Rojnameya Ronahî

‘Li çapxaniyê kaxezên sibî bi xwînê hatin rengkirin’

Birûc Resûl/Qamişlo

Di êrişa dijminên mirovahiyê  û qirkeran de, kaxezên Çapxaniyê bi xwînê hatin rengkirin, dengê kenê kêliya dawî  di nava kaxezan de asê ma, agirê çapxaniyê vemirî, lê agirê dilê hevalên wan şehîdan  hîn jî gur e, endamên Çapxaniya Sîmav yên ku ji êrişa dagirkeriya Tirk rizgar bûn bi van hevokan kêliyên êrîşa hovane û şehadeta hevalên xwe vegotin.

 Di 25`ê Berfenbara 2023`an de 27 karkerên jin û mêr li Çapxaneya Sîmav a li bajarê Qamişlo  wek her roj kar û xebatên çapkirina pirtûkan  dikirin. Dewleta Tirk a  qirker ku li ser xwîna gelê kurd xwe ava kiriye, careke din komkujiyeke hovane pêk anî û çapxaniya Sîmav bombebaran kir. ken û gotin bi dengê bombebaranê re ji holê rabûn û li ser kaxezên spî li şûna hibrê, xwîna pîroz rijiya. Di encama bombebaranê de Rêveberên çapxaneyê Ferhan Xelef û Bêrîvan Mihemed, herwiha xebatkarên çapxaniyê Husên Ehmed, Riyad Mamo, Rênas Hemîd û Ferhan Temê şehîd bûn.

Xebatkarên Çapxaniya Sîmav ku bûn şahidê êrişa hovane ya ku li dijî çapxaniyê pêk hat, derbarê kêliyên destpêkê yên êrişê ji rojnameya me re axivîn.

‘Kenê hevalên min di nava çapxaniyê de asê ma’

Xebatkara çapxaniya Sîmav Fatima Elî wiha dest bi vegotin serpahtiya bombebaran çapaxaniyê kir: “Ez yek ji karkerên ku ji bombebarankirina çapxaneya Sîmav hatim rizgar kirin. Lê wêne ji bîr nabe, kêliya destpêkê ya êrişê ji bîra min naçe. Ew kêlî wekî kabûsekî ji mejiyê min dernayê. Ez û hevalê xwe yên çapxaniyê wekî malbatekê bi hevre dijiyan, tu gotin nikare wê roja reş îfade bike. Wêneyê hevalên min hê jî di hişê min de asê mane. Piştî êrişê ez ji nava xirbeyên çapxaneyê derketim û min dît ku agir bi çapxanê ketiya û xuîne hevalê min li erdê diherke. Min ne dizanî ku ez çibikin matmayî mam. Piştî vê yekê ne min Bêrîvan û ne jî hevalên xwe dîtin. Ken û gotinê min û hevalên min di nava agirê çapxaniyê de asê ma û agirê ku bi çapxaniyê ketibû dilî min jî şewitand.”

Çapxana di nava agir û xwînê de mabû

Piştî êrişê bi çend çirkeyan, da ku fêm bike çi qewimî, Fatma derket hewşa çapxaniyê, lê wêne cûda bû, çapxane di nava agir û xwînê de mabû. Fatma wiha dewamî da gotinên xwe: “Min hevalên xwe dît ku liv û tevger ji wan naye, çavên min wêneyên birîndaran dîtin, jiêşê dinaliyan, qîrîna bilind dilê min hejand. Naxwazim wan kêliyên bi êş bînim bîra xwe.”

Derbarê kêliya piştî êrişê û rizgarbûnê Fatima wiha got: “Ez felc bûm, bêçare bûm, nikarîbûm bilivim. Êdî lingên min nedikarîn min hilgirin. Ez ji çapxaneyê derketim û li pêş çavên min laşê hevalên min di nava xwînê de mabûn. Min bi çavê xwe didît, lê min bawer nedikr ku tişa çavên dibîne, raste.”

Fatimê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew bi şehadeta hevriyên xwe serbilinde û wê wan ti carî ji bîr neke û axaftina xwe wiha qedand: “Hevriyên min yên şehîd ku wêneyên şehîdan çap dikirin, îro ew bûn şehîd û xelata nimirina wergirtin. Emê li ser şopa wan xebatên xwe dewam bikin û em nahêlin ku dijmin armanca xwe pêk bîne.”

Alan nizanîbû ku ew xatirxwestina dawî bû

Yek ji xebatkarên çapxaniyê ku çend xulekan berî topbarana ji çapxaniyê derketibû wiha dest bi axaftina xwe kir: “Beriya çend xulekan ji êrişê ez derketim, dema ku em gihîştin şaxê duyemîn yêçapxaneyê  ku li bazarê ye , me bihîst ku çapxane hatiye bombekirin, lewma ez bi lez vegeriyam çapxaneyê . Di çapxaneyê de kes tunebû, tenê agirê ku agirkujan hewl didan vemirîne û kaxiz, wêranî û xwîn hebû. Her tişt şewitî.”

Alan piştî bombebarana çapxaniyê li hevalên xwe li nexweşxaneyan digeriya, wî hin hevalên xwe dît, yek ji wan bi navê Selma ye, wan jî re diyar kiribûn ku piştî êrişê şehîd Bêrîvan û Hisên li erdê dîtin, wan hewl da ku wan rakin, lê wê demê Bêrîvan û Hisên şehîd bibûn.”

Alan Osman di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ne hêzeke leşkerî bûn, em sivîl bûn. Lê belê dagirkerî ferqê naxe navbera sivîl û leşkeran de, her kesê ku dixwaze azad bijî dike hedef.”

Hêjayî bibîranînê ku di êrişên dagirkeriya Tirk yên 25’ê Berfanbara 2023’an yên li ser bajarê Qamişlo de 8 welatî şehîd bûn, herwiha gelek welatî jî birîndar bû. Dagirkeriyê di wê êrîşê de, wekî her car welatiyên sivîl kir armanc û rûyê xwe yê faşîst û xwînmij ji her kesî re eşkere kir. herwiha vê dagirkeriya li dijî gelê kurd bi 10’an komkujî pêk anîne û bi 100 hezaran kurd qetil kirin e.