Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Çalakiya girtiyên azadiyê û gelê berxwedêr wê bighêje armanca xwe`

22/12/2023
in ROJEV
A A
`Çalakiya girtiyên azadiyê û gelê berxwedêr wê bighêje armanca xwe`
Share on FacebookShare on Twitter

Di çarçoveya Kampaniya Cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakiya girava birçîbûnê ya ku di zîndanan de hatiye dest pê kirin, çalakiya konvedanê li Kantona Şehba û Efrînê hat li dar xistin. Endamê komîteyê Mistefa Mihemed anî ziman ku bi têkoşîna girtiyên azadiyê em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.

Zana Roj/ Şehba
Li seranserî girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, girtiyên Tevgera Azadiyê ji bo têkbirina tecrîda li Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest bi çalakiya girava birçîbûnê kirine. Bi deh salane çalakiyên girava birçîbûnê di hundir girtîgehên faşîzma Tikriyê de tên li darxistin. Vê carê jî ji bo têkbirina tecrîda li Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dane destpêkirin. Di çarçoveya piştgiriya kampaniya Cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya pêngava girava birçîbûnê, li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên konvedanê tên li darxistin, li kantona Efrîn û Şehbayê jî ji aliyê komîteya girtî û windahiyan ve çalakiya piştgiriyê hat destpêkirin.
Têkildarî çalakiyê endamê komîteya windahî û girtiyan Mistefa Mihemed û çalakvana ji meclîsa kantona Efrîn û Şehbayê Fatmê Silêman ji rojnameya me re axivîn.
`Çalakiya rûmetê hatiye destpêkirin`
Mistefa di destpêkê de piştgiriya giravaهونbirçîbûnê ya zîndanan de silav kir, her wiha anî ziman ku ev komîte ji bo heval û girtiyê di zîndanan de hat li darxistin û wiha pê de çû: “Çalakiya ku ji aliyê girtiyên azadiyê yên di girtrîgehên faîşzma Tirkiyê de hatiye destpêkirin, weke çalakiya xwedîderketina li rûmetê û berdewamiya berxwedana 14’ê Tîrmehê em dibînin û silav dikin. Ji ber vê yekê jî ev komîte li Kantona Efrîn û Şehbayê jî ji 7 heyvan de hat destpêkirin. Ji bo xwedîderketina li tavahî girtiyên Tevgera Azadiyê û windahiyên ku ji aliyê faşîzmê ve hatine girtin e. Bi vê yekê me jî weke gelê Efrîn û Şehbayê dest bi çalakiya piştgiriya tavahî girtiyên di zîndanan de kir.”
`Ne zincîrên îşkenceyê û ne jî dîwarên zîndanan dibin bend`
Mistefa destnîşan kir ku çalakiya di girtîgehan de hatiye destpêkirin ji bo bilindkirina dengê azadiyê ye û wiha domand: “Bi deh salane li hember dagirkerî, siyaseta îşkenceyê, qural û zagonên derveyî pîvanan di hundirê zîndanên faşîzmê de, giravên birçîbûnê yên bi dur veger û rojiyên mirinê hatine destpêkirin. Ev çalakî li hember hemû siyasetên qirkirina gelê kurd, doza azadiya Kurdistan û tevgera azadiyê tên destpêkirin. Ev çalakiyên bi rûmet ji bo bilindkirina dengê azadî û demokrasiyê ye. Vê carê jî ji bo hilweşandina siyaseta tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji aliyê qehremanên azadiyê di hundir girtîgehên faşîzmê ve hatiye destpêkirin. Ev gav weke her car di dîrokê de hatiye îsbat kirin ku ne zincîr îşkenceyê û ne jî dîwarên zîndanê dikarin li hember têkoşîn û berxwedaniyê bibe bend. Bi vê yekê wê bi têkoşîna girtiyên azadiyê azadiya Rêber Apo misoger bibe.”
`Çalakiya girtiyên azadiyê wê bigihêje e armanca xwe`
Her wiha çalakvana girava birçîbûnê Fatmê Silêman diyar kir ku bi hêza gelê berxwedêr wê azadî bigihîne zefferê û wiha domand: “Li ser xeta azadî û demokrasiyê bi hezaran bedelên giranbuha hatine dayîn. Li hember faşîzma Tirkiyê ya ku qirkirina gelê Kurd armanc dike; her tim gelê azadîxwaz û têkoşer derketiye meydanê, pilan û texmînên dagirkeriyê têk birine. Vê care jî bi pêşengtiya girtiyên azadiyê hemû gelê Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berxwedaneke dîrokî didin meşandin. Çalakiya girtiyên azadiyê û heqîqetê wê careke din weke berxwedana 14’ê Tîrmehê bighêje armanca xwe.”
Fatmê bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “hêza dayîkên Şehîdan û gel, berxwedanî û îradeya girtîgehan û têkoşîna gerêlayên azadiyê li serê çiyayan wê misoger vê çalakiyê bigihîne serkeftinê. Em careke din çalakvanên girtîgehan silav dikin û bejna xwe li hember îradeya wan ditewînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.