Rojnameya Ronahî

Dayê Qumrî, 45 sale teşîrîs çêdike

Dayîka Qûmrî Tunç ku li Wargeha Mexmûrê jiyan dike, ev 45 salin bi teşiyê rîs çêdike û bi wê rîsê jî gore, parzûn, şeleme û her cûre keda dest çêdike. Dayîka Qûmrî dibêje: “Ez çanda xwe dihûnim û diparêzim.”

Jin û çand-huner ji hev nayê veqetandin. Ji dîrokê heta roja me ya îro avaker û parastvana çand û hunera civakê, jin e. Ne tenê di civaka Kurd de, di tevahî cîhanê de jin xwedî li çand, huner û civaka xwe derketiye.

Jinên Kurd ku bi girêdana xwe ya bi huner û çandê re tê nasîn, timî bi keda destê xwe zilm, êşên kişandî û xweşiktiya jina Kurd jiyan kirî vehûnandiye. Jinên Kurd ev sedan sale bi hirya pez rîs çêkirine û bi wê rîsê jî gore, parzûn, lîf, şeleme, têr, mehfûr, werîs, doxîn û her cûre keda dest çêkirine. Civaka Kurd bi keda destê jinan xwe daye jiyankirin. Heta roja me ya îro jî çand û hunera çêkirina teşîrîs di nava jinên Kurd de heye.

Dayîka Qûmrî Tunç ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jiyan dike, ev zêdeyî 45 salane teşîrîs çêdike û bi wê yekî xwedî li çanda xwe derdikeve.

Ji dayîka xwe fêr bûye

Dayîka Qûmrî di destpêka axaftinên xwe de tîne ziman ku ew hîn di zarokatiya xwe de fêrî çêkirina teşîrîs bûye û got: “Ev kar karekî hunerî ye û em ji pêşiyên xwe ango dayîkên xwe fêr bûne. Çanda me ye û emê wê çandê bidin jiyankirin. Ev 45 salin, ez vî karê dikim û ezê bidim berdewamkirin.”

Qûmrî Tunç di nava axaftinên xwe de da zanîn ku jinên Kurd ji hirî, rîs çêdike û ji wê rîsê jî gore, parzûn, lîf, şeleme, têr, doxîn, werîs, mehfûr û her weke din çêdikin. Her wiha diyar kir ku ew dest ji çanda xwe bernade û niha jî li Wargeha Mexmûrê çanda xwe dide berdewamkirin.

Dayîka Qûmrî destnîşan dike ku jinên Kurd berê ji bo ku rîsên reng bi reng bidest bixin ji xwezayê sud digirtin, ango bi gul, qalikên gûzan û her cûre şînatiyan rîs çêdikirin. Bi vê yekî carek din girêdana jinên Kurd bi xwezayê re diyar dibe. Dayîka Qûmrî wiha behsa peydakirina wan rengan dike: “Rîs bi xwe spî ye, lê ji bo ku em rengên cûda peyda bikin, me ji xwezayê alîkarî digirt. Me bi qalikên gûzan ango jêre dibêjin rizgoz, dikelandin û rengê reş peyda dikir. Me kîjan reng dixwest, me ji xwezayê digirt û bi kelandina wan berheman reng derdixist holê.”

‘Xwezî li zehmetiya berê, ne rehetiya niha’

Dayîka Qûmrî çêkirina teşîrîsê wek destpêka hunerê binav dike û dibêje ku berhemên berê ji yên niha ango ji yên pergalê bi tenduristirin. Her wiha bal dikêşe li ser zehmetiyên çêkirina teşîrîsê û wiha pê de diçe: “Berhemên niha yên dikanan, hemû ji tenduristiyê re ne başin. Ji ber ku plastîk di nav de hene, lê di nava rîs de nînin. Raste niha hertişt hêsan bûye, lê kêfxweşî û ked nemaye. Berê zehmetî hebûn, li kêleka wan zehmetiyan jî kêfxweşî hebûn. Niha ked nîne, her kes fêrî betaliyê bûne û ji bo wê niha rêjeya nexweşiyan zêde ne.”

Herî dawî Dayîka Qûmrî Tunç destnîşan kir ku eleqederiya ji teşîrîsê re kêm bûye û tenê kesên nimêj dikin carnan ji xwe re goreyên rîs çêdikin, li ser wê bang li ciwanan dike ku xwedî li çanda Kurdewarî derbikevin.