Rojnameya Ronahî

‘Armanca me ya sereke xurtkirina rola jinê ye’

 

Weqfa Jina Azad a Sûriyê ji bo perwerdekirin, pêşxistin û  xurtkirina rola jinan di civakê de, di nava salekê de gelek piroje, kar û xebat da meşandin. Rêvebera Weqfa Jina Azad a Sûriyê  Sultana Xişo diyar kir ku armanca wan ya sereke pêşxistina asta jinan di tevahiya aliyan de.

Di Îlona 2014’an de bi dirûşmeya‘Jina Azad Bingeha Civaka Azad e’ Weqfa Jina Azad li Rojava hat damezrandin. Armanca damezrandina wê jî ew e ku pirsgirêkên civakî li Bakur û rojhilatê Sûriyeyê bên çareserkirin û civak di hemû warên jiyanî de bê pêşxistin. Piştî pêşketina mezin di herêma bakur û rojhilatê Sûriyê de pêk aniye û ji bo ku bigihîjin hemû jinên herêmê,di konferansa 2021’ê de biryar dan ku navê xwe biguherînin û bikin ‘Weqfa Jina Azad a Sûriyê’

Di Weqfa Jinê de gelek beş hene, di nav de beşa perwerdeyê ya ku karînên jinan û têkiliyên wan ên civakî û tendirustî di hemû waran de bi pêş dixe ji bo binesaziya civakê xurt bike û beşdariyên jinan di bernameyan û projeyên pêşveçûnî de bi pêş bixe.

Di nava sala 2023`an de Weqfa Jina Azad a Sûriyê (WJAS) li herêma bakurê û rojhilatê Sûriyê li ser zehmetiyên jinan yên aborî, siyasî, tenduristî û çandî bi rêbazên wekî perwerdehiyê xebitî. Weqf bi xebatên xwe ji bo van xalan têdikoşe, wekî wekheviya di navbera zayendan de, ziman û olên cuda yên herêmê û rêzdariya di navbera netewe, çîn û komên civakî yên bakur û rojhilatê  Sûriyê de.

Piştî Şoreşa Rojava ku li bakur û rojhilatê Sûriyê hate destpêkirin û Rêveberiya Xweser hate avakirin, yek ji saziyên ku hate vekirin Weqfa Jina Azad a Sûriyê bû, Weqfa Jina Azad a Sûriyê ji bo jinan derfetên kar pêş xist. Armanca Weqfa Jin ew e ku jinan di hemû aliyan de bi rêxistin bike, ji bo jinên ku pirsigrêkên wan hene çareseriyê bibîne û ji bo ku jin bikaribin hêza xwe bibîne û nas bike drfetên kar dide wan. Her wiha salane di hemû beşan de perwerdeyan li dar dixe. Komîteyên navenda weqfa jina azad li Qamişlo ye, ofîsa wê li bakur û rojhilatê Sûryeyê belav in. Li Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Dirbêsiyê, Hesekê, Kobanê û… hwd. Li kampan jî heye; kampa Hol, WaşoKanî û Roj. Di hundirê Weqfê de gelek Komîte hene; Komîta tendirustî, perwerde, proje, dîblomasî, mafnasî û daraya her komîteyeke jî pratîk û teorî wê heye.

Wiqfa Jin hewl dide ku jin ji hizrê zilam xilasbike 

Her wiha ji ber krîza ku Sûriyê tê re derbas dibe nirxê lênerîna bijîşkan biha bûye, ji ber wê jî her nexweşaxaneyeke bijîşkeke taybet ya jinan û zarokan lê dimînin û ew tên tedawîkirin, ev yek gaveke pîroz bû û ji wê encamên baş hatin dîtin. Herwiha nexweşxaneyeke li gundewarên bajarê Dêrikê hat avakirin, ew jî ji bo jinên ducanî yên dûrî nexweşxaneyên bajar e. Di heman demê de komîteya perwerdeyê semînerên pratîkî û teorî didin jinan ji bo guhertina zihniyetê, ji ber ku berî şoreşa Rojava jinê bi zihniyeta mêranî dihizirî, ji ber vê yekê jî perwerde ji jinan re di Weqfa Jina Azad de hate dayîn da ku zihniyeta mêr ji civakê rabe û jin xwe bi xwe birêve bibe, vegere rastiya xwe zanibe rola wê di civakê de çi ye. Her wiha bi van semîneran weqfa jinê xwest bi jinên kedkar re bibin alîkar, baxçeyên zarokan hat vekirin armanca wan jî ew e ku ne tenê wan fêrî pênûs û lênûsê bikin, fêrî çand û exlaq jî bikin.

Piroje ji bo zarokan

Weqfa Jin bexçeyên zarokan ji bo zarokan vekir, jinên karker hene diçin karê xwe nikarin zarokên xwe bi tenê li mal bihêlin, ji bo wê jî weqfa jinê bexçe vekirin, armanc ew bû ku jinên karker bi rehetî karê xwe bikin. Herwiha navendên mûzîkê jî hatin vekirin, armanc ji vekirina wê jî ew e ku zarokên penaber têde fêrî amûrên muzîkê bibin, ji bo ku ji wê rewşa şer derkevin. Tiştekî pir girîng bû carnan komîteyên weqfa jin yên mûzîkê beşdarî şahî û mîhrîcanan dibûn. Cihekî werzîşê li navend Weqfa Jin a Azad ji jinan re hat vekirin.

 Weqfa jin ji bo nasnameya jinê kar dike

Ne tenê herêm, li hemû kampan jî ev kar û xebat tên kirin. Li kampa Hol û Roj jî weqfa jin   ofîsên xwe vekirin, her wiha kar û xebatên xwe bi awayekî rast bi rêve dibin, ji ber ku jinên DAIŞ’ê ne, ku ew hizrê DAIŞ`ê ji hole were rakirin û tune kirin. Weqfa jin Ji bo nasnameya jin kar dikin û derfetê didin wê jinê. Di heman demê de li kampa Hol û Roj pir karan didin meşandin semîner ji jinan re tên dayîn, ziyaretî kona tê kirin û piştre semînerên fikrî ji wan re tên çêkirin û encamên gelekî baş tên bidest dixin, li wan kampan hin jin ew cil û bergên reş guhertin. Ji 2014’an heta 2020’an navê Weqfê, Weqfa Jina Azad a Rojava bû, piştre  guhertin hat çêkirin û navê weqf jî bû ‘Weqfa Jina Azad a Sûriyê’ ji ber ku bi nasnama jinê kar dikin ne tenê herêmekê kar dikin an jî pêkhatiyekê. Her kesê ku di Weqfê de kar dike ji hemû pêkhateyan kar dikin. Di demê pêş de jî weqf dixwaze projê xwe bêhtir xurtir bikin. Sala bê jî dixwaze ku ev perwerdê ji jinan re tên kirin koperetîf vekin.

Piroje

Weqfa Jina Azad a Suriyê, di sala 2023`an de gelek kar û xebat da meşandin. Her wiha pirojeyên ku herî zede li ser baldarî hat kirin jî, perwerdê bû, perwerde ji bo hemû jinan ku di nav de endamên weqfê û hem jî li hemû komînan, saziyan û tax û gundan. Di vê derbarê de 1524 semînerên fikirî hatin dayin, mijar jî piranî li ser tundiya ku li ser jinê tê kirin, zewaca temen biçûk, zagonên malbatî û ziyaretên mala jî pir hatin kirin. Her wiha Komîteya tendirustî a weqfa jin di sala 2023`an de rola xwe baş lîst û bi aktîf hereke dikir, pir sermînerên tendirustî dan, hem tewrî û hem jî piratîkî, nêzî 2500 semînerên tendrustî hatin dayin û 728 perwedeyên mudaxila lezgîn hat dayîn, hijmara neweşên ku ji aliyê nexweşxaneyên weqfa jin ve hatina tedawî kirin 5424 bûn, hijmara nexweşan ji salên borî de zedetir bûn, sedema wê jî ji ber ku nirxên derman û bijîşan pir buha bû û qirîzekê pir mezin a aborî li ser civakê hat kirin. Ji ber vê yekê nexweşxane û mustewsatê weqf gel pêşwaz kirin ku heya astekî bi wan re bibin alî kar.

Pirojeyên ku nehatin pêk anîn

Weqfa jin dixwest ku di sala 2023`an de ofîsek li Şeheba û Helebê veke, ji bo vê jî hazirtî hatin kirin ku were vekirin. Lê hin pirsgirêkên awlehî li pêşiya wan bûn asteng û hat îbtalkirin. Di nava sala 2024`an de û di nava bernameya me ya sereke vekirina ofîsa weqf li Şeheba û Helebê ye û beşên perwerdan ji bo jinan hîn zêdetir bikin.

Zehmetî

Di heman çarçoveyê de Rêvebera Weqfa Jina Azad a Sûrî Sulatana Xişo balkişand li ser zehmetî û astengiyên ku dikevin li pêşiya wan û wiha got: “Em wekî weqfa jin destpêkê zehmetiyên me ji aliyên aborî hene û ev jî dibe asteng li pêşiya me ku gelek pirojeyê me ji bo aboriyê tên rawistandin. Ji ber ku pirojeyên me pirojeyên civakî ne, her wiha ew qezence mizin di nava pirojryê me de tune ye û aboriya me ji pirojeyên me tên û tû rêxistin û sazî nabe alîkar, ev ji bo me zehmetoya herî mizine. Lê ji bo jinan bo rastî di destpêkê de Weqf li jinan digeriya, lê niha jin tên serdana weqfê dikin, li derdora me kom dibin em ê jî li gor nerînê jinan bin. Çi kar û xebat ji me were xwestin em ê bikin bi hemû jinan re alîkarbin destekê bidin wan.”