Rojnameya Ronahî

Rêber Apo hêvî û vîna gelan e

Deriya Çiya/Qamişlo

Ji bo azadiya fîzîkî ji Rêber Ebdullah Ocelan û çareserkirina siyasî ji pirsgirêka gelê kurd re, di 10’ê Cotmehê de kampaniyek cîhanî li Silovîna hat destpêkirin, û li hemû welatên cîhanê deg veda. Berpirsê raghandina PYD’ê Husên Feqa, diyar kir ku Rêber Apo vîn û hêviya tevahiya gelê kurd e, û got bi azadiya Rêber Apo wê tevahî alozî û pirsgirêkên herêmê çareser bibin.

Derbarê vê mijarê de û Ji bo ku em nas bikin ku armanca vê Kampaniyê û girîngiya wê di vê demê de tê çi wateyê? Me hevpeyvînek bi awayekî berfireh bi Berpirsê raghandina PYD’ê li Ewropa Husên Feqa re çêkir.

Naveroka hevpeyvînê weha ye:

kampaniya cîhanî ya ji bona azadiya Rêber Apo ev zêdeyî du mehane berdewam dike, hûn pêşveçûna kampaniyê çawe dinirxînin? 

Li pêş hemû gelên herêma rojhilata navîn û ji dîroka ku komplo li ser serokatî dest pê kir, siyaseteke navdewletî ya nû di Rojhilata Navîn de dest pê kir wek; hêzên navdewletî û kapîtalîzma nûjen, bi siyasetekî nû li hember alozî û pirsgirêkên herêmî yê Rojhilata Navîn nêz bûn, da ku hinekî karibin destwerdana van aloziyan bikin û desthilatdariya xwe di rojhilata navîn de mestir bikin, îcar girîng bû ji bo wan ku aloziyên herêmê kûrtir bibin, û riya çareseriyê li pêş wan aloziyan were girtin. Da ku ev armanc jî pêk were divabû ku kesayetên berz di çareserkirina van aloziyan de bidin alî. Di serî de kesayetiya Rêber Ebdulah Ocelan bû, ku nûnertiya çareseriyê di rojhilata navîn de dikir û daxwaza azadiya tevahî gelên herêmê dikir ne tenê azadiya gelê kurd, lê ew rastî komployên navdewletî hat, ew keda çareseriyê serastî siyaseta navdewletî hat û ne li gorî hêzên navdewletî û kapîtalîzma nûjen bû, ji lewma ev kompilo birêve çû û ta radeyekê armancên xwe anî holê, lê ji wê dîrokê heya 2021’an jî Rêberê gelê Kurd Ebdullah Ocelan dikarîbû roleke mezin di hişmendiya gelê kurd û gelên herêmê de bilîze, dikarîbû ku riyên çareseriyê di herêmê de bi awayekî aştiyane bi pêş bixe. Ji dîroka 2021‘an heya niha ev tecrîda ku li ser Rêbertî bi rê ve diçe û berdewame, ne tenê tecrîda li ser Rêberê gelê kurd Abdulah Ocelan e, ew tecrîde li ser gelê herêmî û gelê kurd bi giştî ye. Û rêgirtina rê li hember çareseriya hemû aloziyên rojhilata navîn, di serî de doza gelê kurd. Hêzên navdewletî û welatên ku kurdistan bi herçar parçeyên xwe dagir dikin, ku ne ji bo berjewendiyên wan ban e wê niha ev alozî çareser bûbane, lewma ev tecrîda li ser Rêbertî heya niha berdewam dike, armanc ji vê kampaniya navcîhanî, azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê kurd Ebdullah Ocelan e, û çareserî ji bo doza gelê kurd e. Girîngiyeke di vê dema niha de ji bo dengê gelê kurd bighêje raya giştî heye, herweha em dibêjin raya giştî ji ber ku siyasetên navdewletî yên fermî heya niha riya çareseriyê ji bo Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên xwe nabînin. Lewma jî divabû ku dengê azdîxwaz ji çareserkirina hemû aloziyan re bê holê, û ew deng bibin yek. Ev kampaniya di nav tevahî cîhanê de hat lidarxistin ji bo ev kesên çalekvan û xweyê bandor di duniyayê de bi kesayetên ku dikarin rola xwe di nav raya giştî de bilîzin diviyabû ku mirov xwe bighîne wan û ev deng bibin yek. Armanc di vê qonaxê de girêdayî girîngiyên çareserkirina aloziyan, ji lewma heya niha gelek hewldan hatine kirin, gavên gelek mezin jî hatine avêtin, hemû saziyên navdewletî û yên mafên mirovan, kesayetiyên ku xelata nobilê girtine û xwedî bandor dengê wan ji bona daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ebdullah Ocelan û çareseriya doza kurd bûne yek. Di aliyê fermîbûna van saziyan de heya niha li gor desthilatdariya kapîtalîzên nûjen, ev saziyên mafên mirovan yên ku peywendîdar nikarîbûn rola xwe bi awayekî fermî bilîstane, lê ew hewldan wê hertim berdewan bin da ku bi şêwayekî fermî di siyaseta navdewletî de ev daxwaz bên tekeskirin.

kampaniya heta niha çawa birêve diçe, tevlîbûn jê re çawaye, hûn çalekiyên heyî û asta wan çawe dinirxînin?    

Kampaniya azadiya serokatî heya niha gihştiye astekî bilind, û bi awayekî pêşketî bi rêve diçe, di vê kampaniyê de bi meliyonan imze hatin komkirin, bi dehan bilatforim li bajarên Ewropî hatin lidarxistin, wek nimûne li Lozanê bilatformek hat lidarxistin ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertî, û him jî ji bo çareserkirina doza kurdî, li pêş perlemana Elmanî Berlîn li bajarê Kolin, Firayborg û li Cinêvê wê li dehan bajarên Ewropî ev bilatforim bên lidarxistin, di vê astê de gelek deng di nav perlemana Ewropa de bilind bûne, ew deng jî daxwaza şikenandina vê tecrîdê dikin. Herwiha şandeyek rêxistinî ji jinên navdewletî serdana Tirkiya kiribûn, di vê mijarê de hinek daxwaz dabûn, lê heya niha faşîzme Tirk di vê demê de him bi faşîzimbûnê nêzî doza gelê kurd dibe, him jî bi vî awayî nêzî doza azadiya Rêbertî dibe, ji lewma jî guhên wan li pêş van daxwaziyan girtî ne. Bi sedan akadimisiyan, rewşenbîr, rojnameger, siyasetmedar, bi dehan partiyên Çep li Ewropa tevlî vê kampaniyê bûne, hemû kesên azadî û demukrasîxwaz yên ku li doza azdî, aştî û demukrasiya herêmê digerin bi dehan ji wan dengan tevlî vê kampaniyê bûne. Di serî de gelê kurd yên li herçar parçeyên kurdistanê, herwiha ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertî kampaniyeke girava berçîbûnê di hundirê zindanên Tirkiyê de destpêkir, ew jî piştîvaniyek ji bona kampaniya li Ewropayê destpêkirî bû. Bi hezaran gelê me tevlî vê kampaniyayê bûn û heya niha berdewam e. Ev dengên ku di duniyayê de daxwaza azadî û şikenandina tecrîda li ser Rêbertî dikin, heya niha di asteke bilind de birêve diçe. Ev kampaniya wê berdewam bin heya ku bighêjin aramaca azadiya fîzîkî ya Rêber Ebdullah Ocelan û çareserî ji doza kurdî.

Ji bo kampaniya azadiya Rêbertî li ser asta cîhanê biserkeve pêwîste çi were kirin?

ji bo ku ev kampaniya bi ser bikeve, pêwîst dikê ku bi şêwayekî cidî hewldan bi pêş bikevin û di nav saziyên navnetewî de hertim dubare bibin, heya ku ev doz bê çespandin û tekezkirin. Ev saziyên ku li dijî işkenceyê ne divê hewldan bi şêwazakî fermî bê kirin, da ku ev deng derkevin û daxwaziya şikenandina vê tecrîdê û kar ji bo azadiya fêzîkî ji Rêber Ebdulah Ocelan re bê kirin. Ji lewma di vê qonaxê de pêwîst dike ku hemû gelên azadîxwaz tevlî vê kampaniyê bibin. Herwiha pêwîstiyeke mezin bi darxistina kongirên navnetewî heye, ku bi armanca azadî ji bo Rêbertî û çareserkirina doza kurdî darbikevin, ne tenê li Ewropa lê li tevahî cîhanê. pêwîste ew encamên ku ji kongireyan bên girtin bighin saziyên navnetewî, da ku karibin bi şêwazekî ji şêwazan fişarê li ser desthilatdariya Turkiyê bikin, da ku ev tecrîda li ser Rêbertiyê bê şikenandin. Di vê mijarê de jî nêzîkbûna gelê me ji bo vê kampaniyê pêwîste ku di vê hişmendiyê de pêş bikeve. Ji ber ku azadiya Rêber Ebdullah Ocelan çareseriya ji bo doza kurd û hemû gelên rojhilata navîn e. Lewma jî girînge ku hemû gelê Kurd û dostên kurdan yên azadîxwaz tevlî vê kampaniyayê bibin