Rojnameya Ronahî

Navenda Çav a Rapirsînê, zimanê derbirîna gel e

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Navenda Çav a Rapirsînê, yekem navenda  rapisînê ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di 15’ê Tîrmehê de hate damezrandin. Rêveberê navendê, Silêman Iliyas destnîşan kir ku armanca Navenda Çav a Rapirsînê ew e ku raya gel di derbarê mijarên girîng de bi awayekî fermî diyar bike.  

Navenda Çav a Rapirsînê navedeke ku têkildarî mijara çavdêrî û girtina nerîna raya giştî a derbarê diyardeyên girîng û hemû mijarên balkêş, xebatê dide meşandin.

Ev navend bi tevkariya Navenda Firat a Lêkolînan di 15’ê Tîrmehê de li bajarê Qamişlo hate damezrandin. Navenda Çav a Rapirsînê weke yekem tecrûbeyeke wisa ye, ku bi fermî hatiye damezrandin.  Herwiha di çarçoveya kar û xebatê de niha bûye navendeke serbixwe.

Ev navend ji 7 beşan pêk tê weke; beşa pilankirin û amadekirina pirojeyan, komkirin û lêhûrbûna agahiyan, beşa meydanî, erşîv û belgekirin, edîtorî û weşandin û hwd…Zimanê weşanê yê Navenda Çav a Rapirsînê jî bi kurdî û erebî ye, li gorî ku rêveberê navendê anî ser ziman, herwiha hewildan hene ku zimanê Inglîzî tevlî zimanê weşanê bibe.

Her beşek ji van beşan jî xwedî erkeke cuda ye û ji bo beşên din temamkera karê rapirsînê ye. Hejmara endamên Navenda Çav a Rapirsînê 10 in û li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar û xebata rapirsînê dikin.

Girêdayî avabûna vê navendê, herwiha kar û xebata wê, rêveberê wê Silêman Iliyas ji Rojnameya me re axivî.

‘Armanca Navenda Çav a Rapirsînê, diyarkirina raya gel e’

Silêman Iliyas diyar kir ku armanc ji damezrandina Navenda Çav, diyarkirina raya gel a di derbarê mijareke girîng de ye û wiha got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hin rojev, mijarên weke koçberî, Rêveberiya Xweser, komîn aliyê xizmetguzarî û hwd… hene. Navenda Çav a Rapirsînê jî weke navendeke fermî ji bo lêkolînkirina derbarê mijarên wiha de çêdike û nêrîna civakê digre û ji raya giştî re belav dike. Gelek mijarên civakî û birêvebirinê yên din û biryarên ku tên girtin ji aliyê Rêveberiya Xweser jî hene ku pêwîstî bi nêrîna gel heye. Rêveberiya Xweser heya asteke baş guhdara civakê ye û nêrîna gel distîne, lê dîsa em bi hewcedarî naveneke fermî ya ji bo rapirsînê bûn. Armanca me ji damezrandina Navenda Çav a Rapirsînê jî diyarkirina raya gel di derbarê mijareke taybet e. Destpêkê raya giştî di derbarê mijarekê bi riya raprsîneke berfireh tê çêkirin û ev jî beşê meydanî li ser disekine. Herwiha ev rapirsîn komî hev dibe û berdestî aliyê têkildar dibe.  ”

‘Xebata rapirsînê, li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye’

Iliyas anî ser ziman ku xebata Navnda Çav a Rapirsînê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha domand: “Navenda  Çav a Rapirsînê berî 5 mehan hate damezrandin, destpêkê me xwe  perwerde kir, êdî hin bi hin bisporiyek hat çêkirin. Me ji bo fêrbûna rapirsînê  bêtirî 2 mehan perwerde li navendê da xebatkarên xwe, me li ser şêweyê çêkirina rapirsînan gelekî şopand û xebat kir. Me xwe fêrî pirsnivîsîna ji bo rapirsînê û awayê çêkirina pirsiyariyê kir. Herwiha me weke tecurbe 4 pirojeyên  rapirsînê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêkirin, yek ji van rapirsînan li ser mijara koçberî, kok û bingeha komînê û hwd… Navenda Çav niha tenê li Qamişlo heye, lê dikarîbû li gor derfetên kêm kar û xebata rapirsînê, li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. ”

 astengî  

Rêveberê Navenda Çav a Rapirsînê, Silêman Iliyas da zanîn ku hin astengî derdikevin pêşiya xebata rapirsînê û yek ji wan jî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ye û wiha bi dawî kir: “Herî zêde astengiyên rêxistinî  derdikevin pêşaiya Navenda Çav a Rapirsînê. Ji ber ku navenda me tenê li Qamişlo heye û xebata ku em dikin li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, êdî pêvajoya rapirsînê ji bo me zehmet e. Heta ku em xwe dighînin herêm û kantonên din û bi erkê radibin, ji bo çûn û hatinê pir zehmet e. Em niha hewl didin ku endman li tevahiya herêmên Rêveberiya Xweser bi cih bikin, ev jî pilanên dema pêş in. Li aliyekî din jî berdewamiya êrîşên dagirkeriya Tirk  li ser herêmên me, bandorê li kar û xebata me dike.  Di heman demê de jî em weke navendeke ku nû hatiye damezrandin astengiyan di aliyê aborî de jî dikşînin. Yek ji sedemên astengiyên aborî  jî êrîşên dagirkeriya Tirkî yên ku binesaziya Rêveberiya Xweser kirin hedef, bû ku bandor li hemû aliyê civakî û rêxistinî yên saziyan kir. ”