Rojnameya Ronahî

‘Jinan di festîvalê de rola parastina çanda herêmê girtin ser milê xwe’

Birûc Resûl/Qamişlo

Jinên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdariyeke cihêreng beşdarî  9`emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Rojava bûn, herwiha barê parastina çanda civakê girtin ser milê xwe û roleke girîn di festîvalê de lîstin.

Festîvala Çand û Hunerê ya Rojava bi pêşengiya Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK, bi beşdariya gelek jinên rewşenbîr, bi duruşmeya “Li ber serê her şehîdekî em ê sirûda azadiyê biçînin ” di dewreya xwe ya 9`emîn de hate lidarxistin. Bi armanca komkirina fikir û raman  ji gelên cuda yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi beşdariya 165 endaman ku di nav wan de rewşenbîr, nivîskar û helbestvan, di nav de 37 jin hene, Festîvalê di 15`ê Berfenbara 2023`an de dest pê kir, li ji ber êrişên dagirkeriyê festîval hat sekinandin.

Derbarê rêjeya beşdarbûna jinan di 9`emîn festîvala çand û hunerê ya Rojava de endama komîteya amadekar a festîvalê Şepal Seyid û helbestvan Anahîta Sîno û çîrokvan, nivîskar Helîma Xelîl Hisên ji rojnemeya me re axivîn.

Şepal diyar kir ku di festîvalê de 37 jin beşdar bûn û şanoyên edebî, rismên plastîk û berhem, semîner, şano û diyalogê pêşkêş kirin  û wiha got: “Îsal ti pirtûkên jinan di îmzekirina pirtûkan de nînbûn, ji ber ku di çanda kurdî de pirtûkên derbarê jinan de kêm in. Rêjeya jinên beşdar di festîvalê  kêm bû, lê li gorî beşdariya salên borî pêşketineke berçav heye, jin û pênûsa wan di berhemên xwe yên hunerî û çandî de di festîvala îsal de xwedî cihekî berçav e.”

‘Pêwîsta asta hişmendiya çand û hunerê ya jinan bilindtir bibe’

Di heman çarçoveyê de helbestvan Anahîta Sîno ku beşdarî beşa xwendina helbestan bû, wiha got: “Li darxistina festîvalên bi vî rengî bi taybetî ji bo jinan gelekî pêwîst e, em hemû dizanin ku dagirkeriya Tirk dixwaze çand, ziman, huner û civaka Kurdan ji holê rake bi hemû rêyan. Her wiha lidarxistina festîvalên bi vî rengî dibe peyameke zelal ji bo dagirkeriya Tirk, bi taybetî dema ku hejmareke zêde ya rewşenbîr, helbestvan û siyasetmedar li cihekî kom dibin û ev bi serê xwe weke têkoşîn û berxwedanek li dijî dijmin tê dîtin. Em ê xebatên xwe yên çandî bidomînin û şoreşa ku jin pêşengiya wê kiriye û li dijî zîhniyeta mêr şer daye binivîsin.”

Helbestvan Anahîta Şeno di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku beşdarî mîhrîcanên bi vî rengî bibin, asta hişmendiya çand û hunerê ya jinan bilind bikin û berhemên xwe yên wêjeyî pêş bixin.

Di heman demê de çîrokbêj û nivîskar Helîme Xelîl Hisên balkişand li ser rola jinan û beşdarbûna wê ya bi bandor wiha û got: “Jin li pêşiyê cih digirin û pênûsa wan her dem balkêş û cihêreng e, yên ku nebin jî navê wan heye û pênûsên wan geş in.  Her wiha Jin ji destpêka festîvalê ve, di encama beşdarbûna xwe ya bi rûmet baleke mezin û berçav girtine. Yên ku sînorên civakê şkandin û li dijî kevneşopiyên wê serî hilda, em in, ji ber vê yekê hêviya me ew e ku em destê vê jina ku xwediyê wê ye bigrin.”

Hêjayî gotinê ye ku 9`emîn festîvala Çand û Hunerî ya Rojava her sal tê lidarxistin û îsal jî 9`emîn festîvala wê li bajarê Qamişlo bi peşengiya Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK hat lidarxistin, li gorî planan divabû 14 rojan dewam bike, lê ji ber êrişên dagirkeriya Tirk hat sekinandin.