Rojnameya Ronahî

Bandora Ambargoyê Li Ser Nexweşxaneya Til Rifet û Nexweşên Gurçikan

Nexweşxaneya Til Rifetê duyemîn nexweşxane li herêma Şehbayê ye, herî dawî jî beşa şûştina gurçikan jî li nexweşxaniyê hat zêdekirin. Rêveberiya Nexweşxaneya Til Rifetê  diyar kir ku ew bi kêm derfetan hewil didin bi gel re bibin alîkar û ji ber dorpêçê gelek astengî derketin.

Zana Roj/ Şehba

Nexweşxaneya Til Rifetê yek ji nexweşxaneyên kevin yên li herêma Şehbayê ye. Piştî rizgarkirina herêma Şehbayê ji aliyê hêzên YPG û YPJ’ê  ve di 2016’an de, bi derbasbûna gelê Efrînê ji herêmê re, careke din bi awayekekî lezgîn ev nexweşxane hat vekirin û aktîv kirin. Bi kêm derfetan û di zehmetiyên kêmbûna kadroyên tenduristiyê de nexweşxane kete xizmeta gelê Efrîn û yên herêmê de. Nexweşxaneya Til Rifetê bûye cihê xizmetê ji gelek gundên navçeya Şêrawa, Dêr Cimêl û navenda Til rifetê re. Weke nexwşxaneya tekena li wan deveran tê xepitandin. Dorpêça Hikumeta Şamê bandora xwe li ser tavahî qadên tenduristiyê bi gelemperî kir. Bê guman nexweşxaneya ku rojê bi sedan gel berê xwe dide wê bi awayekî neyînî bandora dorpêçê lê hat kirin. Herî dawî navenda şûştina gurçikan jî girêdayî nexweşxaneya Til Rifetê hat kirin, da bi lênêrîneke herî baş di nexweşxaneyê de li nexweşan were nêrandin.

Têkildarî nexweşxaneya Til Rifetê û beşa şûştina gurçikan, her wiha bandora dorpêça hikumeta Şamê li ser wan,yek ji rêveberiyên nexweşxaneyê Tolîn Mihemed her wiha berpirsê beşa şûştina gurçikan Hisên Mistefa ji rojnameya me re axivîn.

Di rewşeke awerte de nexweşxane hat aktîvkirin

Tolîn bal kişand ser destpêka vekirina nexweşxaneya Til Rifetê û wiha got: “Piştî derbasbûna gelê Efrînê ji herêma Şehbayê re û ji ber rewşa awerte ya ku gel tê re derbas bûye û koçberî herêmên Şehbayê bûne, pêwîstî bi vekirina nexweşxaneyê bi awayê herî lezgîn hat dîtin. Weke ku dihat zanîn kadroyên tenduristiyê gelek kêm bûn, her wiha alav û pêdiviyên pêwîst yên nexweşxaneyê pir kêm bûn, her wiha derbaskirina wê ji herêmê re gelek zehmet bû. Lê belê bi îsrareke mezin û bi derfetên herî kêm nexweşxane aktîv bû û ket xizmeta gel.”

Beşên nexweşxaneya Til Rifetê

Tolîn beşên ku di nexweşxaneyê de hene anî ziman û wiha domand: “Di nexweşxane de hemû beş hatine vekirin. Beşên heyî jî ev in; lênêrîna giran, ambolans, ameliyat, beşa zarokan û her wiha 7 beşên lênêrînên cuda hene. Em hewil didin ku ji 7’an bikin 10 weke beşa dil, çav û neurologist ku em bikaribin bi gelê durî nexweşxaneya Avrîn re bibin alîkar. Her wiha dermanxaneya girêdayî nexweşxaneyê jî heye. Ev hemû beş bi awayekî bê pere dikevin xizmeta gelên herêmê. herî dawî ji bo ku em bi nexweşên ku gurşikan dişon re bibin alîkar, navenda gurçik şûştinê derbasî nexweşxaneyê bû.”

`Dorpêç sûceke derheqê mirovahiyê de ye`

Tolîn diyar kir ku dorpêça Hikumeta Şamê rê li ber tengasî û azarên gelek mezin di aliyê tenduristê de vekir û wiha got: “Hikumeta Şamê ji destpêka derbasbûna gelê Efrînê ji vê herêmê re her xwestiye zehmetiyên jiyanî bi riya ferzkirina ambargoyê dibe avakirin. di encama tunebûna sotemeniyê de em di zehmetiyên cidî re derbas dibin. Bi taybet gel dibe qurbaniyê herî sereke. Ji bo nexweşek xwe bigihîne nexweşxaneya Avrîn pereyekî pir zêde divê bide. Di hin bûyeran de nexweş gihîştin asta ku jiyana xwe ji dest bidin; ji ber tunebûna sotemenî û tevgera çûn û hatinê. Her wiha tunebûna derman di giştî herêmê de bi ser xwe sûceke derheqê mirovahiyê de. Lê dîsa jî bi derfetên heyî em hewil didin bi moralekî xweş gel pêşwazî bikin û bibin hêza çareseriyê.”

Di giştî Şehbayê de tenê yek navend ya nexweşên şûştina gurçikan heye

Berpirsê beşa şûştina gurçikan Hisên da zanîn ku nexweşiya gurçik şûştinê gelek hesas e û dorpêça Hikumeta Şamê dibe sedema ev nexweş jiyana xwe ji dest bidin û wiha pê de çû: “Di giştî herêma Şehbayê de tenê yek navend ya nexweşên şûştina gurçikan heye. Di vê navendê de tenê tu cîhaz hene û 13 nexweş berê xwe ddin vê navendê. Ev nexweşî weke ku tê zanîn nexweşiyeke herî hesas û divê di dema wê de bê şûştin. Hin dermanên taybet yên vê nexweşiyê hene divê bên bikar anîn. Hin derman em didin wan û hin cure hene divê nexweş bikire. Lê belê derman ji % 100 hatiye buha kirin; ew jî ger were peyda kirin”.

Hisên bi van peyvan bandora dorpêçê li ser nexweşan anî ziman: “Ji giştî herêmê re tenê ev navend heye. Lê hejmara nexweşên ku gurçikan dişon ji 13 kesan zêdetire. Li gorî derfetên destê me de em tenê dikarin van pêşwazî bikin. Ji ber hin kes hene nikarin derbasî Helebê bibin û hin jî hene gelek rewşa wan ya aborî nebaşe. Hikumeta Şamê di derbaskirina wan dermanên taybet de zehmetiyan derdixe. Her wiha ji bo ew cîhaz were bikaranîn pêwîstî bi kehrebê heye. Weke ku tê xswestin kehrebe nayê pêketin. Ev hemû jî ji ber siyaseta dorpêçê û tunebûna sotemeniyê ye. Di encam de yê ku temenê vê yekê dide nexweş bi xwe ye”.