Rojnameya Ronahî

 ‘Bingeha Dadgeha civakê Desteya Lihevanînê ye’

Ronaz Silêman/Qamişlo

Rêveberê Desteya Lihevanînê yê herêma Cizîrê Nûreldîn Şakir diyar kir ku ji bo çareserkirina dozên sivîl 92 Desteyên Lihevanînên xebatên girîng û pîroz didin meşandin. Herwiha armanc ji avakirina Desteya Lihevanînê avakirina civakeke bi exlaq û bê pirsgirêk e.

Avakirina Desteya Lihevanînê di destpêka aloziya Sûriye de bû mîrasekî berfireh ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê, bi damezrandina Rêveberiya Xweser re, Desteya Lihevanînê berpirsyariya çareserkirina van pirsgirêkan rahiştê. Di sala 2011`an de û di destpêka aloziya Sûriyê re Qomîteyên Lihevanînê hatin avakirin, wê demê Dîwana Edaletê û Dadgehên gel nehatibûn avakirin, di malên Gel de Qomîtên Lihevanînê hatin avakirin û pirsgirêkên welatiyan  dihatin çareserkirin, li ser vê bingehê kar û xebat dihat meşandin. Herwiha ji sala 2012`an û şon ve pêwîstî hat dîtin ku dadgeh bên avakirin, ji ber pirsgirêkên cedî, cînayî, gazî, dizî, kuştin, madeyên hişbir û hwd… hene û ev pirsgirêk bi Lihevanînê tenê nayê çareserkirin, hewcedarî bi avakirina dadgehan hat dîtin û Desteyên Lihevanînê di Dadgehê de cihê xwe girtin.

Di derbarê kar û xebatê Desteya Lihevanînê de rêveberiya Desteya Lihevanînê yê herêma Cizîrê Nûreldîn Şakir ji rojnama me re axivî.

Nûreldîn Şakir diyar kir ku dema Dadgeh hatin avakirin piryaniya kesên ku cihê xwe tê de digirt ji endamên Qewmîteyên Lihevanînê bûn û wiha got: “Di destpêka avakirina dadgehan de, piraniya kesên ku cihê xwe tê de digirtin Piraniya wan endamên qomîteya Lihevanînê bûn, ji ber ew xwedî tecrîbe, mirovên zane û di nava civakê de dihatin qebûlkirin. Herwiha di bajarokan de me Qomîteyên Lihevanên birêxistin kirin, li ser bingeha dozên civakî, ji ber di civaka me de irsekî olî, civakî, kurdewarî, kevneşopî, çand û exlaqê civakî hene. Di civakê de lihevhatin naskiriye û barê dadgehê sivik dike, bingeha dadgehê jî lihevanîne. Dozên sivîl li gorî zagonên e, nabe yekser pirsgirêkên wan derbasî Dîwana Dadgehê bibe, divê di Desteya Lihevanînê re derbas bibe, ev yek girîngiya erka Desteya Lihevanînê û dozên sivîl in.”

Desteya Lihevanînê kar û xebatekî pîroz dide meşandin

Şakir di berdewamiya axaftina xwe de kar û xebatên Desteya Lihevanînê da xuyakirin û wiha got: “Kar û xebatên Desteya Lihevanînê ji komînê dest pê dike. Dema ku dozeke civakî yan pirsgirêkên civakî derdikeve, mehek bi komînê re heye ku vê dozê çareser bike, heger di komînê de nehat çareserkirin wê ji bajarok re rakin, li wir jî mehekê dimîne, heger li bajarok jî neyê çareserkirin, radikin Qomîteya Lihevanînê ya navçeyê, heger lihevanî pêk hat, herdû aliyan vedguherin sekê lihevanînê û ji aliyê desteya rêveber ve tên erêkirin û belgeya rêveberiyê tê amadekirin û sererastkirin. Ji xwe ji destpêka avakirina Desteya Lihevanînê heta niha kar û barekî gelekî pîroz kirin e. Di van salên derbasbûyî de hejmarê dozên ku hatine çareserkirin zêdetirî 200 hezar dozin. Desteyên Lihevanînê ên girêdayî me nêzî 92 deste, di komîn, bajarok û navçeyan de cih digirin, mehane nêzî hezar dozî ji wan re tên. Di îsal de hejmara dozên ku ji mere hatine 9hezar dozin û ji wan 7 hezar û 500 doz hatine çareserkirin. Di lihevanînê de çareserkirin bidawiye lêveger tuneye, ji ber bi îrada herdû aliyên nelihev çareserî çêdibe, ne weke biryarên dadgera ne. Di biryarên dadgeran de mafê alîk ji aliyê din bêtir e.”

‘Gel bibe hevalbendê dana biryarê’

Nûreldîn Şakir di dewamiya axaftina xwe de diyar kir ku armanca wan ji avakirina Desteya Lihevanînê avakirina civakeke bê pirsgirêke û bi exlaq û wiha got: “Armanca Desteyên Lêhevanînê avakirina civakekî bê pirsgirêke û bi exlaqe, ji ber welatê me di rewşên gelek zor û zehmet de derbas dibe. Herwiha dijminên gelê kurd, bi avakirina pirsgirêkan di navaber pêkhateyan de xwe didin avakirin, ji bo wê me xwest cara yekêm ku gel bi xwe bibe hevalbendê dana biryar û çareserkirinê. Di zagonên hiqoqî de nabe kes heqê xwe bi destê xwe bistîne, ji ber heger kesek kuştinê bike yê din jî kuştinê bike, rêzê nedin dadgehê, ji bo wê çandên kevinperest û heyvhilandin, niha hatine sîstemkirin.”

Avakirina civakekî bê pirsgirêk û bi exlaq

Rêveberiya Desteya Lihevanînê ya herêma Cizîrê Nûreldîn Şakir axaftina xwe wiha qedand: “Qewmîteyên lihevanînê isbat kirin ku gel dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin û ev yek roleke erînî di nava civakê de lîstin. Herwiha Desteya Lihevanînê raste karekî pîroz dikin, lê zehmetiyên wan jî di milê peydakirina pêwîstiyan û hatûçûnê de hene, mehane civîn ji qewmîtê lihevanînê re tên çêkirin, ji bajarok tên navçeyan û berdevkên navçeyan tên  kantonê, rapora xwe ya mehane diyar dikin, di dawiyê de berdevkên kantona Hesekê û Qamişlo bi me re civîna xwe li dar dixin, ji bo wê ev pêwîstî û hatûçûnê de hewcedarî hêzeke darayî ye, ji ber ew Kesên dildarin û bi dildarî kar û xebatê dikin. Bi hêviya sala 2024`an sala azadiya gelê me û ya Rêber Apo be, gel me ji zlim û zorê xelas bibin, dagirkerên Kurdistan têk herin, em jî weke gel destê xwe bidin hev biratiya xwe zêde bikin û civakekî ji bê pirsgirêk vala ava bikin.”