Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Desteya Tenduristiyê bi daxuyaniyekê Êrîşên Dagirkeriya Tirk  Şermezar Kir

27/12/2023
in ROJEV
A A
Desteya Tenduristiyê bi daxuyaniyekê Êrîşên Dagirkeriya Tirk  Şermezar Kir
Share on FacebookShare on Twitter

Desteya Tenduristiyê  û xebatkarên nexweşxaneya Avrîn ya herêma Şehbayê, bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagiker yên li dijî herêma bakur û rojhilatê Sûriyê, bi taybet hedefgirtina nexweşxane û navendên tendirustiyê şermezar kir.

Zana Roj/ Şehba

Îro li herêma Şehbayê,  ji aliyê Desteya Tenduristiyê û xebatkarên nexwşxaneya Avrîn, li dijî êrişên dagirkeriya Tirk yên li ser herêma bakur û rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek hat dayîn.

Bi dehan kadroyên tenduristiyê li nexweşxaneya Avrîn kom bûn û daxuyanî jib o raya giştî hat dayîn. Daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê endamê Desteya Tenduristiyê ve Telet Welo û bi zimanê Kurdî ji aliyê Bêrîvan Yûsêf ve hatin xwendin.

Di daxuyaniyê de hedefgirtina sivîl, binesazî û navendên tendirustiyê ku ji ialiyê dagirkeriya Tirk ve tê kirin, hat şermezarkirin û daxuyanî wiha bû:

Rêjîma Tirk a faşîst topbarana xwe ya hovane li dijî herêmêb Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemwextî lidarxistin şahiyên mezheba Xirîstiyanî di cejnên sersal û zayînê de dest pê kir, hemû binesaziya herêmê û dezgehên jiyanî yên weke elektrîk, gaz, bîrên petrolê, nexweşxane, nanpêj û depoyên genim armanc dike û bi dehan sivîlên bê guneh hatin kuştin. Armanc ji vê êrîşê koçberkirina niştecihên resen û vekirina derfetê ji vegera çalakiya  rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst û desteserkirina herêmên berfireh û rûxandina herêmên ku  Rêveberiya Xweser bi awayekî sîstematîk ewlehî û aşîtî li herêmên xwe pêk anî û wê bi rêve dibe ye.

Ev sûcên ku rêjîma tirk pêk tîne sûcên li dijî mirovahiyê ne, ji ber ku şerên qirkirinê li dijî gelê aştîxwaz dike, ev yek jî ji nîşaneyên pilanên Erdoxan ên paşverû ne, vê yekê û pêxistina dewleta tirk çirûskên şer li dijî cîranên xwe yên li derve ji bo mijûlkirina gelê xwe ji binkeftina xwe û binkeftina polîtîkayên xwe di hundir de dike. Armancên Erdoxan ji topbarana xwe ya nû li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê êdî zelal bûn û ya ku piştî dawîbûna peymana civakî rûdaye û ya ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê û bi tevlîbûna cur be cur ji aliyan û ya ku azadî, wekhevî û demokrasî ji xwe re bingeh girt ku di nava xwe de jiyaneke bi wate ya hemwelatî dihewîne, bê ku  netew, Ol û mezheba wî were berçavgirtin û wê ev peyman girîngiyeke xwe ya zêde di  pêşerojê de hebe û wê bidestxistina destkeftîyên giranbuha ji hemû gelê Sûrîyeyê re misoger bike û ev yek jî metirsîyeke rasterast li ser berjewendiyên faşîzma tirk çêdike Bi berdewamkirina kampaniyeya cîhanî ku li cîhanê dest pê kiriye, da ku bi lez Rêber Apo bê rizgarkirin û çareseriyeke siyasî ji pirsgirêka Kurd re were dayîn, nexasim  têkçûnên ku dewleta tirk li ser destê gerîla jiyan kirine, hişt ku dewleta tirk zêdetir hov  bibe û li beramberî kurdan li her deverê bi kîn û nefret be û bi taybet li Rojava.

Em jî weke karmendên di beşa tenduristiyê de ya Kantona Efrîn û Şehbayê bêdengiya  navdewletî şermezar dikin û ji hemû hêzên navdewletî, deste,rêxistinên mafên  mirovan û rêxistina tenduristiya cîhanî daxwaz dikin ku bi rola xwe ya mirovî û exlaqî li beramberî sûcên ku rêjîma tirk bi topbarana xwe ya li dijî nexweşxane û navendên bijîşkiyê û bi taybet li dijî bijîşkên bê sînor a li Kobanê pêk tîne rabin. Şerm ji sîstema tirk a xwînmij re.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.