Rojnameya Ronahî

Komkujiya Roboskî ruyê sîstema faşîst û kujer eşkere kir

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Dewleta Tirk ya dagirker li dijî gelê kurd bi 10’an komkujiyî pêk anîne, yek ji wan komkujiya jî Roboskî ye. Di 28’ê Berfanbara 2011’an de, balafirên dewleta Tirk li gundê Roboskî yê Qelebana Şernexê welatiyên kurd bombebaran kir, di encamê de 34 welatî hatin qetilkirin.

Dewleta Tirk a faşîst û qirker, ji destpêka damezrandina xwe ve û  heta niha polîtîkayên dijminatî, pişaftin û qirkirinê li dijî  gelê kurd dide meşandin, herwiha li dijî kurdan  bi 10’an komkujî jî pêk aniye. Yek ji van komkujiyan jî di 28’ê Berfanbara  2011’an de li gundê Roboskî yê Qilabana Şirnexê bû.

Li gundê Roboskî yê Qilabana Şirnexê balafirên şer ên dagirkeriya Tirk li ser serê welatiyan bombe barandin û di encama vê bombebaranê de 34 welatiyên kurd ku di navawan de zarok jî hebûn hatin qetilkirin. Serokwezîrê wê demê di daxuyaniya destpêkê de li xwe mikur hatibû ku wî fermana vê komkujiyê daye. Ev jî nîşan dide ku ev komkujî bi awayekî plankirî pêk hatiye.

Tevî ku di ser komkujiyê re 12 sal derbasbûne jî, heta niha derbarê yên ku ferman dane û ev ferman bi cih anîne tu tiştek nehatiye kirin. Her wiha ser lêpirsînên ku hatine destpêkirin girtin û ev dosya jî xistin nav dosyayên “kujer nediyar”.

Komkujiya Roboskî, yek ji 10 komkujiyên ku heta niha li ser gelê kurd hatiye meşandin. Piştî komkujiya Roboskî êrîşên li ser têkoşîna azadî û demokrasiya gelê kurd  zêdetir bûn. Li bajar û navçeyên wekî Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Gever, Pirsûs, Amed, Dîlok û hwd. Dewleta Tirk komkujiyên bêhejmar pêk anîn. Êdî derket holê ku ev hemû pêkanînên wekî polîtîkaya dewletê pêk hatin, di çarçoveya plana têkbirina têkoşîna azadî û demokrasiyê û bi şikandina vîna wê serî li ber sîstema dagirkerî ya heyî bitewînin, pêkanîn.

Lê belê dîroka têkoşîna gelê kurd  bi awayekî eşkere nîşan daye ku ev êrîş û komkujî nikare vîna gelê kurd  bişkîne û nikare pêşiya biryarbûna gelê kurd ya xwedî li vîna xwe derdikeve û bihêzbûna têkoşîna azadî û demokrasiyê bigire. Ji ber vê yekê têkoşîna azadiya gelê kurd ji gelên Rojhilata Navîn re bûye hêviyek.

Hin komkujiyên dewleta Tirk a dagirker

-Di 13’ê Tîrmeha 1930’î de li Geliyê Zîlan ê li navçeya Erdîşê ya Wanê 44 gund hatin şewitandin, zêdeyî 50 hezar mirov hatin qetilkirin.

-Di salên 1937-1938’an de li Dersimê komkujiyeke Kurdan hate kirin ku beriya niha mînaka wê nehatibû dîtin. Li gorî daneyên fermî yên dewletê di Komkujiya Dersimê de 13 hezar û 160 kes hatin qetilkirin. Her wiha 11 hezar û 818 kes jî ber bi bajarên Tirk ve hatin sirgûnkirin.

-Di 6’ê Tebaxa 1938’an de li gundekî çiyayî yê li pêşberî Mûnzûrê yê Erzînganê, 95 gundiyên ji Sûrbahan û gundên derdorê hatin komkirin li Zînî Gedîgî bi gulereşandinê hatin qetilkirin. Gorek ji bo 95 kesan nehate çêkirin, li çiyê hestiyên wan heliyan.

-Di sala 1943’an de li navçeya Qelqelî ya Wanê 33 kes bi fermana Fermandarê Artêşa 3’emîn a Tirk Orgeneral Mûstafa Mûglali hatin qetilkirin. Ev bûyer bû yek ji bûyerên herî mezin ên kuştina bêdaraz a dîroka komarê.

-Di êrîşên sala 1978’an ên li Mereşê de li gorî daneyên fermî 111 kesan jiyana xwe ji dest dan, li gorî daneyên nefermî zêdeyî 500 kes hatin qetilkirin, bi sedan kes birîndar bûn. 210 xanî û 70 kargeh hatin xerakirin

-Li navçeya Licê ya Amedê di 22’ê Cotmeha 1993’an de 16 kes hatin qetilkirin, bi sedan kes neçarî koçberiyê hatin hiştin. Nêzî 800 xanî û kargeh hatin şewitandin.

-Li navçeya Qilaban a Şirnexê gundên Gever û Bêsûkê di sala 1994’an de ji aliyê balafirên Tirk ve hatin bombekirin. Di encama bombardûmanê de 38 kesan jiyana xwe ji dest dan, 41 kes jî birîndar bûn.

-Leşkerên Tirk 15’ê Çileya 1996’an li navçeay Basa ya Şirnexê gule li mînîbusekê reşand û 11 gundî qetil kir, piştre jî şewitand.

-Di sala 2015’an de li Cizîra Botan, Amed/Sûr, Nisêbîn, Gever û gelek bajarên din bi hezaran Kurd hatin qetilkirin, bi hezaran jî birîndar bûn. Ev bajar ji aliyê dewleta Tirk ve hatin xerakirin û şewitandin.