Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk Şoreşa Rojava biparêzin’

30/12/2023
in ROJEV
A A
‘Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk Şoreşa Rojava biparêzin’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/Qamişlo

Şêniyên Qamişloyê bi dirûşmeya  “Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk Şoreşa Rojava biparêzin” li dijî êrişên  dewleta Tirk a dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê  meşeke girseyî  li dar xistin.

Îro di demjimêr 12’an de, li bajarê Qamişlo li dijî êrîşên  dagirkeriya Tirk meşeke girseyî  ji aliyê Şêneyên bajarê Qamişlo ve hat li darxistin. Meş ji pêş dermanxaneya Deham a li taxa Kornîş bi pêşngtiya jinan û  bitevlîbûna hemû saziyên Rêveberiya Xwesriya Demokratîk dest pê kir.

Di meşê de wênyên Rêber Apo hatin hildan  û silogana “Na ji bo dagirkeriya Tirkiyê re, Bimre îxanet” dihat qêrîn.  Ev meş heta Çerxereya Felahîn bidawî bû û veguherî mîtîng.

Di destpêkê de hemû kes xuleyek bêdengî li ser giyanî Şehîdan rawestiyan û   hevserokê  Meclisa Cîbicîkar  a Kantona Cizîrê Telet Yûnis di derbarê êrîşên dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de axivî û  diyar kir ku  gelên Rojava gelên xwedî mîrasekî  mezin ji berxwedaniyê ne,  tu hêz nikarin vîna wan bişkînin, bi salan dijmin bi êrîşan û bi siyasetê dixwazin kurdan qirbikin û nasnmeya wan ji holê rakin, lê roj bi roj hêza me û berxwedaniya me xurtir dibe,  xwedî derketina li Şoreşê isbat kiriye ku  gelên Rojava bi hemû  pêkhateyên xwe îro bûne xwedî pirojeya çareseriyê.

Herwiha piştire jî berdevka PYD’ê Sema Bekdaş ji bo heman mijarê anî ser ziman ku berxwedana gelan a li dijî zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker berdewam e.  Rastiya van êrîşan ne nûye, ev sedê sala ye ku ev êrîş li ser gelê Kurd tê kirin, bingeha avakirin dewleta Tirk li ser qirkirina gelan bû û ev sed sale jî hîn di vê siyaseta xwe de berdewam e.

Di dawiyê de Endamê Desteya Rûsipiyan  ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhan Hesen têkildarî vê mijarê  da diyar kirin ku  ne dorpêckirin û ne jî  êrîş dikarin gel ji bingeha wî dûr bixin ya ku wan ji Rêber Apo girtîn,  her tim gelê Kurd wê bimîne gelê  xwedî qedir û wekî bêkhateyê Ereb jî her tim destekê didin wan heya dawiya jiyana me. Em ji dewleta Tirk re dibêjin tu carî tu nikare vîn û dîroka me bin pê bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.