Rojnameya Ronahî

Derbarê nerîna Rêber Apo ji felsefe, wêje û hunerê re semînerek hat dayîn.

Ayîşa Silêman / Qamişlo
Di çarçoveya piştgiriya kampaniya cîhanî ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Koordînasyona Wêje ya Navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo derbarê nêrîna Rêber Apo li ser felsefe, wêje û hunerê semînerek da.
Kordînasyona Wêje ya Navenda Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo, de barê nerîna Rêber Apo li ser wêje, felsefe û hunerê semênerek li dar xist.
Di semînerê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên Însiyatîfa Gel, Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, akademisyen, kesayetên civakî û rewşenbîr, xwendekarên ji Zanîngeha Rojava beşdar bûn.
Semîner ji 2 mijaran pêk hat. Ya yekemîn ku behsa nêrîna Rêber Abdullah Ocalan a li ser felsefeyê û felsefeya wî bû ji aliyê Lêkolêner û endama Navenda Lêkolînan a Firatê Çinar Salih ve hat dayîn, herwiha mijara duyemîn jî li ser nêrîna Rêber Abdullah Ocalan ji wêje û hunerê re ji aliyê nivîskar û mamosteyê Zanîngeha Rojava Beşîr Mela Newaf ve hate dayîn.
Di derbarê mijara Felsefeya Apogerî û têkoşîna jinê di ramanên Rêber Apo de Çinar Salih wiha got: “Rêber Apo ji bo welatên misilman bi taybet Îran û Erebistana Sûdî dibêje ku gelekî xirabin ku nahêlin li ser kesayeta Pêxember H.Z. Mihemed tu şîrove bên kirin. Lê Rêber Apo dibêje ku di kesayeta Pêxember Mihemed de mirov dikare gelek tiştan jê sûd bigre, lê tevlî vê yekê van welatan qedexekirine li ser kesayeta Pêxember tu kes biaxive. Felsefe heya van salan di nav du beşan de perçekirî bû, beşek jê kesên ku piropogendaya metiryalîzmê dikirin, beşê din jî ku mîtafîzîkî bûn, lê Rêber Apo ji van herduyan sentezek çêkir, her wiha aliyekî abûrî jî mirov dikare di felsefeya Rêber Apo de bibînin, bi riya fikir û felsefeya Apogerî yê jinê karî xwe li ser asta cîhanê isbat bike û serkeftinan di aliyê abûrî, felsefî, leşkerî de gavinê mezin bavêje.”
Di derbarê mijara wêje di ramanê Rêber Apo de Beşîr Mele Newaf wiha got: “Girîngiya wêje û hunerê bi qasî xwarin û vexwarinê girîgtir e, huner û wêje temenê wê bi temenê mirovan re ye, ji ber ku mirov ne tenê bedene yan jî hiş e, heger mirov tenê beden û aqil bidê pêş wê nikaribe mirovahiya xwe bi serbixe û ji ber ku çawa bedena mirov hewcedarî xwarin û vexwarinê ye, hişê wî jî hewcedarî zanînê ye, herwiha du lingên bingehîn hene yek jê dile ku ew jî wek navenda hezkirin û evîn e û ya din jê hest yan jî rih e ku ew jî hewcedarî hunerê ye, heta ku mirov bikaribe dil û rih têr bike divê mirov li hunerê guhdar bike û bi wêjeyê re têkildar be, li ser vê mijarê Rêber Apo di aliyê jîngehê de zerdeştiye, biqasî hezkirina wî ji huner û bedewbûnê re ew manewî ye, her wiha Rêber Apo karîbû xwendekaran li xwe kom bike, ez dikarim bêjim ku ew Suqratiye, di aliyê bîr û baweriyên wî di gerdonê de ew ispîrozî ye, ji bo naskirina wî di aliyê matiryalîzmê û mîtafîzîkiyê de ew bêtir bi aliyê hîgil ve diçe.”
Ev panel bi guftûgoyê di navbera semênervan û kesên beşdar de bi dawî bû.