Rojnameya Ronahî

Civaka komunal

Rohat Bulut

Di jiyana rojane de gelek caran em ne di ferqa pêkhateya civakbûyîna xwe de ne. An jî em zêde girîngî û wateyê lê bar nakin. Dibe ku ji me re car na bêwate jî were. Yan jî ji ber hin sedem û aciziyan em xwe ji civakê dûr bixin. Di rastiya xwe de ev jî heye ku em çiqasî di ferqa xwe, hebûn û rista xwe ya civakî de ne? Em çiqasî wekî kes, tişta ku ji me tê xwestin pêk tînin? Pêywira xwe ya mirovî ya civakî bi cih tînin? Beriya her tiştî ya pêwîstî ew e ku mirov li xwe biwarqil e, xwe û hebûna xwe û pêywira xwe ya civakî bizanibe.

Em werin ser mijarê; Hin pîvanên sereke yên civakî hene, hin hêmayên civakî yên jiyana hevpar ava dike hene.  Yek ji hêmayên sereke ya ku civakbûyînê ava dike û diparêze komunalbûyîn e. Di bingeha xwe de pûxte û cewhera civakbûyînê ji komunaliyê tê. Wekî ferd û endamê civakê pêwîste mirov vê yekê bizanibe û peywira xwe bi cih bîn e.

Li vir em cend pirsên din lê zêde bikin û bidomînin. Gelo civakbûyîn çima ji bo mirovan ewqas girîng e? Yan jî komun ji bo mirov û civakê bi xwe re çi tîne? Belê dema em bala xwe didin rasiya mirov; bi hêsanî dide xuyakirin ku mirovek bi serê xwe nikare bijî û hebûna wî/wê jî nepêkan e. Mirov bi civakbûyînê re dibe mirov. Lê belê wekî me got hin pîvanên sereke yên civakbûyînê jî ava dikin hene. Ya sereke jî kumanlî ye. Lewre hemû berhemên mirovî di ancama komunalîteyekê de derdikeve holê. Hebûna civakbûyîn bi xwe jî di nav de encama komunalîyê ye.

Kombûna fikir û raman, kombûna mirovan, kombûna nirxan, kombûna bermahiyan, kombûna hest û helwestan, kombûna çand, ziman, exlaq û derketina holê ya edalet, wekhevî, azadî, demokrasî  û hwd. hîma avakariya civakê ye.  Di heman demê de kombûna hemû nirxan e ku girîgî û pîroziyê digire. Mirov dikare bêje ku taybetmendiya sereke ya ku civakê dike civak komune. Avaniya civakî bi komunalî pêk tê, îfade û pênaseya herî rast a ji bo civakbûyînê ev e. Di heman demê de ji vê re wekî pêvajoya civaka xwezayî ya bi pêşengiya jinê jî tê gotin û pênasekirin.

Civaka komunal her wiha ew civaka ku xwezaparêz e, li dijî serwerî û hiyerarşiyê ye. Lewre hişmendiya serwer û hiyerarşîk li dijî nirxên civakbûyînê ye. Di rastî û cewhera civakê de mirov nikare behsa serwerî û hiyeraşiyê bike. Civak bi xwe jî serwerî û tehakumê napejirîn e. Îro jî dema ku behsa demokrasiyê tê kirin, ew qonaxa civakî ya ku têkiliyên di nav xwe de yên exlaqî û civakî dertê pêş.

Belê dema behsa civaka komunal tê kirin, nirxên bingehîn ên civakê tên hişê mirov. Ji ber ku civakbûn şertê hebûna mirovan e, komunalbûn û bi awayekî komunî tevgerîn jî tê wateya awayê hebûna mirov. Di vî warî de civakbûn tê wateya komunalbûnê jî. Heke mirov bixwaze hebûna xwe biparêze, heke mirov bixwaze, gel û civaka xwe biparêze ev bêyî komunalî nepêkan e. Mirov bi komun û civakbûyîna xwe heye. Ewqas girînge ku ew nebe mirov û  civak jî nabe. Di civakeke komunal de gelek nirxên mirovahiyê di nav xwe de veduxwîn e.

Civaka komunal ji bilî hebûna pergalê, tevî hemû êrîş û bandorên neyînî yên pergala dewletparêz a hiyerarşîk, weke civakbûneke nedewletî hebûna xwe didomîne. Îro jî dema em bala xwe didinê pergala Rojava vê yekê bi hemû hûrgiliyê xwe de radixe ber çavan. Bi taybetî jî ji bo gelê kurd tişta herî girîng û pêwîst jî îro ev pergala civaka kumanal e. Tenê di gotinê de nabe, ya pêwîst kar û xebat e.