Monday, June 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

14 Yekîtiyên Rewşenbîrî û Olî  êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

26/12/2023
in Uncategorized
A A
14 Yekîtiyên Rewşenbîrî û Olî  êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/Qamşlo

Desteya Çandî ya Kantona Cizîrê û bi tevlîbûna 13 sazî û yekîtiyên çandî, hunerî, wêjeyî û olî bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, sazî û yekîtiyên çandî, hunerî, wêjeyî û olî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Daxuyaniyî seat di 10’an de li  li Baxçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişloyê hat dayîn.

Herwiha daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî bû û ji aliyê hevseroka Desteya Çandê ya kantona Cizîrê Firyal Çolî û endamê Dîwana Wêjeyê Aram Elî ve hat xwendin.

Di destpêka daxuuaniyê de bal hat kişand li ser  êrîşên dewleta  Tirk a degirker û hedefgirtina  gelên bakur û rojhilatê Sûriyê  û binesaziya wê û wiha hat gotin:“ Bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî êrîşên hovane yên Tirkiyeyê tên. Di van êrîşan de kesên sivîl, binesazî û avaniyên xizmetkariyê yên weke navendên tovên çandiniyê, stasyonên elektirîkê, bîrên petrol û gazê û malên sivîlan têne armanckirin. Di êvara şahiyên zayîna pêxemberê aştiyê de ev êrîş pêk tên. Dewleta  Tirkiyeyê bêyî ku guh bide zengilên dêran û velorînkên aştîxwaziyê her derê dike armanc. Di encama bombebarankirina hovane de bi dehan kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane û bi sedan zarok, jin, kal û pîr birîndar bûne. Dewleta Tirk derdora zindana E`laya ya ku çeteyên DAIŞ’ê tê de ne armanc girt, da ku dîwarên zindanê ji çeteyan re veke û ewlehî û aştiya  sivîlan bikeve bin gef û metirsiyê. Çeteyên DAIŞ’ê, girêdayî pergala Erdoganê terorîst ku dixwaze herêmê bixe bin gefa vegera van çeteyan. Dewleta Tirkiyeyê hincetan peyda dike da ku dijminahiya xwe ya bi gelên herêmê re berdewam bike. Ji dagirkirina Cerabulsê ya di tebaxa 2016`an de, heta bigihêje dagirkirina Efrînê ya di 2018`an de û dagirkirina Serêkaniyê û Girêspî ya di 2019`an de, gef û dijminahiyên Tirkiyeyê ranewestiyane. Berpirsyar û rayedarên vê pergala faşîst bi awayekî aşkere, dijminahiya xwe ya li dijî hemû pêkhateyên herêmê, di hemû helkeftinan de didin xuyakirin. ”

Di daxuyaniya de hat destnîşankirin  ku dagirkeriya Tirk bi êrîş û gefên xwe  dixwaze herêmê ji şêniyan vala bike û siyaseta guhertina demografiyê li ser herêmê pêk bîne û wiha hate berdewam kirin: “ Tirkiyeya faşîst dijminahiya gelên hêrêmê dike û êrîşan dibe ser sivîlên destvala. Ev, sûcekî li dijî mirovahiyê ye û ev terora dewletê ye ku dûrî hemû nirxên mirovahiyê û zagonên cîhanî ye. Di encama van sûcan de şêniyên herêmê, ji cihên xwe bi zorê têne koçberkirin. Pergala faşîst hewl dide herêmê ji şêniyan vala bike û siyaseta guhertina demografiyê li ser herêmê pêk bîne. Ev êrîşên hovane him berdewamiya êrîşên qirkirinê ne him jî bersiveke faşîst a li dijî Konferansa Çaremîn a MSD’yê û ragihandina Hevpeymana Civakî ya nû ne. Lê em dizanin ku ev heypeyman, ji bo hemû gelên Sûriyeyê serkeftinek e; nexşerêya çareserkirina qeyrana Sûriyê ye. Û ev hevpeyman, xizmeta planên siyaseta Tûranî ya Tirkiyeyê û armancên wê yên li dijî ji Dêrikê heta Siwêdayê vîna gelên Sûriyeyê nake. ”

Di dawiya daxuyaniyê de sazî, yekîtiyên wêjeyî, civakî û olî wiha bang li rêxistin û sazîyên navneteweyî yên mafên mirovan kirin: “Em van êrîş û gefên Tirkiyeya dagirker yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar dikin û em bang li aliyên navneteweyî yên dabînker û civaka navnetewî dikin ku di derbarê van êrîş û gefên dubarekirî yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de helwesta pêwîst nîşan bidin û bi erk û berpirsyarên xwe ve rabin, destwerdanê bikin û dijminahiya hovane a li ser herêm û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin û sivîlan ji terora domdar a Tirkiyeyê rizgar bikin. Em dengê xwe digihînin hemû rêxistinên girêdayî mafên mirovan, hemû aştîxwaz, hemû hêzên demokrasiyê û hemû rojnamevanan ji bo ku ev dijminahiya ketûber û hovane raweste, bi erkên xwe rabin û van êrîşan şermezar bikin. Wê aştî, ewlehî û jiyana azad li gel têkoşîna giştî, bi vê yekê pêk were.”

Post Views: 44
ShareTweetPin

Herî Dawî

kovara Mizgîn-186
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-186

16/06/2025
7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.