Rojnameya Ronahî

‘Bi dorpêçê wê nikaribin vîna gelan bişkînin’

Ronaz Silêman/Qamişlo

Endamên MSD`ê yên Şêxmeqsûd û Şehbayê diyar kirin ku bi sedema dorpêçê gel di hemû beşên jiyanî de astengiyan dikşînin û gotin; Bi hêz û berxwedaniya gel wê  dorpêç têk biçe.

Di 18`ê Adara 2018`an de, dema dewleta Tirk a dagirker herêma Efrîn dagirkir, bi hezaran şêneyên herêma Efrîn koçberî Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên girêdayî bajarê Helebê bûn. Ji wê demê ve û heta niha, hikûmeta Şamê li ser herêma Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêçeke giran feriz kiriye. Hikumeta Şamê nahêle ku sotemenî, madeyên xwarinê û pêdiviyên tenduristiyê derbasî herêman bibin û ev yek dibe sedema jiyaneke zor û zehmet, di heman demê de jî li kêleka dorpêçê dewleta Tirk a dagirker rojane êrîşên xwe li ser van herêman pêk tîne.

Di derbarê dorpêça li ser Şehba û taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê, endamên MSD`ê yên Şêxmeqsûd û Şehbayê Bêrîvan Elî û Fatma Elhiseyno ji rojnameya me re axivîn.

Endama Têkiliyên Meclisa Sûriyeya Demokratîk a navenda taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Fatma Elhiseyno diyar kir ku ji destpêka koçberkirina gel ji Efrînê û bi cihbûna wan li Şehbayê, her dem dorpêç ji aliyê hikumeta Şamê ve li ser wan tê ferzkirin û wiha got: “Piştî bajarê Efrîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat dagirkirin û em koçberî bajarê Helebê bûn, gelên Efrînê li Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih bûn, herwiha ji wê demê û heta niha jî hikumeta Şamê dorpêçeke giran li ser gel feriz dike, bi taybet her sal di demsala zivistanî de, dorpêçê girantir dike. Ji ber dorpêçê gel astengiyan di hemû beşên jiyanî de dikşînin wekî; aboriya zehmet ku tevahî gelên Sûriyê di vî aliyî de bi zehmetî jiyan dikin û dorpêça taybet ku li ser gel li Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tê ferzkirin.”

Qotkirina pêdiviyên jiyanî bûye astengiyeke mezin

Fatma Elhiseyno di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku bi derbasbûna demsala zivistanî re zehmetiyên gel girantir dibin û wiha got: “Bi derbasbûna demsala zivistanî re, zehmetî û astengiyên gel girantir dibin, ji ber qotkirina madeyên sereke wek sotemenî, gaz û dermanan, bandoreke neyênî li ser malbatan dibe, bi taybetî malbatên xizan ku derfetên wan tuneye pêdiviyên xwe yên jiyanî peyda bikin, herwiha kesên temen mezin jî ji ber sermayê nexweş dikevin. Di heman demê de, ji aliyê firqeya 4`an ve bazirgan rastî astengiyan tên û ev yek bandorê li ser bihabona her tiştê jiyanî dike, ji ber firqeya 4`an baca ji bazirganên ku kel û pelên derbasî herêma me dike distîne, ji ber vê yekê bihabona kel û pelan hîn zêde dibe wek sebze cil û hwd… bi sedema qotkirina sotemeniyê enrîjî jî hatiye qotkirin, rewşa dibistanan jî ji bo zarokan zehmetir bûye, nexweşane jî ji kar hatine rawestandin, di heman demê de, derman jî li ser herêma me qot bûye. Şêxmeqsûd hejmareke baş ji malbatên Efrînî digire nava xwe û qotkirina hemû beşên jiyanî astengiyeke mezin li ser van malbatan dike.”

‘Li hemberî dorpêçê berxwedaniya gel xurtir bûye’

Endama Têkiliyên Meclisa Sûriyeya Demokratîk a navenda taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Fatma Elhiseyno axaftina xwe wiha qedand: “Armanc ji dorpêçê ew e ku vîna gel bişkîne û pirojeya netewa demokratîk e têk bibe. Lê her kes nas dike gelê me berxwedêre, bi hezaran cangoriyên wê canê xwe fîdayî xaka xwe kirin e. Herwiha kombûna tevahiya gelên Sûriyê di kongireya MSD`ê yê 4’emîn de da diyarkirin ku danûstendina sûrî-sûrî li ser maseya Sûrî çarseriya hemû pirsgirêk û aloziyên li Sûriyê ye. Cudahiya pêkhateyan ne astenge, bi cuhdahiyê em dikarin bighêjin demokrasiyê û Sûriyê bi tevahî rêzgar bikin, wê demê wê koçber û penaber vegerin axa xwe.”

‘Pêwîste cîhan li hemberî kiriyarên hikumeta Şamê bêdeng nemîneDi heman çarcoveyê de endama Meclisa civaka Demokratîk (MSD) ya Şehbayê Bêrîvan Elî diyar kir ku 6 salin gel rastî dorpêçê tê û wiha got: “Ev 6 sal in gel di hundirê Şehbayê de ji 2 aliyan ve rastî dorpêçê tê, ji alikî dewleta Tirk a dagirker rojane herêmên me toparan dike û aliyê din jî hikumeta Şamê dorpêçeke giran li ser me feriz dike. Jiyan me bi gelek zor û zehmetiyan derbas dibe, rojane dewleta Tirk a dagirker bi êrîş û balafirên bê mirov sivîlan dike hedef û di heman demê de jî hikumeta Şamê hemû pêdiviyên jiyanî li ser me qut kiriye, ji xwe ji ber qutkirina sotemeniyê û rawestandina nexweşaneyan û nepeydakirina dermanan 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Pêwîste ev yek bê rawestandin û cîhan çavên xwe li hemberî keryarên hikumeta Şamê vekin û dengê xwe bikin.”

‘Dorpêç vîn û hêza me têk nabe’

Bêrîvan Elî da zanîn ku danûstendina sûrî-sûrî li ser maseya çareseriyê ew çareseriya tevahî aloziyên Sûriyê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Tevî ku ev 6 sal in em rastî topbaran, dorpêç û tevahî zehmetiyên jiyanê tên, her roj balaf li ser ezmanê me nehatiye rawestandin, lê tevî vê yekê jî vîn û hêza me neşikest, berovajî wê berxwedana gel wê heta serkeftin û şikandina dorpêçê berdewam be. Herwiha em wek endamê MSD`ê çarsereseriya aloziyên Sûriyê, bi danûstendina sûrî- sûrî li ser maseya çarseriye wek çarseriya yekemîn hildibijêrin.”