Rojnameya Ronahî

Dijminahiya li dijî Kurdan xilas nabe

Zekî Bedran

Kesên weke Erdogan ku dewleta Tirk rêve dibin, hîn jî pirsgirêka Kurd a sed salî weke pisgirêka terorê pênase dikin. Heman Erdogan li ser hev daxuyaniyan dide û dibêje, “Em cîhanê li dijî Israîlê rakin ser piyan, piştgiriyê bidin gelê Filistînê û şer rawestînin, agirbestê bidin çêkirin”. Lê dema mijar dibe Kurd, dixwaze tevahî cîhan li pişt wî bisekine, Kurdan tune bike, qirkirinê temam bike û piştgiriyê dixwaze. Cîhan guherî, zanist pêşket, çavkaniyên nûçeyan zêde bûn, lê di hişmendiya yên Tirkiyê rêve dibin de tu guhertin çênebû. Bi awayek xwezayî jî gelê Kurd, Tirk û gelê herêmê berdêla vê dide.

Me beriya niha jî nivîsî, Kurd tiştekî bikin an jî nekin dê dewleta Tirk a faşîst êrişên xwe bidomîne. Pirsgirêk ne çalakiyên Kurdan in, pirsgirêk plan û niyeta dewleta Tirk e. Ev bi salane Erdogan dibêje, “Em li Sûriye, Iraq û Tirkiyê nahêlin hebûnek Kurdan çêbibe”. Xuyaye ku yên bi vê hişmendiyê û biryarê, ji derveyî dijminahiyê çareseriyek din ji bo Kurdan nabînin. Zimanê ku Erdogan û şirîkên wî li hemberî Kurdan bikar tînin, zimanê tundiyê ye.

Erdogan di 5’ê Cotmehê de fermana êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê da. Wê demê hênceta wî ew bû ku herdû têkoşerên li Enqerê çalakî kirine ji Sûriyê derbasî Tirkiyê bûne! Bêguman tu delîlê vê rast derbixe tunebû. Tenê pêwîstiya wan bi hênceta êrişan hebû. Lê di êrişên xwe yên dawî de hêncetek wiha jî çênekirin. Piştî li Xakurkê derbeyek ji gerîlla xwarin hevsengiya wan tam xirab bû. Piştî ku li Zapê jî derbeyek xwarin berê balefirên xwe dane Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Cihê ku lêxistine piranî cihên petrolê, santralên elektirîkê û qadên din ên hilberînê ne. Yanî ne cihên leşkerî bûn. Cihên ku li tevahî cîhanê lêxistina wan sûc e li wir dixin. Sedemê evqas bêpewrebûna wan jî ewe ku dibêjin ji xwe Kurd bê xwedî ne, kesek hesab ji min naxwaze.

Cihên ku Tirkiye lêdixe, parastina hewayî ya wan deran DYE yê daye ser milê xwe. Eger DYE destûrê nede balefirên Tirkiyê nikarin van herêman bombebaran bikin. Heman tişt ji bo Rûsyayê jî derbasdar e. Pêwîste tevahî raya cîhanê vê bizane. Qada hewayî di navbera DYE û Rûsyayê de hatiye parvekirin. Rojavayê xeta Eyn Îsayê girêdayî Rûsyayê ye. Tirkiye van dewletan agahdar dike, erêkirina wan digire û êriş dike.

Balefirên dewleta Tirk 23’ê Kanûnê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Li çiyê tu bandora êrişên wan ên hewayî çênabin. Hewa destûrê nade. Bombebaranên wan vala ne. Lê neçare çîrokek serkeftinê pêşkêşî gelê xwe bike. Her çawa be Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin destê wan de weke dîlekî ye. Parastina wê ya hewayî tune ye. Êrişî wê bike û nîşan bide çiqas li dijî terorê serkeftî û bi biryar e. Yanî ji bo nîşandayînê be jî êrişê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike Li Sûriyê Kurdan û rêveberiya xweser a Kurd pêşengiyê wê dikin li hemberî dewleta Tirk tu şer nedane destpêkirin. Li hemberî Tirkiyê tu êriş pêk neanîne. Îlana şer tune ye. Dewleta Tirk yekalî ev şer daye destpêkirin û dimeşîne. Bi israr dixwaze ferasetek PKK û YPG’ê heman in ava bike. Dibêje, eger PKK’ê li me bixe, emê jî herin YPG, Kurdên li Sûriyê û rêveberiya wan bixin. Dixwaze vê bi cîhanê jî bide pejirandin. Yanî hewl dide YPG’ê jî bixe lîsteya terorê. Beriya niha DYE û Ewropayê PKK xiste lîsteya terorê, dewleta Tirk jî heta dawî ev ji bo xirabiyê bikar anî. Weke hêncetekî ji bo tevahî sûcên xwe dinirxîne. Ji bo rêveberiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê terorîze bike tevahî rê û rêbazan diceribîne.

Rêveberiya Erdogan dibêje min deh hezaran Kurd kuştine, vê weke serkeftinê nîşan dide. Bi awayek xwezayî malbat, heval û xizmên van mirovan hene. Ev zarokên gelê Kurd in. Dê bi kuştina Kurdan aştî û biratiyek çawa çêbike? Li Tirkiyê kes vê lêpirsîn nake. Niha dibêjin leşkerên me mirine, agir ketiye mala leşkeran û propogandayên tevlîheviyê dikin. Ya dayîkên Kurd, malbatên wan, qet ev nayê aqilê wan? Kesên ji bo Filistînê digirîn û derdikevin kolanan, kesên çavê xwe ji bo Kurdan girtine û wijdana wan reş bûye, ma dê hertim wisa bimînin?

Em dîsa dubare bikin, pirsgirêk ne Kurd in. Pirsgirêk projeya qirkirinê ya dewleta Tirk e. Di demên ku Kurdan tiştek jî nedikir Kurd înkar dikin û bişaftin didomandin. Niha jî derfetên wên ên jiyanê ji holê radikin, hewl didin gel bidin koçberkirin, aloziyê çêbikin, vîna wan bişkînin û qirkirinê temam bikin. Pêwîste her kes vê rastiyê bibîne û vê yekê bi awayek rast ji cîhanê re vebêje.