Monday, June 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Talibê Zeusê Zalim: Tayip Erdogan

24/12/2023
in Uncategorized
A A
Faşîzma tirkî li Sûriyê plana dagîrkeriyeke nû dike
Share on FacebookShare on Twitter

Volqan Elî

 Em ê vê carê bi çîrok-mîtolojiyekê dest bi nivîsa xwe bikin. Mîtolojiya Prometeûs ku çîrokeke Yewnana Entîk a tê zanîn. Li gorî mîtolojiyê piştî ku Zeus Prometeus digire û li tehtên Qefqes li zincîrê dide, Herkul diçe û, lehengê azadiya mirovan Prometeus rizgar dike. Zeusê zalim ji vê re çavê xwe dineqîne yanî ji nedîtî ve tê.

Na, zû kêfa xwe neynin! Zeus li gorî mîtolojiyê xwedayê xirabî, nebaşî… werhasilî çi tiştê beredayî hebe li cem wî ye… hem jî zikreş e. Difikire ku Prometus û benî beşeran çawa ceza bike. Dibêje “ez ê ji birayê Prometus ê navê wî Epimeteus e heyfa xwe hilînim”. Sanemeke jineke  bi qasî xwedavendan xweşik dide çêkirin, û ruh û can didê. Piştre bi dekûdolaban mejiyê wê tije dike û dişîne cem Epimeteus. Werhasil ew jin diçe û li deriyê Epimeteus dide. Birayê Prometeus çawa wê dibîne evîndarê wê dibe. Piştî çend rojan pê re dizewice. Dekûdolaba Zeus ev e: Di destê wê jinê de sindoqek heye û wekî zikê Zeus tije bi xirabiyan e. Zeus dibîne her tişt amade ye: Dema ku li ber guhê wê jinê jê re dibêje, “sindoq, xirabî”…  devê Sindoqê vedibe êdî dawî li xirabî, lîstok nexweşî û şeran nayê; belavî çar aliyê cîhanê dibin.

Îcar em werin meseleya xwe, yanî Rojhilata Navîn… Niha xwendavan wê “bibêjin çi karê me bi sindoqa xirabiyan a Zeus a ketiye? Ew çîrok-mîtolojiyek e.” Ne wisa ye, ji ber ku qey tu dibêjî devikê sindoqa Zeus li vê derê vebûye. Mîtolojî jî ne bi qasî dînan be jî, ji rastiya civakan xeber didin. Di vê serdemê de rewşa herêma me jî dişibe wê sindoqa xirabiyan. Mînak, rojekê El-Qêîde, rojekê Talîban, rojekê Artêşa Azad, rojekê El-Nusre, DAIŞ… û herî dawî Hamas. Ev hemû jî hêzên wisa ne ku aliyê civakî yê Îslamê dikojînin, Rojhilata Navîn, Misilmantiyê li ber çavên cîhanê reş û tarî dikin. Jixwe ji van hêzan gelakan jî ala wan wekî DAIŞ’ê reş e. Dîsa, ecêba Xwedê ew e ku piraniya van, bi dewleta dagirker a Tirk re bi şiklekî têkildar in. Mînak, Hamas… herî dawî Ewrûpa û dewletên pişta Îsraîlê digirin hişyarî dan Erdog: Hamas terorîst e… armanca me ne ew e, em bêjin Hamas terorîst e yan na. Jixwe me ev çîroka sindoqa Zeus ji ber vê yekê anî ziman: Hemû awayekî xirabiyê ne; Hamas, Daiş, Hitler, Talîban, Boko Haram, û hezar belayên din.

Mînakeke din a balkêş; Talîban e. Tê zanîn bi gelê Efxanistanê niha dojehê dide jiyîn. Herî dawî ji bo keçan dibistan qedex kirin. Ji pêşengên wan yek jî Gulbetin Hikmetyar bû. Wêneyên wî û Teyip Erdogan di demên derbas bûyî de derketin li çapameniya cîhanê: Di wê wêneyê de Erdogan diçe destê Hikmetyar maç dike. Têkiliyên ziravtir em nizanin. Lê dema par-pêrar Talîbanan Efxanîstan girt destpêkê ew bezîn û hatin Tirkiyê; teîfeya Tayip bi axaftinên xwe dilê Talîbanan xweş kirin.

Têkiliyên DAIŞ û Tirkiyê dinya alem dizane. Jixwe gelek Emîrên wê yên giregir jî li herêm dagirkirî yên Rojava hatin kuştin. Ne tenê DAIŞ! Niha Efrîn wekî sindoqa xirabiyan e. Hezar rêxistinên cîhadîst ên zik û rûyên wan reş, li gund û kolanên Efrînê gemariya xwe belav dikin. Hemû jî bi xêra dewleta Tirk a dagirker û serokê wê Tayip Erdogan e.

Dema ku destwerdana Emerîka (di salên 2003’an de) li Rohilata Navîn çêbibû Erdogan xwe wekî hevserokê hilweşandina herêmê îlan kir. Ji wê demê ve hemû rêxistin û muxalîfên Sûriyeyê perwerde kir. Pişt li Sûriyeyê şikênand. Hemû birin Îstanbol têr pere û derfet kirin. Dibe ku ji bo têkçûna Sedam alîkarî nekiribe. Yanî destûr neda ku Emerîka ji bo lêdana Iraqê baregehên xwe yên li wê derê bi kar bîne. Ya din jî piştî ku herêma Kurdistanê ava bû, wekî ku niha êrîşê Rojava dike nekir.

Wê jî li xwe mukur tê. Timî Tayip Erdogan dibêje “me şaşitî kir ku me destûra avabûna herêma Kurdan da”. Gotina wî, Başur e. vê mukurhatina xwe çawa derbas dike? Niha PDK bi temamî xistiye bin baskên xwe. Malbata Barzanî sînorên xiyanet û nokeriyê derbas kiriye û bûye qorîçiyekî wî yê kirê girtî. Bi îhtîmaleke mezin dagirkeriya Tirk hemû balyozxaneyên xwe xistiye xizmeta Barzaniyan. Di formeke navnetewî ya hawîrdorparêzan de Nêçîrvan bejn û bala xwe nîşan da. Li herêmên parastinê yên Medya bi derfetên Tirkan heta bi baregehên gerîlayên Kurd, rê çêdike: Da ku leşkerên Tirk bi ser gerîla de çekên kîmyawî bibarînin.

Herî dawî Tayip Erdogan ji hevserokatiya Projeya Rojhilata Navîn a Mezin vegerî. Hûn ê bêjin bû çi tişt? Bû Zeus… ev, di axaftina xwe ya vê (08.12.2023) dîrokê de wî bi xwe anî zima. Em bi kurtî vê gotinên wî dibêjin; ‘bila Ewrûpa û yên destekê didin Îsraîlê hişyariya xwe bikin. Eger Îsraîl wisa dewam bike, ew ê sandoqa Pandorayê veke. Hemû xirabî wê belavî cîhanê bibin”. Sandoqa Pandorayê çi tişt e? Yanî sindoqa Zeus… di hevokên destpêkê de çîrok heye. Pandora jî navê wê sanemê jina ku Zeus daye çêkirine. Tayip bi axaftina xwe, bi şiklekî ser girtî gefan li mirovahiyê dixwe. Dixwaze bêje, eger hûn wekî min nekin ez ê Hamas û hemû cîhadîstan bişînim li ser we”. Mesele ne ku ji Ereban hez dike. Ma ne dema piştî şerê cîhanê yê duyemîn Îsraîl ava bû, yê destpêkê ew nas kir dewleta dagirker a Tirk bû! Niha jî Tayip dibêje, Îsraîl çima Misilmanan dikuje! Tayip rast dibêje yan dewleta dagirker wê demê karekî rast kiribû? Kîjan rûyê rast ê dewleta Tirk û Tayip Erdogan e? 

Post Views: 40
ShareTweetPin

Herî Dawî

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin
ÇAND Û HUNER

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin

16/06/2025
Şehîd Sema Yûce bû çavkaniya hêz û îradeyê
JIN

Şehîd Sema Yûce bû çavkaniya hêz û îradeyê

16/06/2025
Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe
CIVAK Û JIYAN

Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe

16/06/2025
kovara Mizgîn-186
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-186

16/06/2025
7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.