Rojnameya Ronahî

Hunermendê Kurd Mihemed Elî Şakir li Qamişlo hat bi bîraanîn

Birûc Resûl/Qamişlo
Hunermend û muzîkjenê kurd Mihemed Elî Şakir di 3’emîn salvegera koça wî ya dawî de, li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hat bi bîr anîn.
Di 24’ê Berfanbara 2020’an hunermend û muzîkjenê kurd Mihemed Elî Şakir bi sedema nexweşiya korona, li nexweşxaneyeke bajarê Qamişlo koça dawî kir û li gorstana Şermola ya Amûdê hat oxirkirin.
Bi wesîleya 3’emîn salvegera wefata hunermendê kurd Mihemed Elî Şakir, bi pêşengiya Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamiyayê, Yekîtiya Rewşnbîran, Yekîtiya Hunermendan û Rêveberiya Çandê ya kantona Cizîrê, li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê, hunermend Mihemed Elî Şakir hat bi bîr anîn.
Di destpêkê de deqeyek rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan hat rawistandin, her wiha li ser navê malbata hunermend Mihemed Elî Şakir axaftin hat kirin û tê de behsa jiyana wî hat kirin.
Piştre senefiziyonek derbarê jiyan û berhemên wî, herwiha axaftinên helbestvan û hunermendên derveyî welat li ser kesayeta hunermend Mihemed
Şakir, hat pêşandan.
Piştî wê helbestek ji aliyê helbestvan û hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê Anahîta Sîno ve hate xwendin.
Di herî dawî de ji aliyê hunermend Hesen Dêrik, Amer Remo û Rewşen Abrahîm stran hatin gotin.