Rojnameya Ronahî

Bendewariyên gelê Başûrê Kurdistanê û rewşa heyî

Erdogan Altan

Gelê Başûrê Kurdistanê, ji bo mafên xwe bi dehan salan, li dijî nijadperestiya Ereb û dîktatoriya Baas li ber xwe daye. Bi hezaran şehîd daye. Gundek nemaye ku ne hilweşiyaye. Mirovek e ku ji warê xwe koç nekiribe nemaye. Di encama serkeftina vê berxwedanî û bi desturdayîna konjoktura heyî re ji sala 1990’an û şûnde di qadekê ji nîvê Başûrê Kurdistanê zêdetir de di bin desthiladariya partiyên Kurd de hikumet ava bû. Ango pêkhateyek siyasî ya dişibe dewletê hat avakirin. Kurd gihiştin mafên xwe, ji zilm û zordariyê rizgar bûn, êdî mabû bibêjin em dikarin êdî di aramî û dewlemendiyê de jiyan bikin lê her demekê derbas dibû ji rewşeke berê xirabtir ve rû bi rû man.

Gelê Başûrê Kurdistanê bi taybet piştî 10-12 salên dawî li dijî hikumeta partiyên Kurd ketin rewşeke êdî têkoşînê bidin. Tiştên ji partiya Baas dixwestin hatin rewşa ku ji hikumet, dewleta Kurd bixwazin. Lewma nêzîkatiya desthiladaran û dewletê ya ji civakan re, ne nasnameya wan etnîk, bîrdozî, dîn û îmana wan e, yê diyarker zagonên desthiladar û dewletê ye. Nexwe ji bo bidestxistina maf, azadbûnê û jiyaneke aram bidomînin bûyîna dewlet ne çare ye. Rewşa Başurê Kurdistanê vêya her roj bi pêşketin û bûyerên nû re îsbat dike. Lewra ev jî careke din nîşanê me dide ku çareseriya herî guncav rêveberiya demokratîk e.

Gelê Başur bi salane du daxwazên xwe yên bingehîn bi sebrek mezin her tim tîne ziman; çareserkirina pirsgirêkên aborî û azadiya xwe.

Bi rastî jî hiş û aqilê mirov nagire, di cihekê wek e Başur de derketina pirsgirêkên aborî hebin. Lewra erdên çandiniyê pir zêde ne, erdê wê ji sewalvaniyê re guncav e, çavkaniyên avê pir hene, ya herî girîng jî ji ber keşûhewaya wê di hemû demsalan de hilberandin çêdibe, bêkarbûn an ne hilberandinê nayê fêmkirin. Ev yek jî encax bi siyaseteke pir taybet û bi plankirî ya dijminatiya gelê Kurd û diziyê bibe şêweyê bingehîn yê rêveberiyê. Dîsa bi pereyên ku ji çavkaniyên hatinê tên bidestxistin, pêwîstiyên gel nayên dîtin, nîşan dide ku neheqiyeke pir kûr û mezin heye û gel vana tîne ziman. Ango ya gel anîne rewşekê ku parsê ji van dike.

Di rewşa heyî de kesên ku wek karmend (memûr) dixebitin mûçeyên xwe dixwazin. Rayedarên hikûmetê bi taybetî rêveberên PDK’ê dibêjin pere tune. Ne tenê ew, bi taybetî di xwepêşandanên dawî de derketin holê ku ew rayedar dikarin bi sondxwarin, dijûn û heqaretê bersivê bidin xwepêşandaran. Yên ku dibêjin pere tune, derewan dikin. Ji ber ku hin xebatên ku bi milyonan dolar ji bo wan tê xerckirin bê navber tên meşandin. Her wiha ji bo karên ku bi tu awayî bi kêrî gel nayê tê xerckirin.

Tê zanîn ku hema hema hemû kesên ku dibêjin ji ber tunebûna pereyan nikarin meaş bidin, bi milyonan dolar di bankên Tirkiyê de dihêlin. Heta di çapemeniya navneteweyî de hat ragihandin ku bi dehan kesên xwedî hemwelatîbûna dualî, bi taybetî ji Dewletên Yekîtiya Emerîka (DYE) û hin welatên Ewropayê, li derve xwedî hesabên mezin û mal û milkên biha ne.

Hevkarê sereke yê hikûmetê PDK, dikare seferên leşkerî ji bo Tirkan li çiyayên herî ewle yên cîhanê saz bike. Ji bo vî karî dikare bi hezaran hêzên taybet seferber bike. Bi dehan tank û maşînên zirxî tevger dike. Bi dehan makîneyên înşaetê û karkeran dixebitîne. Li dehan çiya qereqolan ava dike. Û dikare ji bo van xebatan bi mîlyonan dolar bike û xerc bike.

Dema ku gel derdikeve xwepêşandanan dikarin bi hezaran polîs, asayîş, hêzên  taybet di bin navê operasyonê de derbixin, ji bo wan pere heye û an jî tê peyda kirin. Çek têne bikaranîn. Ew dikarin ji bo wan hemû kar û xebatan pere bibînin û xerc bikin, lê çima ji bo meaşên gel pere nabînin? Diyar e ku derew û xapandineke mezin tê kirin.

Ji ber ku dizanin mezinbûn û berdewamiya berteka gel rewatiya wan ji holê radike, dikarin derewan bikin û bibêjin ku xwepêşander ne ji Başûr in, ji parçeyên din ên Kurdistanê ne. Ev axaftin, bi zimanê gelêrî, mîna dizek pesnê diziya xwe dide û diziya xwe deşifre dike ye. Ji ber ku gelek caran rêveberên PDK’ê bi xwe bang li Kurdan kirin û gotin “Ev der Kurdistana azad e, Kurdên ku bixwazin dikarin werin.” Ya duyem jî, eger kurdên perçê din jî di nava xwepêşanderan de bibandor û rênîşander bin, wateya xwepêşandanên van kesan kêm nake. Berevajî vê mafdartir û rewatir dike. Wê zêdetir netewî û demokratîk bike.

Di encamê de siyaseta Kurd a Başûr di pratîka xwe ya sîh salan de azmûnek baş derbas nekir. Di cîhanê de îtîbara Kurdan xera kir. Têgihiştina ku Kurd nikarin xwe bi rêve bibin xurt kir. Nikarîne Kurdistanê bike cihekî mînak. Berde bibin bersiv ji hêviyên gelê Kurd û gelên din ên cîran ên ku dixwazin ji rejîmên neteweperest, faşîst û dîktator rizgar bibin, bûne sedem ku Kurdên Başûr dest bi vegotina trajîk a ‘xweziya dema Sedam’.

Siyaseta Başûr a ku PDK’ê pêşengiya wê dike û partiyên din jî di bin bandora wê de hewl didin polîtîkayên xwe diyar bikin, divê ji geşedanên van salên dawî encaman derxînin. Divê daxwazên gel fêm bikin. Û divê bê zanîn ku encama were derxistin ew e ku divê em zêdetir netewî û demokratîk bin.

Ev welat ne milkê malbatekê yan jî çend serokên eşîran e. Ji bo ku Başûr bibe xwedî statûyeke siyasî, keda hemû Kurdan têde heye. Bi taybetî jî li Başûr hema bêje di her malbatekê de şehîd heye. Pir kêm kes mane ku guleyek neavêjtibe dijmin. Bi vî rengî, divê ku komeke teng bi polîtîkayên neaqilane û bêwijdan dewlemendiyên welêt bi destê gelek diz û talankeran, bi taybetî jî faşîstên tirk ên qirker ên kolonyalîst ve bernede û neçare dawî li vê siyasetî bîne.

Xelkê Başûr guhertineke radîkal û mezin dixwazin. Divê bê zanîn ku tu tişt wekî berê nayê meşandin. Yên ku ji bo dewleta Tirk a faşist bi çend Êzidiyên feqîr re mijûlbûyîn siyaset dihesibînin, divê dev ji vê karî berdin û serê xwe ji bo guhertin û veguhertinên ferz re biêşînin baştir e. Di şûna ku aqilê xwe li ser em çewa dikarin xwe biguherînin bişûxilînin, axaftinên ku bi kêrî dijminên gelê Kurd tên, li çiyayên Kurdistanê avakirina qereqolan a ji bo dijmin, kişandina çekan li ser gel, ne tu rê û rêbazek çareseriyê ye û jixwe nabe jî.