Monday, June 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Desteya Tendrustiyê di nava salekê de pirojeyên girîng pêk anîn

27/12/2023
in Uncategorized
A A
Desteya Tendrustiyê di nava salekê de pirojeyên girîng pêk anîn
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlio

Hevseroka Desteya Tendrustiyê ya Herêma Cizîrê Hediya Abdullah diyar kir ku wan di nava salekê de gelek kar û xebat dane meşandin û pirojeyên girîng pêk anîn. Herwiha da xuyakirin ku wan herî zêde zehmetî di milê peydakirina dermanan de, dît.

Desteya Tendirustiyê her sal li gorî hewcedariya herêmê di milê tendirustiyê de gelek pirojeyan dide pêş xwe. Her wiha li gorî derfetên heyî, di milê tendirustiyê de ji bo gelên bakur û rojhilatê Sûriyê kar û xebatên cûr bi cûr dide meşandin. Di heman demê de ji pêşxistina milê tendirustiyê gelek pirojeyên girîng yên ji bo xizmeta gel pêk tîne.

Dxesteya Tendrustî her sal pirojeyên nû didin pêşiya xwe li ser bingiha pêwîstiya gel bi tendrustiyê, mînak berî niha amûrên renîn mexnatîzî tune bûn, lê berî sê salan hat peydekirin, her wiha nexweşxaneya şiştina gurçikan ew jî tune bû, berî 4 salan ew jî hat vekirin, ev yek jî li gor pêwîstî û daxweaza gel bû. Di heman demê de ji ber ku pêwîstî bi kargiha oksîjênê hebû, ew jî hat vekirin. Beriya wê oksejenpir kêm di nava nexweşxaneyan de dihat belavkirin, têra şêneyan jî nedikir, her wiha derfetên gel tune ye ku derbasî nexweşxaneyên Taybet bibin, ji ber ku nirxên tedawiyê pir buha bû û zihmetî didîtin.

Pirojeyên Desteya Tendrustî  yên 2023`an de

Yek ji pirojeyên Desteya Tendrustiyê, danîna amûrên mamogirafî li nexweşxaneya bajarê Hesekê ji bo tesbîtkirina  penceşêra sîngê li cem jinan. Berî niha li her du kantonan amûrek tenê hebû, her wiha Desteya Tendrustiyê li kantona Hesekê yek din jî zêde kir. Yek ji pirojeyên Desteya Tendrustiyê yên 2022`a jî vekirina nexweşxane li bajarê Şedadê bû, ji ber ku li derdora Şedadê tenê nexweşxaneyên taybet hebûn têra Şedadê û gundewarên wê nedikirin. Ji ber vê yekê Desteya Tendrustiyê nexweşxane ji bo gel da vekirin lê hemû beş li nexweşxanê nehatin vekirin, tenê beşên lezgîn hatin vekirin lê di pirojeyên di sala 2023`an de beşên lênerîn, jin, zarok, beşên xwînê û beşê hadinê zarokan ku ji nû çêdibin vekirin. Pirojeya sêyemîn çeksazkirina mistosifên yê ku heyî û ji hemû aliyan wê çareser bikin, wekî peydakirina amûran û dermanan.

Pirojeya din berferhkirina beşê zarokan li nexweşxaneya gel a li bajarê Hesekê, ji ber ku hijmara nexweşan zêde dibin, ji ber vê yekê pêwîst hat dîtin ku beşê zarokan berfereh bikin. Her wiha di nav de wê beşê xwînê û hedanê wê berfereh bibin. Li nexweşxaneiya bajarê Dêrikê a şuştina gurçikan hin kêmanî tê de hebûn, di nava sala nû de wê Desteya Tendrustiyê wan kêmaniyan çareser û temam bikin. Bi giştî ev pirojeyên ku nehatine qedandin.

Nexweşxaneya bajarê Qamişlo a gel li navçeya Amûdê berî neha Desteya Tendirustiyê a bakur û rojhilatê Suriyê pê rabû, lê di dema niha de bi fermî radestî Desteya Tendirustiyê a herêma Cizîrê hat kirin, her wiha niha hatiye sekinandin, berdewamiya avakirina wê di sala 2024`an de wê were destpêkirin. Beşê din jî peydakirina dermanan ji bo mistewsif, sazî û bi taybet nexweşxaneyan.

‘Armanca me rehetiya gelê me ye’

Di heman çarçoveyê de Hevseroka Desteya Tendirustiyê ya Herêma Cizîrê Hediya Abdullah diyar kir ku ew astengiyan di milê peydakirina dermanan de dibînin û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Astengiyên ku em têde derbas dibin peydakirina hin cureyên dermanan e, bi taybet jî di hin rewşên awarte de , hin derman hene zêdeyî derfetên desteyê ne û em  bi qasî ku ji destê me tê em hewl didin dermanan ji bo gelê xwe peyda bikin. Armanca me rehetiya gelê me ye. Lê dema ku gel jî bi me re alîkarbin di vî milî de wê karê me serkeftîtir be û bîhtir bi rêk û pêk be, ji ber ku em û gelê xwe hevdû temam dikin û hêviyên me ji gelê me heye ku alîkariya me di milê paqijiyê de bikin, da ku em karibin jiyaneke bi tendirustî bijîn.”

Post Views: 78
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe
CIVAK Û JIYAN

Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe

16/06/2025
kovara Mizgîn-186
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-186

16/06/2025
7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.