Rojnameya Ronahî

Komkujiya Parîsê wê bê bersiv nemîn e

Navenda Nûçeyan/ Qamişlo

Di 23’ê berfanbara 2022’an de, Bi armanca şikandina vîna gelê Kurd,li Parîsê li dijî Komeleya Çanda Kurd ya Ahmet Kaya êrişeke hovane  hat kirin û di encamê de endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdulrihman Kizil şehîd bûn. Komkujiya Parîsê ya duyemîn dewamiya siyasetên qirkirina gelê kurd e, dewleta Firansa li şûna ku edaletê pêk bîne li ser kujer û hevkarên komkujiyê nixumand. Li hemberî wê jî gelê kurd asta têkoşînê blindtir kir û soza tolhildana şehîdan nû kir.

Bi nêzîkbûna salvegera komkujiya Parîsê ya Yekem, Di 23’yê Kanûna 2022’yan li paytexta Fransa Parîsê êriş li ser Komeleya Çanda Kurd ya Ahmet Kaya hat kirin. Di komkujiyê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil şehîd bûn, 3 kesên din jî birîndar bûn. Ev komkujî berdewamiya komkujiya yekem bû û bi armanca şikandina vîna gelê azadîxwaz bi taybet jinên berxwedêr hat kirin. Li hemberî wê jî, gelê kurd li tevahiya cîhanê êriş bi tundî şermezar kirin û banga edaletê kirin.

Evîn Goyî pêşenga jinên azadîxwz e

Evîn Goyî, ji wan jinên pêşeng bû ku beriya 34 salan ji bo azadiya gelê xwe li çiya, deşt û zozanên welatê xwe geriya. Li Rojava, Şengal û Ewropayê di riya heqîqetê de têkoşîn meşand. Xemla têkoşîna 34 salan li ba wê hûnandi bû. Ji temenê zarokatî hetanî roja pakrewaniyê, li ber xwe da. Xisleta xwe bi têkoşînê rêxistin kir; di avakirina hestên xwe de jina bi hêz a şoreşger bi cih kir. Di jiyana xwe de felsefeya xeta jinên azad bi rêgêzên bîrdoziya rizgariya jinan re herikand. 34 salan di her şert û mercên zehmet ên şoreşa Kurdistanê de, ruh, dil û mejiyê xwe ji bo pêşxistina têkoşînê xebitand. Hemû lêgerînên Evînê, di xizmeta têkoşîna azadiyê de bûn.

Cihê Evîn Goyî  di dîroka jinan de, cihekî taybet bû. Di nav tevgera jinên kurd de, naskirî, xwedî cihekî zana bû. Hestên wê yên kûr, pêla rêhevaltiya sira jinên pîroz dizanî wê biherikîne ku. Di xeyalên Evîn Goyîyê de, hêmanê şoreşa dînamîk rêxistin bû lê ya girîng meşa pîştî şoreşê, parastina destkeftiyên şoreşê bû. Ji wê li rojavayê Kurdistanê, bê hesap tev li meşa jinûveavakirina pergala şoreşê bûbû.

Mîr Perwer û Apê Ebdûrihaman girêdayî doza gelê xwe bûn

Şehîd Mîr Perwer, hunermendekî ciwan bû, dilê wî ji bo azadiyê lê dida, ruhê wî li ba berxwedana gerîlayên azadiyê mezin dibû. Mîr, dilsozê şopa nemir şehîd hozan Serhed bû. Apê Abdûrehman, welatperwerekî esîl, girêdayî doza gelê xwe bû. Yek ji Apociyê kevin ê Qaqizmanê bû! Bîra wî, ji ezmûna dîroka berxwedanê bû.

Dewleta Firansa li ser kujeran dinxumîne

Li bajarekî wekî Parîsê ku bi ewlehiya xwe tê nasîn, ev dûyem êrîş li ser pêşengên Kurd û bi taybetî li ser jinên têkoşer hate kirin. Di 9’ê Çileya 2013’an de jî,  sê pêşengên şoreşger yên tekoşîna azadiyê Sekîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şeylamez li bajarê Parîsê ji aliyê istixbarata dewleta tirk ya faşîst ve hatin hedef girtin û şehîd bûnTevî ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî eşkre komkujiya Parîsê ya yekem û duyem pê anî anî jî , lê dewleta Firansa heyanî vê kêliyê komkujiya Parîs ya yekemîn û ya duyemîn  ronî nekiriyê û tersî wê li ser kujeran dinixumîne û xwe berpirsyar nabîne.