Rojnameya Ronahî

‘Çareseriya pirsgirêkên gelên bindest azadiya Rêber Apo ye’

Ronaz Silêman/Qamişlo

Kampaniya cîhanî ya azadiya Rêber Apo bi awayekî çalak dewam dike, herî dawiyê di çarçoveya kampaniyê de çalakiya komkirina imzeyên parêzeran li ser asta Sûriyê pêk hat. Ferzende Munzir diyar kir ku gelên bakur û rojhilatê Sûriyê bi awayekî çalak tevlî Kampaniyê bûn û got, azadiya Rêber Apo azadiya gelên bindest e.

Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd di 10’ê Cotmehê de Kampaniyek bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ hat destpêkirin û li zêdeyî 100 welatên cîhanî pêk hat, herwiha li 5 perzemîn, akademîsyen, rojnamevan, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîstên têkoşerên maf, fîlesof, kesên hêjayî xelata aştiyê ya nobelê hatine dîtin, nûnerên rêxistinên jinan û gelên xwecihî pêştgirî dan Kampaniya “ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî.”

Di derbarê kampaniya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo Berdevkê Insiyatîva Sûriyê ya azadiya Rêber Apo Ferzende Munzir ji rojnameya me re axivî.

Ferzende Munzir diyar kir ku kampaniya cîhanî ya ji Rêber Apo re hat destpêkirin gelek bi wateye û wiha got: ” Kampaniya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest pê bû gelek bi wateye, ji ber ku kesên ku tevlî bûne, mirovên cihekî wan taybet di nava civak û raya giştî heye, wek; Rewşenbîr, Hiqoqnas, Akadimisyan, feylesof, kesên ku xelatên nûbel birine, wekî din jî rêxistinên civaka sivîl, sandîkeyên karkeran ku bi melyonan endamên wan hene. Herwiha roja destpêkirina kampaniya yê, di salvegera kompiloya navnetewî bû ev jî nameyek ji bo kesên kompiloger re bû. Kompilo cîhanî bû, pengav jî li hemberî wê cîhanîye. Pengav ku ji bo azadiyê bû, niha bû tevgereke cîhanî ji bo azadî û demoqrasiyê. Di heman demê de nameya 74 navendên cîhanî ew e ku temên Rêber Apo bûye 74 sal, ev jî wateya wê heye. Ji xwe destpêkê li pênc parzemînan bû, niha jî zêdeyî 100 welatên cîhanî derbas kir.”

‘Çareseriya pirsgirêkên gelê bindest Rêber Apo ye’

Munzir wiha axaftina xwe berdwam kir Rêber Apo li hemberî hûm sûcên dijmirovahiyê berxwedaneke mezin di girtîgeha îmraliyê de dide meşandin û wiha got: “Ev 25 sal in Rêber Apo di girtîgehekê ku di nava giravek derveyî pîvanên tenduristiyê ye jiyan dike. Şiliya girava imraliyê zêdeyî 60 ye, herî zêde divê şilî ji bo mirovan ji sedî 60 be, lê şiliya vê giravê ji sedî 60 heya 80 ye, bi demê re ziyanên mezin li bedena mirovan dike û mabûn tenê tecrîdekî derveyî mafên mirova ye. Rêber Apo berxwedaneke mezin di girtîgeha îmraliyê de li hemberî hûm sûcên dijmirovahiyê dike. Rêber Apo ne tenên têkoşer ji bona azadî û demoqrasiyê ye, di heman demê de feylesof, zanyar û hizirvaneke ji bo gelê bindest û bi pirsgirêkên mirovahiyê mijol dibe, herî girîng jî çareseriya wan pirsgirêkan Rêber Apo ye.”

‘Pirsgirêka kurd bûye pirsgirêkeke cîhanî

Ferzende Munzir di dewamkirina axaftina xwe da diyarkirin ku pirsgirêka kurd bûye pirsgirêkeke cîhanî û wiha got: “Îro pirsgirêka kurd bûye pirsgirêkekî cîhanî, bandora wê Rojhilata Navîn jî derbas kiriy e, çareseriya van pirsgirêkan azadiya Rêber Apo ye. Em jî wek gelên Bakur û Rojhilatên Sûriyê û him Insiyatîva azadiya Rêber Apo bi rolekî bingehî di kampaniya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo cih girt. Herwiha wek Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, ev zêdeyî 2 mehan tevlîbûna me ji kampaniya yê re bi hemû saziyên heyî mîna Komîn, Meclis, Saziyên Malbatên Şehîdan, Şaredarî, Rosipî, Êl, Parêzer, Bijîşk, jin û ciwan heye û hîn jî dewam e. Her kes ji bo azadiya Rêber Apo li ser lingaye, di riya daxuyanî, çalakî, konvedan, meşên mezin, civîn. Komcivîn, konfirans û ya herî girîng jî 104 zindan yên girtiyên tevgera azadiyê, li Bakur di riya girava birçîbûnê de tevlî kampaniya yê bûne. konfiransa ciwana ya cîhanî jî li Ewropayê ji bo azadiya Rêber Apo dest pê bûye, di heman demê de jî xwendina pirtûkên Rêber Apo û nîqaş li ser wan ji aliyên kesên zanê ve tên kirin, herî dawî jî me Konfiransekî hiqoqî û tenduristî li bi tevlîbûna zêdeyî 300 kes ji Bijîşk, Parêzer, Rewşenbîr û çalakvan li dar xist.”

‘Di mehekê de 1025 îmze ji parêzeran hat komkirin’

Berdevkê Insiyatîva Sûriyê ya azadiya Rêber Apo Ferzende Munzir axaftina xwe wiha qedan: “Komkirina imzeyên parêzeran li ser asta sûriyê ye ku ji Heleb, Şam û Lazqiyê jî hebûn, ew jî ji bo Efwa cîhanî ye, Efwa cîhanî ne rêxistineke hikumiye lê bandora wê heye, netewên yekbûyî wê bingeh digire. Di mehekê de 1025 îmze ji parêzeran hat komkirin. Em dixwazin di riya van îmzeyan de ku dengekî xwe bikin, ji ber rolekî Efwa cîhanî heye û gerk bi erkê xwe rabe. Herwiha ji bo kampaniya bêghêje armanca xwe ya sereke, dive hîn zêde çalakiyên pir reng bên kirin û em zextekê li ser rêxistinên mafên mirovan bikin, ya din jî ku di hundirê Bakur de rabûn hîn bêtir bibe. Pengava cîhanî li gorî pengava yekemîn hebû, di demên pêş de wê li gorî pengava duyemîn be.”