Rojnameya Ronahî

Kar û xebatên şaredariyên herêma Cizîrê yên 2023’an

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Şaredariyên herêma Cizîrê di sala 2023’an de 198 projeyên xizmetguzariyê pêk anîn, herwiha 54 proje jî kar û xebat ji bo qedandina wan tên kirin. cîgira Hevserokatiya Desteya Rêvebirina Herêmî ya herêma Cizîrê, Bêrîvan Umer diyar kir ku êrişên dagirkeriya Tirk li pêş xebatên şaredariyan dibe asteng.

Desteya Rêvebirinê ya Herêmî ya herêma Cizîrê yek ji saziyên ku bi taybet li ser kar û xebatên şaredariyên herêma Cizîrê disekine. Herwiha hemû şaredariyên vê herêmê, kampaniyên cuda, desteyên veguhestinê, rêvebirinên avê, agirkujiyê û hwd… dikevin bin sîwana vê saziyê. Li herêma Cizîrê 17 şaredariyên mezin hene û li ser asta kanton, navçe û bajaran in, weke Şaredariya Qamişlo, Tirbespî, Amûdê û hwd… . herwiha li nik van şaredariyan, 40 şaredariyên din jî li ser asta bajarok û gundan hene.  Hejmara kedkarên ku kar û xebata curbecur di şaredariyab de dikin zêdeyî 5 hezaran e.

Tevahiya şaredariyên herêma Cizîrê di destpêka sala 2023’yan de li gor pilana xwe ya salane dest bi kar û xenbata xwe kirin. Hêjayî gotinê ye ku li gorî Nivîsgeha Serjimariyê ya Desteya Rêvebirina Herêmî ya herêma Cizîrê şaredariyên herêma Cizîrê 364 pirojeyên cuda xistin pilanên kar û xebata xwe de û li gor vê pilanê tevgeriyan.

Pirojeyên Kantona Qamişlo yên îsal  wiha bûn:

Li ser asta kantona Qamişlo 220 piroje bûn; 51 ji pirojeyên rastkirina riyan bi beqaya, 23 pirojeyên rastkirina riyan bi kevirên hûr, 10 pirojeyên kenalên av qirêjiyê, 51 projeyên ziftkirina riyan, 51 pirojeyên avê, 9 pirojeyên sazkirinê. 11 projeyên pir û xaçeriyên avê, 3’ê pirojeyên rastikirina riyan û 7 projeyên cûda.

Herwiha ji van pirojeyan jî 106 piroje pêk hatin, di heman demê de kar û xebat li ser 43 pirojeyan tê kirin û 71 pirojeyên din kar li ser wan nehatiye kirin. Rêjeya diravî ya van pirojeyan bi giştî 7 milyon û 102 hezar û 613 dolarên Amêrkî bûn.

Pirojeyên Kantona Hesekê yên îsal jî wiha bûn:

Li ser asta kantona Hesekê 144 piroje bûn; 26 pirojeyên beqaya, 25 pirojeyên rastkirina riyan bi  kevirên hûr, 13 pirojeyên kenalên avqirêjiyê, 17 projeyên ziftê, 13 pirojeyên avê, 4 pirojeyên sazkirinê , 17 projeyên pir û xaçeriyên avê, 5 projeyên rastkirin, 10 projeyên kevriyên hûr û ziftkirin, 3’ê projeyên ji bo jinan, 4 projeyên ronîkirina riyan û 7 projeuên din yên cûda.

Herwiha ji van pirojeyan jî 92 piroje hatin pêkanîn û xebat li ser 11 pirojeyan tê kirin û 41 pirojeyên din jî kar li ser wan nehatiye kirin. Rêjeya diravî ya van pirojeyan bi giştî  3 milyon û 733  hezar û 738  dolarê Amrîkî.

Girêdayî kar û xebatên şaredariyên herêma Cizîrê yên îsal jî cîgira Hevserokatiya Desteya Rêvebirinê ya Herêmê  ya herêma Cizîrê, Bêrîvan Umer ji rojnameya me re axivî.

Asta kar û xebatên şaredariyan

Bêrîvan Umer di derbarê xebat û pirojeyên şaredariyên herêma Cizîrê de wiha axivî: “Di destpêka salê de civînên ji bo giftugoyên di derbarê hilbijartina pirojeyên sala 2023’an de bi gel re hatin li dar xistin û li gor xwesteka wan ev piroje hatin destpêkirin. Herwiha Rêveberiya Xweser jî mûçeyeke baş ji bo pirojeyên şaredariyan hatin terxankirin û  xebatên şaredariyan haten destpêkirin. Lê ji ber ku li herêma Cizîr pirsgirêka ava bajarê Hesekê hebû, lewma beşeke mezin ji mûçeya şardariyan ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hat dabeşkirin. Pirojeya kişandina avê ji navçeya Amûdê ber bi bajarê Hesekê ve pirojeyeke pir mezin e û xebat, lêkolîn û mûçeyeke mezin jê re divê. Xebat ji bo vê pirojeyê ranewesetiyaye û ji 20 bîran 2 hatine amadekirin û wê 2 stasiyon di demê pêş de werin amadekirin. Li aliyekî din jî pirojeyên riyan di nav xebata şaredariyan hebûn weke kenalên av qirêjiyê , rastkirina riyan bi kevirên hûr û beqaya û hwd… Îsal pirojeyên riyan kêm bûn sedem jî ji kargehên çêkirina riyan bû, ku mijûlî pirojeyên ziftê bûn, weke riya Embara. Di warê ekolojî de ji xwe destpêkê karekî dirust hate meşandin lê di nîvê salê de Desteya Ekolojiyê xweseriya xwe sitand ji şarederiyan û bû saziyeke cûda. Herwiha hejmareke mezin ji pirojeyan pêk hatin û li gorî ku rewşa herêmê ya awarte, Rêveberiya Xweser îsal derfet da me ku em hîn jî karê xwe yê îsal berdewam bikin û nehêlin sala 2024’an. ”

Astengiyên derketin pêşiya kar û xebatên şaredariyan

Bêrîvan têkildarî astengiyên ku derketin pêşiya kar û xebatên şaredariyan wiha anî ser ziman: “ Yek ji astengiyên ku pirsgirêkan di kar û xebatên şaredariyan de çêdike, kêmûbûna kesên bispor di şaredariyan de ye. Derengmayîna ku di warê pirojeyan de çêdibe ji ber kêmbûna enderzyaran e. Gelek şaredariyên me hene ku ji ber kêmbûna endamên bispor rastî pirsgirêkan tên. Helbet da ku ev piroje bi rengekî durist û li gor dilê gel bin pêwîste ev piroje bi dîqet lêkolîn li ser wan werin çêkiri û di demeke kurt de bi dawî bibin. Li aliyekî din jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên 4’ê Cotmehê li ser binesaziya herêma me gelekî bandor li kar û xebata şaredariyan kir. Ev zêdeyî 11 salan e ku şaredariyên me pirojeyên girîng ji bo gel pêk tînin û pêşxistineke xizmet guzarî ya berbiçav jî çêkir. Lê van êrîşên dagirkeriya Tirk rewşa binesazî  û xizmetguzarî vegerande rewşa salên 2011’an ya xirab. Herî zêde gelê me bi sedema van êrîşan alozî ji aliyê avê dîtin. Ji ber ku stasiyonên elektrîkê bi giştî hatin ruxandin û stasiyonên avê jî bê elektrîk ma, êdî av li ser gel hat qutkirin. Me di vê rewşa awarte de li gor derfetên xwe dikarîbû bibin bersiv ji vê pirsgirêkê re û destekdayîna gel bikin di vê rewşê de. Herwiha Rêveberiya Xweser jî tevlî van êrîşan û encamên wê jî destek da me û hîn jî di vî warî de berdewam e. ”