Rojnameya Ronahî

‘Hewcedariya wêjeya kurdî bi rexneyê heye’

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Rexnevan Mehmûd Ebdo diyar kir ku pirtûka Rêber Hebûn a bi navê Jihevvekirina Sembolan di Romanên Helîm Yûsiv de, berhemeke bi nirx e, herwiha hewcedariya wêjeya kurdî bi rexneyê û berhemên wiha heye.

Rexnegiriya wêjeyî yek ji qadên herî girîng yên ji bo pêşxistin û dewlemendbûna wêjeyê ye. Kurdên Rojava jî heya astekê cihê xwe di vê qadê dê weke rexnegiriya wêjeya cîhanî negirtine û kesên rexnegirên wêjeya kurdî li Rojava kêm in. Dema ku rexnegirên wêjeyê kêm werin dîtin, helbet wê berhemên rexneya wêjeyî kêmpeyda bin û wê geşedana wêjeyî jî pêk neyê.

Lê dîsa mijara rexne û wêjeyê mijara xeyala rewşenbîr, nivîskar û wêjevanên kurdên Rojava ye. Êdî hewldan, xebat û gavên destpêkê ji bo rexneyê hatine avêtin. Yek ji van xebatan jî, keda rexnegir, nivîskar û helbestvan Rêber Hebûn di berhema wî ya bi navê Jihevvekirina Sembolan di Romanê Helîm Yûsiv de, ye.

Rêber Hebûn yek ji rexnevan û nivîskarên kurd e û di sala 1987’an de li Minbicê  ji dayîk bûye. Ev pirtûk yek ji berhemên wî ya ku di Adara  2020’an de, li Almaniyayê, bajarê Dosdorfê çap kiriye û hejmara rûpelên wê 243 rûpel in.

Rêber Hebûn di zimanê kurdî û erebî de şareza ye û helbest, lêkolînên rexneyî û gotarên cihêreng dinvîsîne. Berhemên wî  jî ev in: Qêrînên Roniyê(Helbest) di sala 2016’an de, Rewrewk û Nêrîn (Pexşan) di sala 2017’an de, Komekên Kurdistanî (Pexşan) di sala 2019’an de, Ramanên Biqîr di sala 2019’an de.

Berhema Hebûn a bi navê Jihevvekirina Sembolên Romanên Helîm Yûsiv, weke lêkolîneke rexneyî ya di derbarê tevahiya romanên Helîm Yûsiv de ye. Lêkolîna Rêber Hebûn ji du beşan pêk tê, beşek jê romanên Helîm Yûsiv digre dest û ya din jî lêkolîneke di derbarê kurteçîrokên Helîm e.

Herwiha Hebûn bi armanca dahurandin û eşkerekirina sembolên ku romannivîs Helîm Yûsiv di romanên xwe de bikar anîne, pirtûkek bi zimanê erebî nivîsand.

Têkildarî pirtûka Rêber Hebûn a bi navê Jihevvekirina Sembolan di Romanên Helîm Yûsiv de, rexnevan û endamê HRRK’ ê Mehmûd Ebdo ji rojnameya me re axivî.

‘Pirtûka Rêber Hebûn berhemeke giranbuha ye’

Mehmûd Ebdo diyar kir ku pirtûka Jihevvekirina Sembolan di Romanên Helîm Yûsiv de berhemeke Rêber Hebûn a giranbuha ye û wiha anî ser ziman:  “Pirtûika Rêber Hebûn a bi navê Jihevvekrina Sembolan di Romanên Helîm Yûsiv de, berhemek rexneyî ya berfireh e. Rexnevan Hebûn lêkolîneke kûr di derbarê 6 romanên Helîm Yûsiv de, çêkiriye. Herwiha Helîm Yûsiv jî rewşa ku kurdên Rojava ya 30 salên dayîn di romanên xwe de nivîsiye. Weke desthilatdariya Rêjîma Be’isê, gendeliya siyasî û civakî, nehevrêziya partiyên kurdî û hwd… Helîm Yûsiv jî di naveroka romanên xwe de gelek xalên veşartî û sembolane têkldarî kesayet û lehengên romanên xwe, raman û hwd… bêşîrove hiştibûn. Helîm Yûsiv bi zimanê kurdî û erebî dinivîse, em dikarin bibêjin Helîm Yûsiv romannivîsekî cîhanî ye û berhemên wî bi zimanê erebî, îtalî, tirkî, elmanî, inglîzî û farsî jî derketine. Lewma Rêber Hebûn jî xwest ku van sebolên ku Yûsiv di romanên xwe de bi kar anîne, bide xuyakirin. Hêjayî gotinê ye ku pirtûka Hebûn berhemeke balkêş û giranbuha ye, bi zimanê erebî hatiye nivîsîn û wê di demeke nêz de, li Bakurê Kurdistanê bi zimanê kurdî jî were wergerandin. ”

‘Pirtûkxaneya kurdî hewcedarî bi pirtûkên rexneyî ye’

Mehmûd Ebdo destnîşan kir ku rexne û wêje hev temam dike û pirtûkxaneya kurdî hewcedarî berhemên rexneyî ye û wiha got: “Me weke HRRK’ê biryar da ku 3 pirtûk yên ji weşana xwe, di festîvala Rojava ya Çand û Hunerê de îmeze bikin. Berhema Rêber Hebûn jî yek ji van pirtûkan bû ku HRRK’ê min û rexnevan Silêman Mehmûd erkdarên îmzekirina wê kirin. Hejmara romanên kurdî kêm e û pirtûkên rexneyî di warê romanê de û ji bo hemû cureyên wêjeyê tune ne. Ji ber vê yekê jî ne helbest û ne roman û tevahiya cureyên wêjeyî li pêş nakeve. Pêwîstiya wêjeya kurdî li Rojava gelekî bi rexneya wêjeyî heye ji ber ku rexne û wêje hev temam dike. Di heman demê de pirtûkxaneya kurdî hewcedarî pirtûkên rexneyî heye. Pirtûka Jihevvekirina Sembolan di Romanên Helîm Yûsiv de, ji bo rexneya wêjeyî xwedî sûdmendiyekê ye. Lewma bi armanca ku hemû xwîner sûdê jî bigrin, HRRK’ê da çapkirin. ”