Rojnameya Ronahî

Kongra Star di sala 2023`an de xebatên giranbiha dan meşandin

Kongra Star a Kantona Qamişlo praniya planên xwe yên sala 2023`an pêk anîn, Berdevka Kongra Star a Kantona Qamişlo Ibtîsam Elhisên diyar kir ku wan di nava salekê de gelek kar û xebatên giranbiha dane meşandin.

Ronaz Silêman/Qamişlo

Rêxistina jin di Rojavayê Kurdistanê de, di encama berhem û berxwedaniya bi 10`an jinên berxwedêr yên li hemberî zihniyeta baviksalarî ya ku 5 hezar sal berdewam kiriye û bû wekî bingehekî di Rojava de. Herwiha di destpêka şoreşa Rojava de jin rol û misyon xwe di hemû qadên jiyanî de girt. Berî şoreşa Rojava bi keda 100`ên jinan di riya karên leşkerî de, kar û xebat ji bo netewa kurd, rêxistinkirin û perwerdekirina jin, bi fikir û felsefeya Rêber Apo dihat meşandin. Ji xwe piştî şoreşa Rojava, ya ku bi pêşengtiya jin dest pê kir, roj bi roj gavên ber bi pêşerojeke azad û demokratîk ve hatin avêtin. Yek ji wan gavan jî ku sala 2005`an de, bi pêşengtî û kombûna jinan di bin navekî fermî de Yekîtiya Star hat avakirin, di bin vî navî de xweghandina jinan, rêxistinkirin, perwerdekirin, lidarxistina civînan, lidarxistina meşên xweser, di bin sîwana jin de hatin meşandin, di heman demê de vekirina perwerdeyên girtî û vekirî, lidarxistina civînên berfireh û serdankirina jinan di malbatan de, heta gihandina sala 2016`an de dihat kirin. Êdî di sala 2016`an de Yekîtiya Star xwe veguherand Kongra Star. Kongra Star ji Yekîtiya Star berfirehtir bû, ne tenê jinên kurd digirt nav xwe, jinên hemû pêkhateyan girt nav xwe û ji bo hemû jinan bû wekî sîwanekî rêxistinkirin, perwerdekirin û avakirina konfedralîzmeke jin bû.

Kongra Star di sala 2023`an de kar û xebatên pîroz dan meşandin

Piştî lidarxistina konfiransa 9`mîn a Kongra Star li ser asta Kantona Qamişlo, Kongra Star kar û xebatên xwe yên Sala 2023`an da eşkerekirin. Kongra Star di riya meş, mîtîng, çalakî û lidarxistina civînan de kar û xebatên xwe dan meşandina, di asta herî jor de armanca wan ya sereke ew bû ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, ev xala yekemîn ji pilanên Kongra Star bû. Wekî din jî li ser asta kantona Qamişlo û di hemû navçeyan de lidarxistina panêlan di bin durûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ku bi 10`ên salan li çiyayên Azad wekî felsefa Rêber Apo û bi qêrîna hezarên jinan, ev panêl hatin lidarxistin. Herwiha ji bo danasîna silogana ‘Jin Jiyan Azadî’ û naskirina wateya jin çiye? Ku jin ji jiyanê hatiye û jin jiyanê diafirîne, ew jiyan jî gerek bi awayekî azad be, azadiyeke di hizir û kesayeteke afrîner, xûlqkar bi hizirekî azad biafrîne li ser vê bingehê panêl hat lidarxistin.

Dijmin nikare serdestiya xwe li ser civakên azad bide meşandin

Kongra Star ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo konfirans li hemû bajaran li dar xistin, da ku bibe bangewaziyek ji Rêxistina CPT û rêxistinên mafê mirovan re. Li aliyekî din jî ji bo berdevkên meclisên Kongira Star li hemû navçeyên kantona Qamişlo, perwerdeyeke girtî li ser 3 rojan di derbarê Hunera Rêveberiyê hat birin, di vê perwerdeyê de, wateya rêveberiyê hat şîrovekirin, li gel wê jî li ser hevjiyana azad perwerdeyeke li ser 3 rojan hatibûn vekirin, armanca jê ew bû danasîna wetaya hevjiyana azad û avakirina jiyaneke demokratîk di navbera jin û mêr de, da ku malbatên demokratîk werin avakirin, ji ber şaneya herî biçûk di civakê de malbate û ya herî wê malbatê ava dike jine. Dema jin azad be, bê guman malbateke azad tê avakirin, di encama de civakeke azad û demokratîk tê avakirin, herwiha bi avakirina civakên azad, dijmin nikare serdestiya xwe li ser civakê bide meşandin.

Nameyên zarokan ji Rêber Apo re bû berhemekî Kongra Star

Kongra Star ji bo naskirina fikir û ramanên Rêber Apo, di aliyên jin, dîrok, zanist û pêşerojê de, 500 pareznameyên Rêber Apo li hemû navçeyên bajarê Qamişlo di vê salê de belav kiribûn. Li gel wê jî li ser asta Kantona Qamişlo 507 name hatin nivîsandin, piraniya wan jî ji aliyê zarokan ve bû û ev name wekî berhemekî Kongra Star hat weşandin. Herwiha ji bo mekînêzmeya kar di nava komîteyên Kongra Star û Rêveberê Meclisa Kongra Star de, di heman demê de ji bo naskirin û xurtkirina mekînezmeya kar di navbera meclisên Kongra Star û hevserokên jin yên di saziyên Rêveberiya Xweser de hezar û 546 civînên rêxistinî, ji komîteyên ên Kongra Star, berdevkên saziyên Rêveberiya Xweser, bajarok û hevserokên TEV-DEM`ê re li ser asta Bakur û Rojhilata Sûriyê hatin lidarxistin.

Îsal 18 hezar û 346 serdan ji malbatan re hatin kirin

Di heman sale de ji aliyê Kongra Star, 18 hezar û 346 serdan ji malbatên Kantona Qamişlo re hatiye kirin, armanca serdana van malbata jî, ji bo danasîna Kongra Star wekî rêxistina jin di nava civakê de, ji bo perwerdekirina malbatan li ser mijarên zewaca temen biçûk, pirzewacî û herî zêde nîqaşên li ser şerê taybet ku bi taybet jin hedef digire. Herwiha li ser mijarên tundiya li dijî jinê, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, naskirina netewa demokratîk û naskirina gelek mijarên din, di van serdanan de hatin nîqaşkirin.

kesên rêveber mejiyê civakê ne

Kongra Star ji bo guhertina hişmendiya zayindperest û mêrên azad bên avakirin 20 perwerdeyên li ser 3 rojan di asta Kantona Qamişlo de, bi beşdarbûna mêran û ji aliyê jin ve perwerde hatin dayîn. Herwiha ji bo pêşxistina endam û rêveberên meclisên Kongra Star perwerdeyên vekirî û girtî hatin dayîn, li ser vê bingehê 34 endam tevlî perwerdeyên vekirî bûn, 65 endam tevlî perwerdeyên girtî bûn, ji ber kesên rêveber mejiyê civakê ne û ew yên ku rê nîşanî nifşên pêşerojê dikin. Di vê salê de jî 42 daxuyanî ji bo naskirina 8`ê Adarê, Rojbûna Rêber Apo, herwiha di derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker, salvegera Şehîd Zeyneb û Yelmaz, Ji bo keça kurd Jîna Emînî, Salvegera Yadê Eqîda û Şehîd Nagîhan Akarsal û di gelek mijarên cûda cûda de hatin xwendin. Herwiha ji aliyê Kongra Star ve, 643 semîner li ser hemû gûreyên tundiya li dijî jinê bi tevlîbûna 4 hezar û 579 kesî hatin birin. Bi pêşengtiya Kongra Star 58 meşên xweser, girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, êrişên dewleta Tirk, bîranîna Şehîdan, Roja 25`ê Mijdarê û armancgirtina pêşengên civakê, li ser asta Kantona Qamişlo hatin lidarxistin.

Her komîteyek xwedî taybetmendiyeke cûda ye

Meclisên Kongra Star li ser asta kantonê 5 rêveber û hejmarek ji komîtayan digire nava xwe, ew komîte jî evin; Komîta Perwerdê, Komîteya Edaleta jin, Komîta Parastina Cewherî ya Jin, Komîta Aborî, Komîta Tenduristiyê, Komîta Ekolojîk, Komîta Ragihandinê, Komîta Darayî, Komîta Qada Civakî û Komîta Hîlala Zêrîn. Her komîtek di derbarê kar û xebatên wê de taybetmendiyeke cûda heye.

-Girîngiya Komîteya perwerdê ew e ku wek Rêber Apo gotî perwerde an perwerde, tişa herî girîng di guherin û veguhertina zihniyeta civakên ku li ser olên tundirew û hişmendiya zayendperesî, civakeke yek alî bi hezarê salan, hatiye avakirin, encex di riya perwerdeyan de zihniya heyî bê guhertin, kevneşopî bên rakirin û zanisteke nû bê avakirin. Perwerde xwedî girîngiyeke cûda ye.

-Komîteya Edaleta jin di hundirê xwe de mala jin, di hundirê mala jin de desteyên Lihevanînê heye. kar û xebatê komîteya Edaletê parastin û pêşwazîkirina hemû kesên di civakê de û çaraserkirina pirsgirêkên wan.

-Girîngî û Rola komîta Aborî di hemû civakan de, lingê bingehîn ku ew civak karibe li ser xwe bisekine û bi pêş de here aboriye, bi taybet di aliyê jin de. Di riya aborî de jin tim dibû kole û ayidê mêr, ji bo vê yekê erkê komîta aborî xurtkirina aboriya jin, di riya kopiratîv û avakirina pirojeyan de, da ku jin bibe xwediyê aboriyeke serbixwe kar û xebatên aborî li ser vê bingehê hat meşandin.

-Komîta akolojîk lingê bingehîn ê piradîkmeya ya Rêber Apo ye. Rêber Apo dibêje civakeke demokratîk bi civakeke ekolojîk û azadiya jin re tê avakirin. li ser vê bingehê komîteya ekolojîk li jin, civak û xwezayê xwedî derdikeve, ev yek di aliyê kampaniya darçandinê di roja rojbûna Rêbertî û gelek roj in pîroz de dar tên çandin.

-komîta Qada civakî yekser aleqedarî civakê yê, di nav xwe de Weqfa Jina Azad, Ofîsa jin di ol û civakê de, Rêxistina Nûdem û Komîteyên zarokan digire. Di riya van sazî û ofîsan de, jin xwe digihînin hemû beşên civakê.

-Komîteya Hîlala Zêrîn jî ji destpêka çand û hunera kurd de û heta roja îro di riya jinê de hetiye parastina û di roja îro xwe berdewam dike. Herwiha kar û xebatên Hîlala Zêrîn bi pirengiya jinên hemû netewan tê xemlandin.

-komîteya Ragihandina jin ne tenê di asta Kantona Qamişlo di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, nirxên kolektîf ên demokratîk yên jinan bi riya têkoşîn, berxwedan, geşedanên şorşgerî yên ji bo azadiya jinê ku her roj bi riyên aktîf û perwerdehî dide nasîn û belav dike.

-komîteya darayî komîteyeke piratîkiye, kar û xebatên wê di aliyê peydakirina pêdiviyên navendan, di aliyê teknîkî, avakirin û tiştên pêwîst di hundirê navendan de ye.

-Komîteya Parastina Cewherî ya jin jî xwedî roleke bingehîn di nava civakê de ye. Rêxistina konfederal a demokratîk a jinan û têkoşîna azadiyê ya bê navber li hemberî hemû êrîşên pergala baviksalarî awayê bingehîn ê parastina cewheriye.

– Komîta Tenduristiyê ji pêşxistin û birêxistinkirina xebatên tenduristiyê yên jinan re berpirsyar e.

Pilansaziya Kongra Star ji bo sala 2024`an

-Lidarxistina hemû cûreyên çalakiyan, herwiha meşandina kar û xebatan di hemû hêlan de, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

-Xwegihandina hemû jinan, di riya serdana malbatan û tevlîkirina malbatên nû.

-Xurtkirina perwerdê bi rêbazên nû, da ku encam bên girtin.

-Berdewamkirina ektîvkirina girûpên xwendinê, ji bo guhertina hişmendiya paşferû ya ku jinê tim kole dihêle.

-Ektîvkirina hevserokên jin di komînan de.

-Lidarxistina panêlan li ser rewşa jin di şoreşa Rojava da û rol wê di pêşxistina civakê û şoreşê de.

-Lidarxistina bilatforman ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

-Xurtkirina aboriya jin di riya koperatîf û pirojeyan de.

Di derbarê meşandina kar û xebatên kongra Star yên sala 2023`an de Berdevka Kongra Star a Kantona Qamişlo Ibtîsam Elhisên ji rojnama me re axivî.

Ibtîsam Elhesên diyar kir ku bernameyên ku wan di sala 2023`an danîbûn pêşiya xwe piraniya wê pêk hat û wiha got: “Me piraniya bernameyên xwe pêk anî. Herwiha ya girîng jî ew bû ku em xwe bighînin hemû jinan, wan rêxistin û perwerde bikin, da ku karibin xwedî li xwe derkevin, ji bin koletiyê xwe rêzgar bikin û zincîrên koletiyê beqetînin, ev jî heta astekê kêm pêk hat. Li ser vê bingehê di sala 2024`an de em ê bi hemû derfetên xwe kar û xebatên xwe bidin meşandin, da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û xebatên me li gorî nirxên şehîdan be.”