Rojnameya Ronahî

‘Em ê bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe azad bikin’

Birûc Resûl/Qamişlo

Hevserokê Encûmana Ciwanên Kurd Rodî Hesen diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan li dijî ciwan û civaka kurd şerê qirkirinê dide meşandin û got, li hemberî şerê taybet ku dijmin li dijî me dide meşandin, em li ser fikr û felsefeya Rêber Apo roj bi roj bexwedanî û tekoşîna xwe xurtir dikin. 

Şerê taybet bi gelek navan tê naskirin (şerê psîkolojîk, şerê sar, şerê nerm, şûştina mêjî û hwd. Piştî her du şerên cîhanê ku bi milyonan mirov bûn gorî. Dewletên kapîtalîst dîtin ku wê nikaribin beramberî hêz, vîn û îradeya gelan temenê xwe bi şideta fizîkî dirêj bikin; serdestiya xwe bisepînin û berjewendiyên xwe bi dest bixin. Ji ber wê amûrên ku mirov bi kar tînin weke zanist, teknîk, spor, tendirustî, zayendî û hwd. tev kirin binê kontrola xwe. Li ser Kurdistanê jî bi 100’ê salan şerê taybet hat meşandin, lê piştî derketina Tevgera Azadiyê û belavbûna fikrê Rêber Apo, berxwedana li dijî şerê taybet li Kurdistanê hat destpêkirin. Lê bi komployeke navneteweyî di sala 1999’an de Rêber Apo ji Nîrobî hat revandin û radestî dewleta Tirk a  faşîst hat kirin, ji roja dîlgirtina Rêber Apo û heta niha, li dijî wî tecrîdeke giran tê meşandin.

Herî dawî ji bo azadiya Rêber Apo Kampaniya cîhanî ya bi duruşmeya ‘Ji bo Rêber Apo azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ li 74 navendên cîhanê hat destpêkirin û niha jî zêdetirî 100 navendên cîhanî derbas kir. Roj bi roj kampanî firehtir dibe û li cîhanê deng dide.

Di derbarê şerê taybet yê ku li dijî ciwan, jin û civaka kurd tê meşandin, herwiha derbarê Kampaniya Cîhanê ya azadiya Rêber Apo, hevserokê Encûmana Ciwanên Kurd Rodî Hesen ji rojnemeya me re axivî.

Rodê Hesen diyar kir ku armanca dewletên dagirker ewe ku ciwanan bi madeyên hişbirê têk bibin û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker bi siyaseta xwe ya qirêj ku civakan parçe dike, dewleta xwe ava kir. Îro jî dewleta Tirk li ser civaka kurd vî şêwazî bi awayekî nûjen dimeşîne, bi riya madeyên hişbir, teşwîqkirina koçberiyê û belavkirina fihûşê dixwaze civaka kurd ji hev bixe û bê rêxistin bihêle. Di heman çarçoveyê de hekumeta Şamê jî tarzê dewleta tirk dimeşîne bi taybet madeyên hişbir li dijî ciwanan bi kar tînin, ji ber ku dizanin ku ciwan ew dînamîkê civakê ne û dixwazin civakê bi riya ciwanan têk bibin.”

‘Pêwîste em berxwedaniyê mezintir bikin’

Rodî wiha berdewamî da axaftina xwe û got: “Azadiya ciwanan azadiya gelê Rojhilata Navîne. Pêwîste em ciwan zihniyeta dewleta tirk a dagirker baş nas bikin û li hemberî şerê taybet ku bi awayekî qirêj tê meşandin em bisekinin, ji ber ku şoreşa kurdan bi şoreşa jin û ciwanan tê naskirin. Her wiha civaka kurd xwedî li her pêkhateyek derdikeve bi taybet ciwan cihekî pir girîng di civakê de digre. Tirsa dewleta tirk pêşketina ciwanan e, lê dive em ciwan li ber xwe bidin bi riya xwendin, lêkolîn û berxwedanî li himber vî şerî bisekinin.”

‘Azadiya Rêberb Apo Azadiya hemû gelan e’

Rodî Hesen balkişand li ser Kampaniya Azadiya Rêber Apo û wiha got: “Di 10’ê Cotmeha 2023’an de kampaniya ku bi duruşmeya ‘Ji bo Rêber Apo azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ li 74 navendên cîhanê hat destpêkirin û niha jî zêdetirî 100 navendên cîhanî derbas kir. Ev yek dide xuyakirin ku fikir û felsefeya Rêber Apo belavî hemû cîhanê bû ye. Her wiha di vê kampaniyê de em tekez dikin ku gotina Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan ‘Me bi ciwana dest pê kir, emê bi ciwana bi ser bikevin’ em weke encumana ciwanên kurd hem ciwanên MSD ê, her wiha hemû tevgerên ciwanan em tevlî vê kampaniyê bibin, bi tevgerekî hîn xurtir û aktîv, ji ber ku azadiya Rêbe Apo azadiya gelê kurd e.”

Hevserokê Encûmana Ciwanên Kurd Rodî hesen axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir û got: “Em bang li hemû ciwanên bakur û rojhilatê Suriyê dikin û bi hêviya tevlîbûna hemû ciwanan di vê kampaniyê de ji bo avakirina civakek azad û azadiya Rêber Apo a fîzîkî misoger bikin.”