Monday, June 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çalakiyên roja 9’an ya Festîvala Rojava ya Çand û Hunerê

23/12/2023
in Uncategorized
A A
Çalakiyên roja 9’an ya Festîvala Rojava ya Çand û Hunerê
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/Qamişlo

Di roja xwe ya 9’an de, Festîvala HRRK’ê ya Çand û Hunerê bi beşdarbûna gelek, helbestvan, nivîskar û rewşenbîran dewam kir. Herwiha çalakiyên hunerî yên cûr bi cûr hatin li darxisin.

Îro HRRK’ê bi armanca pêkanîna geşedana ziman û wêjeya kurdî vekirina deriyê derfetê ji bo tevlîbûna helbestvanan, festîvala Rojava ya Çand û Hunerê di roja wê ya 9’emîn de li dar xist.

Di destpêkê de hemû kesên beşdar xuleyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan rawestiyan, piştre jî nîqaşeke berfireh di derbarê ziman û arîşeyên wê de, di navbera mamoste Deham Ebdilfetah û beşdaran de hat vekirin û Ferîd Xelîl moderatoriya vê nîqaşê dikir.
Mamoste û zimanzan Deham Ebdilfetah di derbarê zimanê kurdî de wiha got: ‘Zimanê mirov keliha hebûna mirov e, ger mirov lê xwedî dernekeve û neparêze wê ev keleh hilweşe û wê mirov were qirkirin. Zimanê kurdî jî ji bo kurdan jî kelha hebûna wan e, lewma kurd giringiya zimanê xwe nas bikin û bi niyaz û vîna xwe xebat bikin. Li Başûrê Kurdistanê ji beriya 100 salan dibistanên kurdî hebûn û perwerdeya zimanê kurdî dihat dayîn. Li wir derfeta xebata zimanê kurdî dihat meşandin. Lê berî 12 salên dawî li Rojava kesê ku elfbeya kurdî di berîka wî de dihat dîtin û mijûlî xebata zimanê kurdî dibû, dihat girtin.
Herwiha nîqaş di navbera Çîroknivîs Mihemed Emîn Xelîl û Ebdilfetah de çêbû, Xelîn pirsa xwe kir û wiha got: “Berhema SZK’ê ya Rêzmana Kurmancî hate derxistin û standard bû di minhacên perwerdeyî yê guherînek di warê rêzaman de çêbû, ev guherîn li ser şagrtan ne zehmet e?
Deham Ebdilfetah wiha bersiv da: “Rêzmana Kurmancî, weke bingehekê ye ji bo hemû qonaxên perwerdeyê. Herwiha wê ziman li gorî asta şagirtan ya her qonaxeke perwerdeyê be.
Piştre jî şevbuhêrkeke helbestê bi navê Êvara Amûda Şewatan destpê kir, helbestvan Hesen Hesen, Bêrîvan Faris, Dilyar Hebîb, Xelîl Alûcî û Pêşeroj Cewherî helbestên xwe xwendin. Naveroka helbestên helbestvanan jî li ser welat, welatperweriyê, Şoreşa Rojava, evîn, jinê, şehîdan û hwd… bû, hêjayî gotinê ye kur tevahiya helbestan bi zimanê kurdî bûn.
Herî dawî 9’emîn festîvala Rojava ya Çand û fîlmê bi navê Bloomîng în the desert_de Benedetta Argentieri yê ku li ser jinê bû jî hat pêşkêşkirin.

Post Views: 49
ShareTweetPin

Herî Dawî

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin
ÇAND Û HUNER

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin

16/06/2025
Şehîd Sema Yûce bû çavkaniya hêz û îradeyê
JIN

Şehîd Sema Yûce bû çavkaniya hêz û îradeyê

16/06/2025
Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe
CIVAK Û JIYAN

Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe

16/06/2025
kovara Mizgîn-186
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-186

16/06/2025
7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.