Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bîlancoya êrişên dewleta Tirk yên di 26`ê Berfanbarê de

27/12/2023
in NÛÇE
A A
Bîlancoya êrişên dewleta Tirk yên di 26`ê Berfanbarê de
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Encamnameya êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di 26`ê Berfanbara 2023`an de.

Dewleta Tirk a dagirker bombebaran û topbarana li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Di encama wê de ziyanên madî yên mezin çêbûn, her wiha (8) welatî şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn. Li hember van êrîşan jî hêzên navneteweyî bêdengiya xwe didomînin.

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser saziyên jiyanî, Binesazî, navendên xizmetguzarî û sivîlan dike hedef. Balafirên bê mirov ên dewleta Tirk di 26`ê Berfanbarê de êriş kirin û gelek navendên sivîl û yên xizmetguzarî kirin hedef.

Encamnameya êrîşên dewleta Tirk di 26`ê Benfanbarê bi vî awayî ye:

-Êrîşên bi balafirên bê mirov (18 caran)

-Êrîşên bi çekên giran (20 caran)

-Hejmara saziyên sivîl ku hatine hedefgirtin (6) ew jî kargeh, kampaniya avakirinê, rawestgiha tirênê û depoyên genim.

– 2malên Sivîl jî hatin hedefgirtin.

-10 Navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kantona Cizîrê, bajarê Kobanê û gundewarên wê hatin hedefgirtin.

Li Kantona Cizîrê dewleta Tirk a dagirker 11 êrîş pêk anî. Di van êrîşan de kemera bakurê bajarê Qamişlo, kargeha Cûdî ya çêkirina savar a li bajarokê Girbawî yê başûrê bajarê Qamişlo. Herwiha derdora depoyên genim li gundê Girê Ziyaretê Çolî(Tiwêba), rojavayê navçeya Girkê Legê yê girêdayî bajarê Qamişlo, depoyên genim li navçeya Amûdê, gundê El-Tewîle yê gundewarên rojavayî navçeya Til Temir, rawestgiha tirênê ya li bajarê Qamişlo, nexweşxaneya Kovîd a li bajarê Qamişlo, maleke sivîl a welatiyê bi navê Hekîm Hec Bekir li navenda navçeya Dirbêsiyê, mala welatiyê bi navê Eşref li deriyê rojhilatê navçeya Dirbêsiyê, kampaniya avakirinê û derdorê girtîgiha Elaya ya ku dikeve  bajarê Qamişlo hatin hedefgirtin û bombebarankirin.

Li bajarê Kobanê û gundewarên wê jî artêşa Tirk 6 caran êrîşî bendên kontrolê yên deriyê rojava û rojhilatê bajarê Kobanê kir, benda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a deriyê başûrê bajarê Kobanê ya li ser rêya Helebê. Her wiha bendên kontrolê li Helinc, Şeran û Şêran hatin bombebarankirin û ew jî gund û navçeyên girêdayî bajarê Kobanê ne. Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker herêmên Şehba û gundewarên rojhilatê Efrînê kir hedef û 19 navend topbaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran û topan gundên rojhilatê Efrînê topbaran kirin. Gundên ku li herêma şehbayê hatine topbaran kirin jî ev in, gundê Bênê/Ebiyen ê navçeya Şêrawa, gundê Merenaz ê girêdayî navçeya Şera/Şeran ê gundewarên rojhilatê Efrînê û bi topan gundê Til Qerah ên herêma Şehbayê, topbaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker bi topên giran û hawanan gundê Til Qerah, Um Hoş, Semûqa, Til Çîçan, Til Medyeq ên herêma Şehbayê topbaran kirin. Her wiha dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên bi çekên giran li dijî gundewarên kantona Şehbayê. Gundên Menix, Bêloniyê, Şêx Îsa, Herbil, Um El-Hoş, Semûqa, Til Çîçan, Til El-Mediyeq, derdora gundê El-Wehşiye û derdora bajarokê Til Rifet, hatin topbarankirin. Di heman demê de gundê Merenaz ê girêdayî navçeya Şera/Şeran ê gundewarên rojhilatê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve bi topên giran hate topbarankirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.