Wednesday, May 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êrişa dagirkeriya tirk têkçûyîna wê nîşan dide

27/12/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nikarin hevpeyaman civakî asteng bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Dewleta Tirk a dargirker careke din ji roja 24’ê Kanûnê ve destpê kir binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dijwarî bombebaran û topbaran kirin. Di encamê de navendên tenduristiyê, depoyên genim, stasyon, benzînxane, kargeh, çapxane, cihên hilberîna neftê, xazê û her wekî din gelek cihên bi jiyana gel ve girêdayî kirin armanc. Vê carê jî Wezareta Parastinê ya dagirkeriya Tirkiyê li xwe mukir hat ku artêşa wan li herêmên Parastina Medya derbeyên giran ji gêrîla xwarine, ji lewra êriş pêk anîne. Ev mukirhatina dewleta Tirk rast aliyekî merseleyê ye.

Aliyên din jî ragihandina hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku wekî destkeftiyekî din a hevgirtina gelên wê ye. Ji destpêka şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, dewleta Tirk bi hemû hêza xwe hewl dide rê nede gelên herêmê yekîtiya xwe bi hêztir bikin.

Pê re jî lidarxistina Kongreya 4’an a Meclîsa Sûriyaya Demokratîk (MSD) û beşdarbûna nûnerên ji tevahî xaka Sûriyê sedemeke din e. Di wir de destnîşankirina nexşeriya çareseriyê, kîna dewleta Tirk û Erdogan hîn zêdtir derxiste hole. Bi taybet ji ber bi salane dewleta Tirk û Erdogan di nava hewldanan de ye ku nexşreyên taybet bi xwe li ser gelê Sûryayê feriz bikin. Lê heta niha hemû hewldanên wan naghêjin armancê. Tişta vê yekê jî isbat dike, heta niha nikarin aramiyê li herêmên dagirkirî pêk bînin.

Dewleta Tirk ji destpêka şoreşa galan a Sûriyê ve û heta niha her şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyan bi dest dixe, êrişên nû pêk tîne. Bi vê jî dixwaze temenê komên xwe yên çete DAIŞ, El-Nusra, Artêşa Niştimanî bi hemû nav û şeklên xwe biparêze û temenê wan dirêj bike. Ew di ser wan çeteyan re plan û projeyên xwe yên dagirkeriya xaka Sûriyayê pêk tîne.

Ji ber wê jî bi hedefgirtina binesaziya herêmê dixwaze gelê herêmê bi tirsîne û wan ji xeta çareserî û azadiyê dûr bixîne. Armancgirtina karmednên sivîl û saziyên xizmetguzariyê û yên tenduristiyê li gorî yasayên Neteweyên Yekbûyî sûcê di nava şer de ye. Lê dewleta Tirk bêyî tu aliyên navdewletî li dijberiya xwe bibîne, bi rehetî êrişên xwe pêk tîne.

Ne Rûsiya  û ne jî Amerîka yên qaşo garantorin erka xwe pêk nayînin û bi bê dengiya xwe di êrişên li dijî herêmê de dibin şirîkên dewleta Tirke. Di heman demê de Neteweyên Yekbûyî û sazî û dezgehên wan ên taybet bi Sûriyayê hemû binpêkirin û sûcên şer ku dewleta Tirk li dijî gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, dibîne û gelek rêxistinên girêdayî wan xal bi xal wan belge dikin.

Lê her çendî êriş têne kirin û aliyên navdewletî yên garantor bê deng in jî, gelê herêmê ku hema bêje rojane şehîdên destkeftiyan oxir dikin, bi muraleke mezin ji bo parastina destkeftiyên xwe tê dikoşin. Gelên herêmê û hêzên wan ên sivîl û leşkerî mutleq wê bersiva hemû êrişan bidin û wê serkeftinên mezin bi dest bixin. Ên têkçûyî jî dewleta Tirk a êrişkar e. Yenî pir bi hêsanî mirov dikare bibêje dijwariya êrişên dewleta Tirk têkçûyîna wan nîşan dide.

Post Views: 41
ShareTweetPin

Herî Dawî

Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir
CIVAK Û JIYAN

Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir

21/05/2025
XETERIYA DAIŞ’Ê Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ WÊ
HAJMARA PDF

XETERIYA DAIŞ’Ê Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ WÊ

21/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

21/05/2025
Pêşengê romana Kurdî; romannivîs Erebê Şemo
ÇAND Û HUNER

Pêşengê romana Kurdî; romannivîs Erebê Şemo

21/05/2025
Zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e
ÇAND Û HUNER

Zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e

21/05/2025
Ji çiraxên hunera kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên hunera kurdî

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.