Rojnameya Ronahî

Zimandirêjiya ser Şêx Seîd

Hafiz Ahmet Turhalli

Ev demeke zimandirêjî bi cureyekî êşkere li şehîdê kal Şeyx Seîd tê kirin.

Dijê wî gotinên pir kîret, ji devên Kemalîst û Turanîstan tên verişandin.

Divê neyê jibîrkirin evjî leystikekî Osmanî û Kemalîstane.

Lewra di hilbijartinan de Kurdan bera hevdu bidin û di navberêde, ji hilbijartinên heremî sudê wergirin.

Ev projeya ku neha berbiçav dikin û guftugoyan ser pêşdixin, di dema Partiya HDP’ê de hatiye plansazkirin, ji ber ku li ser şaredariyên HDP’ê qeyum hatin bicîhkirin û ev projeya han jî, nehatibî cîbîcîkirin.

Gelo çi bû, çi qewimî binişkeve ev proje carekî din hate vegotin?

Gelo AKP û MHP’yî yên ku, nêviyê Şêx Seîdê kal bi çekên kîmyewî dişewitînin, bajarên wan wêran dikin, ser erd û bin erdê welatê wan talan dikin, hestiyên neviyê Şêx Seîd di qutîkan de radestî malbatên wan dikin, dê çawa navê Şêx li bulwaran bikin?

Ev leystikekî kîrete: Ka em bipirsin, kanî mezelê Şeyx Seîdê kal, Seyît Riza û Seîdê Kurdî?

Ma hêzên ku nêvîyên Şeyx Seîd, di fermanan derbas dikin, wê çawa navê Şêx Seîd li rêkan bikin?

Kesê di zêviya qatilên Şêx Seîd de hatine çinandin, wê çawa li Şêx Seîd xwedî derkevin?

Divê neyê jibîrkirin, ev leyistikên han pir aline. Aliyekî xwe ji bo Kurdên bê hişin, anjî Kurdên hizra wan kêm, ger ev plan biserkeve, dê bibe qezencekî ji bo hilbijartina Şaredariyan. Aliyekî ji bo Kurdên neha di Koşk û Qesrên wan de roniştîne û xulamiya wan dikin, henekî ji wanan kirin parlementer ku berêjî, nehajî telîmat û emrên xwe ji Qatilên gelê xwe digrin. Ewên ku dema desthelata Kemalîstên sorde, bi deh hezaran Kurd kuştin, di bin xaniyên xwe de cendekê wan veşartin, ser wan bedenên bin ax kirîde, sofreyên xwe danîn û xwarin xwarin, ji bo ew xwe binavê Şêx Seîd bişon û millete me bi xapînin ev rojev hate hunandin.

Qatilên nêviyên Şêx Seîd, neha binavê HUDA-PAR’ê dixwazin bêjin em şopdarên Şêx Seîd in.

Bi van guftogoyan dixwazin, Doza Şeyx Seîd wek dozekî Olî ku, tu eleqeyekî wê bi doza Kurd û Kurdîstanê ve tunnebe, were bicîhkirin û ev guftugo bikeve bin xizmeta senteza Îslama Tirk. Ev tişt eşkere tê dîtin. Guftugo li ser Şêx Seîdê kal tê kirin, lê hêlekî kemalîstên sor ji wê sud wergirin, hêla dîtir jî kemalîstên kesk, sudê wergrin.

Ji bo Şêx Seîd û Kurdan jî, şêlokirina doza wan pêşkeve û doza Kurdîstanê ji binîve were tunne kirin.

Derewçîyên HUDA-PARM’ê ku li gor demê geh hevkarên kemalîzma sorin, geh jî yên keskanin, behsa Şêx Seîd dikin.

Ger van qatilan bi rastî tewbe bikirana û ber bi Xweda û millete xwe bihatana, diviya deh qatê mîtîngên hevkariya Flîstîniyan, ji bo Şêx Seîd miting lidar xistibana.

Şêx Seîd, Seyît Riza, Şêx Ehmed Berzencî, Qadî Mihemed û hemû Şehîdên me nirxên me ne û divê Kurdên dilsoz, misilmanên rast, welatparêzên bi rumet li nirxên xwe xwedî derkevin û nehêlin nirxên wan bi tu awahî werin bikar anîn.

Kurdo hişyarbe; ji bo hemû xayin û neyarên Kurdan tenê rêkek maye, ew jî têkçun.

Zehf nema ew ê bi hemû hevkarên xwe re têk biçin. Tekoşînê bilind bikin, serkeftin ya nêvîyên Şêx Seîdan e.