Rojnameya Ronahî

SZK’ê saziya parastin û pêşxistina zimanê Kurdî ye

Hemza Sêvo/Qamişlo

SZK’ê ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî li Rojava îsal 5 pirtûkên cuda û sûdmend weşandin, 3 bernameyên girêdayî ziman û çandî pêşkêş dike, herwiha perwerdeyên zimanê kurdî dide hezkiriyên zimanê dayîkê. Hevseroka SZK’ê, Viyan Hesen ji aliyê xwe ve anî ser ziman ku pêwîstiya zimanê kurdî bi kesên pispor heye û hêviya vê yekê jî di xwendekarên zanîngeh û hezkiriyên zimanê kurdî de heye.

Ziman ji bo mirov yek ji mercên hebûnê ne, hebûna SZK’ê ji bo hebûna gelê kurd li Rojava jî cihê hewcedariyê ye. Saziya Zimanê Kurdî (SZK), li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, saziyeke ku mijûlî hemû warên zimanî yê pêkhateya kurd dibe. Ev sazî di sala 2007’an de hatiye damezrandin.

Ji ber qedexekirina hikumeta Şamê ya li ser ziman, çand û her tevgereke rewşenbîrî û siyasî yên têkildarî gelê kurd bûn, SZK’ê jî heta 2011’an bi awayekî veşartî ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî wê demê xebat dida meşandin.

Êdî bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re SZK’ê û gelê kurd ketine qonaxeke nû de, derfetên xebata ji bo pêşxistina zimanê kurdî hêsantir bû û heta roja îro xebat berdewam e.

Herwiha ev sazî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek navend û komîtê wê hene, 40 mamosteyan û 35 xebatkaran dihewîne nav xebata xwe ya rojane.

Berhemên ku îsal ji aliyê SZK’ê ve hatin weşandin ev in:

1: Berhema “Rêzimana Kurmancî” ku ji hêla herdu endamên SZK’ê Ferhad Mûsa û Vîyan Hesen  ve hatîye danîn, nûxurîya weşanên SZK’ê û berhema wê ya pêşîn e.

2:Dîwana “Xebat û Şîyarî” ya Mela Ehmedê Paloyî. Latînîkirin: Beşîrê Mela Newaf û Izedîn Silêman.

3:Berhema “Wata di Navbera Semantîk û Pragmatîkê da.” Daner: Şêrzad Sebrî Elî

4:Berhema “Alomorf di Zimanê Kurdî da”. Daner: Zêrîn Xorşîd Selîm.

5: Berhema “Kird, Kirmanc, Dimilî yan jî Kurdên Zaza”yê ya Malmîsanijî ji nav weşanên SZKyê derket. Wergera ji zimanê tirkî bi riya Hacer Petekkaya (Xecê) û Mîlad Xezalê.

Bernameyên ku SZK’ê bi awayîkî rojane diweşîne ev in:

Bernameya Kilasîkên Rojhilatê, bi riya pêşkêşvan, Deham Ebdilfetah.

Bernameya Her Rojek Peyvek, bi riya pêşkêşvan, Anahîta Êlo.

Bernameya Biwêjan, bi riya pêşkêşvan Evdiselam Xoce.

Derbarê kar û xebata SZK’ê de hevseroka Saziya Zimanê Kurdî, Viyan Hesen ji rojnameya me re axivî.

 Kar û xebata SZK’ê

Viyan têkildarî kar û xebata SZK’ê wiha got: “SZK’ê 5 komîteyan digre nav qada xwe ya xebata ji bo zimanê kurdî. Weke komîteya ziman, lêkolînan di derbarê zimanê kurdî de dike û bi taybet zaravaya kurmancî. Armanca vê komîteyê amadekirina cavkaniyên zanistî û akadîmî ji qada zimanî re ye. Herwiha berhman amade dike weke van berhemên ku îsal ji weşanên SZK’ê hatin derxistin, yek ji van berheman jî berhema SZK’ê ya yekem, bi navê Rêzmana Kurmancî. Rêzmana Kurmancî pirtûkeke giranbuha ye ji bo kurdên Rojava û bi armanca sitandardbûna zaravaya kurmancî derxist. Komîteya Raghandinê an jî (SZK Mediya) heye û SZK’ armanca wê ew e ku hin mijarên zimanî bi awayekî hêsan bi riya soşal mediya bighîne civakê. Di heman demê de jî bi riya 3 bernameyên xwe yên zimanî sûdekê bide civakê. Herwiha komîteya berhevkariyê jî çîrok, destan, biwêj, peyîv hwd… ji bo amadekirina berheman ji nav civakê berhev dike. Di heman demê de komîteya perwerdekirinê cihê xwe di nav SZK’ê de digre. Ev komîte mijûlî perwerdeya zimanê kurdî ji bo mamoste û xebatkaran dibe, li ser vê bingehê kar û xebatê di çarçoveya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dide meşandin. Perwerde bi zaravaya kurmancî li ser 3 astan ji bo xwendekar û mamosteyan tê dayîn. Herwiha perwerdeya zaravaya zazakî jî tê dayîn. Komîteya kargêrî jî heye û mijûlî warê erşîf, belgekirin û aborî dibe.

Viyan Hesen di derbarê kar û xebata SZK’ê de wiha domand: “Berhemên ku me îsal weşandin tev jî berî sala 2023’an kar li ser wan hatibû kirin û bûn berhemên SZK’ê yên îsal. Îsal jî kar li ser berhemên nû tê kirin, pirtûk tên berhevkirin û wê di demê pêş de werin weşandin. Ji bo bernameyên îsal jî heman tişte, sala 2023’ê berdewamiya xebat sala 2022’yan e û xebat li ser mijarên nû tên kirin.”

Astengiyên ku derdikevin pêşiya xebata SZK’ê

Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî, Viyan Hesen di derbarê astengiyên ku derdikevin pêşiya SZK’ê wiha anî ser ziman: “Em weke Saziya Zimanê Kurdî, ku saziyeke mijûlî xebat û lêkolînkirina li ser zimanê kurdî dibe. Carcaran Rojava di rewşên zehmet re derbas dibe, rewşa ewlehî nearam dibe û bandorê li kar û xebata me jî dike.  Pirîcarna em lêkolînên zimanî ji bo berhem û bernameyên xwe di nav civakê de çêdikin dema ku êrîş tên ser herêma me, em neçar dimînin, van ger û lêkolînan rawestînin. Ev yek dibe kelem li pêşiya kar û xebata SZK’ê. Herwiha em li Rojava di peydakirina kesên bispor de ku ji bo mijûlî xebata zimanî bibin astengiyan dikşînin. Birastî li Rojava hejmara van kesên akadîmîsen yên ku di qada lêkolînan a SZK’ê de ne, kêm in. Ji bo ku zimanê me bêtir were pêşxistin û parastin pêwîstiya me gelekî bi van kesên wiha heye. Hêviya me ji hezkerên zimanê kurdî, xwendekarên me yên zanîngeh, peymangeh û yên xwendina bilind de heye  ku xwe baş li pêş bixin, bi coşeke mezin tevlî xebatên zimanê kurdî û SZK’ê bibin.