Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Telet Yûnis: Bi berxwedana gel wê êrişên dagirkeriyê têk biçin

30/12/2023
in ROJEV
A A
Telet Yûnis: Bi berxwedana gel wê êrişên dagirkeriyê têk biçin
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Hevserokê Encûmena Cîbcîkar a Kantona Cizîrê Telet Yûnis diyar kir ku berdewamiya êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamiya siyaseta qirkirina gelê kurd e û got, gelê me wê bi berxwedaniya xwe biserkeve û  dagirkeriya faşîst jî wê têk biçe.

Ji destpêka avabûna Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya herêma bakur û rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker bi rengekî dijwar û hovane êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, di encama wan êrişan de bi 10`an kes şehîd û birîndar dibin. Herwiha di van êrişan de binesazî, navendên xizmetguzarî, nexweşxane, dibistan, navendên tenduristiyê, cihên petrolê, stasyonên enrjiyê û malên welatiyan tê hedefgirtin. Armanca sereke jî ji van êrişan şikandina îradeya gel û têkbirina hemû cavkaniyên jiyanî ye. Wekî her car jî hêzên naveteweyî bê deng dimînin û ji ber vê bêdengiyê jî dewleta Tirk a dagirker êrişan hîn zêde dike û komkujiyan li ser gel pêk tîne.

Di derbarê êrişên dewleta Tirk a dadirker yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hevserokê Encûmena Cîbcîkar a Kantona Cizîrê Telet Yûnis ji rojnameya me re axivî.

Telet Yûnis diyar kir ku berdewamiya êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamiya siyaseta qirkirinê ye û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker bi domdarî êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, ev êriş berdewamiya siyaseta qirkirina gelê me ye. Dewleta Tirk a dagirker hemû saziyên xizmetguzarî, binesziya herêmê û welatiyên ku di van saziyan de kar û xebat dikin dike hedef. Armancgirtina binesazî û welatiyan sûcekî  şer yên li dijî mirovahiyê ye. Dewleta Tirk a faşîst bi van êrişên xwe dixwaze îradeya gel têk bibe, derfet û cavkaniyên jiyanî tune bike, ji bo gel di nav bircîbûn de derbas bibe û koçber bibin, lê gelê me bi sekin, berxwedan û xwedîderketina li şehîdan bû bersiva van êrişan, herwiha soza bilindkirina asta berxwedaniyê li hemberî van êrişan dan.”

‘Wê Rêveberiya Xweser destkeftiyên gel biparêze’

Telet Yûnis di berdewamiya axaftina xwe anî ziman ku Rêveberiya Xweser wê bi hemû derfetin xwe destkeftiyên gel biparêzin û wiha got: “Rêveberiya Xweser bi hemû derfet û imkanên ku hene, ji bo parastina destkeftiyên gel û xurtkirina van destkeftiyan di her milê jiyanî, xizmetguzarî û parastinê ji bo xizmeta gel kar dike. Herwiha ji bo ku em karibin parastina piroja xwe ya netewa demokratîk bikin û bikin pirojeya çareserî ji bo tevahî Sûriyê. Dewleta Tirk a dagirker bi êrişan nikare pirojeya netew demokratîk têk bibe, ev piroje hemû netew di nav xwe digire û wê bibe çareserî ji hemû Sûriyê re.”

‘Serkeftina ya gelê berxwedêre’

Hevserokê Encûmena Cîbcîkar a Kantona Cizîrê Telet Yûnis axaftina xwe wiha qedand: “Banga me ji bo hêzên navnetewî ku li beramberî van sûcên şer ên ku li ser gelê me tê meşandin, bê deng nemînin. Dagirkeriya Tirk navendên şûştina gurcikan (Diyalîzim) Sitasyona Oksejênê, Kargehên ku bi hezaran malbat û hemwelatî jê sûd digirtin û çapxaneyan dike armanc û geê qir dike. Herwiha divê rêxistinên navneteweyî li hemberî komkujî û sûcên şer yên dewleta Tirk bêdeng nemînin. Ji ber ku bêdengiya wan rê li ber komkujiyên li ser gelê me vedike, pêwîste hêz û rêxistinên navneteweyî bi erk û berpirsyariyên xwe rabin û nebin hevalbendinên komkujiyên rojane ku li ser gelê me tê meşandin. Herwiha banga me ji bo gelê me heye ku yekîtî, hevgirtin û rêxistinkirina xwe xurtir bikin û destkeftiyên xwe biparêzin, di heman demê de jî sîstema xwe ya parastinê hîn xurtir bikin. Em ê biserkevin û dagirkerî û faşîst wê têk biçin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.