Qamişlo ye. Projeyek me heye ku nêzî 1000 dewarî hene. Her wiha Komîteya Aboriya Jin li bakur û rojhilatê Sûriyê, 9 nanpêjên me hene.  Projeyek ji bo nanê sêlê û nanê tenûrê jî heye. Ji bilî van projeyên biçûk û kooperatîfan, projeyên me yên mezin ên wekî kargehan jî hene. Li kantona  Şehbayê li bajarê Dêra Zorê kargeha ava paqij û kargeha turikan, her wiha çend dikanên me yên xwarinê hene, xwaringehek li Sêmalka ya ser bi bajarê Dêrikê jî heye. Şîrîngeha Lara li navçeya Amûdê jî heye. Di heman demê de hijmarek baş ji daran li Reqa, Tebqa, Minbic nêzî 7 hezar darê zeytûna hene. Me dixwest ku hijmara daran li herêma Cizîrê zêde bikin û nêzî 4 hezar darên fêkî hatin çandin. Çandinî par û rûbera herî mezin di aboriya jinan de digre, ji ber ku rûbera zevî digihêje 45 hezar donim, em li wan erdan gelek diçînin, cureyên ku têne çandin  genim, ceh, nok, nîsk û hwd…,  em her cure sebzeyan diçînin da ku pêdiviyên gel peyda bikin, ji bo lîsteya projeyên jin, projeya Jiyan ku beriya 2 salan li Dêrikê hat avakirin, projeya Demsal li bajarê Tirbesabiyê beriya 8 salan hat avakirin, pirojeya Digurê beriya salekê hat avakirin, projeya Şefqa û Xezna ya sebzeyan. Herwiha projeya bendavê li bajarê Hesekê û gelek komele li Şehba, Kobanî û herêmên rizgarkirî hatine avakirin.”

‘Feydeya herî mezin ji bo jinê ew bi xwe ye’

Gulê Murad wiha axaftina xwe berdewam kir û got: “Dibe ku li hinek cihan em ne xwediyê komeleyên koperatîfan bin, lê li herêma ku ji aliyê vê sîstem û pêkhateyê ve tê birêvebirin di nava civakê de roleke girîng dilîze, wek nimûne, lê ne bi tenê, berhemên van civak û koperatîfan bi lez û bez di nav civakê û bazaran de bi bihayekî ji nirxê bazarê kêmtir, dûrî yekdestdarî û îstîsmarê belav bibin û ji hemû aliyan ve zextan kêm dikin, ji ber ku gel bi van berheman ve girêdayî ye. Bêyî ku hewcedariya bajar û bazaran be. Her wiha Me giranî daye koparatîfan  ji bo ku civaka me mezinbibe û bibe xwedî komînaliyek ji aliyê mirovan ve û kapîtalîzima di civakê de ji holê rabe. Her wiha ku feydeya herî mezin ji bo jinê, jin bi xwe ye, ji ber ku ew xwediya van berheman e û aboriyê bi rê ve dibe, mal bi rê ve dibe û zarokên xwe mezin dike. Gelek jinên ku di nava komeleyan de xebitîn û xwe pêş xistin, berê xwe dan projeyên din û dest bi meşandina proje û komeleyan di nava aboriya jin de kirin.”

Berdevka Aboriya Jin a bakur û rojhilatê Suriyê Gulê Murad di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Armanc ne tenê qazanc û firotin e. Em pêdiviyên civaka xwe ji sebze û fêkiyan peyda dikin, herwiha jîngeh û tenduristiyê jî diparêzin. Ji ber vê yekê em hewl didin van pirsgirêkan çareser bikin. Bi berdewamiya têkoşîna jin di hemû qadan de, bi taybet di qada aborî de, jin cihê xwe yê bingehîn digre. Divê ku jin timî îradeya xwe xurt bike û li hemberî her tiştî bisekinin.”