Rojnameya Ronahî

‘TEV-ÇAND ji bo pêşxistin û parastina çand û hunera resen e’

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Hevseroka TEV-ÇAND’ê Sumeya Mihemed da zanîn ku bi armanca pêşxistin û  parastina çand û hunera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya resen, TEV-ÇAND’ê xebatên xwe didomîne. Herwiha Sumeya anî ser ziman ku bernameya wan ya hunerî ya îsal dagirtî bû, tevî êrîşên dagirkeriya Tirk jî gelek festîval li dar ketin û gel tevlî çalakiyên hunerî dibûn.  

Tevgera Çand û Hunera Netewa Demokratîk a Mezopotamiya(TEV-ÇAND) yek ji tevger û bizaveke hunerî û çandî ye ku di sala 2006’an li Rojava hatiye damezrandin. Ji ber siyaseta  ku hikumeta Şamê ya hemû xebatên hunerî, perwerdekirin, siyaset û rewşenbîrî yên têkildarî gelê kurd bûn qedexe dikir, TEV- ÇAND bi awayekî veşartî xebat dikir. Ji wê demê heya berî şoreşa 19’ê Tîrmehê TEV-ÇAND’ê  xebat di mercên zehmet de dikir. Piştî ku şoreşa 19’ê Tîrmehê dest pê kir, êdî di atmosfereke guncaw de xebata xwe bi coşeke mezin berdewam kir. Ev tevger ji bo asta çand û hunera kurdên Rojava li nik  sazî û navendên din yên mijûlî pirsa çandê dibin, cihê vejîn û pêşxistinê ye.

TEV-ÇAND di bin diruşmeya Em wek tevgera çand û hunera Rojavayê Kurdistanê erkdar û berpirsyarê çand û hunera Rojavayê Kurdistanê ne. Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê birêxistinkirî û bitevgerkirî ne.”

Festîvalên ku ji aliyê TEV-ÇAND’ê ve  hatin lidarxistin jî ev bûn:

Festîvala Şehîd Yekta Herkol a Şanoyê, di 27’ê Adarê de li bajarê Qamişlo li ser asta cîhanî hat lidaraxistin û 5 rojan berdewam kir.

Festîvala Orkêş a Mozîkê di 11’ê Gulanê de li Qamişlo  li dar ket û 5 rojan berdewam kir.

Festîvala Şano ya Zarokan Mozîkê di 1’ê Îlûnê de li ser asta Kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar ket û 3 rojan berdewam kir.

Festîvala Şehîd Ronahî Bawer a Govendê li Rimêlanê di 16’ê Îlûnê de li Rimêlanê hat lidarxistin û 4 rojan berdewam kir.

Festîvala Çanda Netewa Demokratîk di 9’ê Mijdarê de li Tilberekê hat li darxistin û 2 rojan berdewam kir.

Li kêleka van fastîvalan çalakî û perwerdeyên cihêreng ji aliyê Tevgera Çand û Hunera  Demokratîk a Mezopotamiya ve dihatin domandin, girêdayî heman mijaran jî hevseroka TEV-ÇAND’ê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sumeya Mihemed ji rojnameya me re axivî.

Xebata çandî û hunerî

Sumeya Mihemed di derbarê kar û xebata TEV-ÇAND’ê de wiha got: “Ji destpêka 2023’an heta meha Berfanbarê ve, pilana salê dagirtî bû  ji çalakiyên çandî û hunerî û perwerdeyên cihêreng. TEV-ÇAND xebata xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herwiha Şam û Libnanê jî dide meşandin. Bi armanca parastin û pêşxistina çandî, hunerî ya resen, herwiha vekirina deriyê derfetê li pêşiya kesên ku xwesteka wan di warê hunerî de deye, me dest bi çalakî û perwerdeyan kir. Di destpêkê  de me çalakiyek ji bo 15’ê Sibatê roja komploya Navnetewî ya li ser Rêber Apo hat pêkanîn, li dar xist. Herwiha me îsal di Cejina Newrozê de jî, bi çalakiyên hunerî û çandî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şam û Libnanê  pîroz kir. Îsal weke sala yekem bû ku li kantonên rizgarkirî weke Reqa û Dêrazorê û hwd, Cejina Newrozê hat pîrozkir. Di heman demê de jî gelek festîval hatin lidarxistin weke fastîvalên şano, dîlan, muzîk û hwd. Yek ji wan festîvalan jî festîvala Şehîd Yekta Herekûl a Şanoyê bû, ev festîval ji festîvalên pir berbelav bû û hêjayî gotinê ye ku li ser asta cîhanê bû. Têkiliya me bi piraniya kom û saziyên hunerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re heye, di heman demê de jî dikevin bin sîwana TEV-ÇAND’ê, weke Komîna Şano, Sînema, Hunergeha Welat û hejmara wan nêzî 32 navendan e… Îsal jî me bi tevkariya Hunergeha Welat nêzî 47 stran û 37 kilîpan çêkirin û 24 sitranên nû di festîvala Orkêş de tomar kirin. Komîna Sînemayê jî xebateke berbiçav da meşandin, ku 15 xelekên Rêzefîlma Evîna Kurd hat belavkirin. ”

Astengiyên ku derdikevin pêşiya xebata hunerê

Sumeya têkildarî astengiyên ku derdikevin pêşiya kar û xebat TEV-ÇAND’ê wiha anî ser ziman: “Kar û xebata me li ser asta salane berdewam e, lê hin astengî derdikevin pêş van xebatên çandî û hunerî. Yek ji van astengiyan jî rewşa awarte ya ku em tê de dijîn û êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma me ne. Dagirkeriya Tirk bi awayekî hovane êrîşî herêmên me dike û ev êrîş bandoreke neyînî li ser kar û xebata me dike, herwiha li derûniya civakê jî dike. Divê ti sînor û astengî dernekevin pêşiya hunermendan û rê li pêşiya wan newe girtin, lê PDK’ê astengiyan ji bo hunermendan li ser sînorê Sêmalka çêdike. Gelek hunermendên me yên kurd yên li derve dixwazin tevlî çalakiyên hunerî bibin lê ji ber siyaseta PDK’ê nikarin derbasî vir bibin. Di heman demê de çalakiyên hunerî li derveyî herêmên me çêdibin, komên me dixwazin beşdar bibin, lê dîsa astengî ji aliyê PDK’ê ve derdikevin pêşiya wan. Li aliyekî din jî bi sedema dorpêçiyê li ser Şehba û deverên Helebê di warê li darxistina çalakiyên hunerî de, astengî derdikevin pêşiya me. ”

Perwerdeyên hunerî, çandî û îdiyolojî

Hevseroka Tevgera Çand û Hunera Netewa Demokratîk a Mezopotamiya, Sumeya Mihemed girêdayî perwerdeyên çandî, hunerî û îdiyolojî de wiha axivî: “ Em weke TEV-ÇAND’ê di heftiyê de du rojan perwerdeyên fikrî û îdiyoleojî didin endamên navendên xwe. Mijarên ku di van perwerdeyan de tên dayîn li ser çand, sinc, parêznameya Rêber Apo, rihê hevaltiyê û hwd… ne. Bi rastî em gelekî hewcedarên van perewerdeyên wisa ne û erka xwepêşxistin û perwerdekirinê dikeve ser milê hemû kesan. Li aliyekî din jî perwerdeyên çandî û hunerî jî ji bo pêşxistina endamên me berdewam in. Tişta xweş û balkêş jî ew e ku tevî şer û êrîşên li ser herêmên me, dîsa gel tevlî van çalakiyên hunerî dibe. Herwiha malbat bi destê zarokên xwe digirin û da ku zarokên wan fêr bibin wan tînin dixin nav kar û xebatên TEV-ÇAND’ê. Herwiha perwerdeyên çandî û hunerî ji bo zarok û mezinan tê dayîn. Hêjayî gotinê ye ku îsal çar kargehên şano ji bo perwerdekirina zarokan li ser asta Kantona Cizîrê hatin vekirin. Di heman demê de jî  komînên sînema, govendê û hwd hatin amadekirin. ”