Rojnameya Ronahî

Hevpeymana Civakî yek ji destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê ye

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Endama Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî, Perwîn Yûsiv destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî yek ji destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê ye. Di heman demê de Perwîn da zanîn ku ev hevpeyman bi nêrînên gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat li gorî hewcedariya bi xwerêvebirin û biryarstndinê hat sazkirin.

Di 12’ê Berfenbarê Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hevpeymana Civakî bi 134 madeyên cuda û cihêreng derxist. Têkildarî vê hevpeymanê jî Endama Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî, Perwîn Yûsiv bersiva pirsên me da û hevpeyvîn jî wiha bû:

Reşnivîsa hevpeymana berê ji 99 madeyan pêk dihat, lê ya niha 134 made ne, guhertinên ku tê de pêk hatin çi bûn û çi pêwîstî pê hate dîtin?

Hevpeymana Civakî weke destkeftiya gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya şoreşê hatiye amadekirin. Ji sala 2014’an ve bi avabûna Rêveberiya Xweser re hevpeymaneke civakî ji aliyê rêveberiya kantonên bajaran, partiyên siyasî, rewşenbîr û hwd… ve hat çêkirin. Êdî li gor wê hevpeymanê sîstemên rêvebirinê yên  civakî, aborî û hwd dihatin sitandin û meşandin.  Hevpeyman weke tecrubeya sala 2014’an heta  berî vê hevpymana nû bingeh dihat girtin.  Lê piştî ev qas dem, xebat û tecrubeya mezin, kar ji bo  hevpeymaneke nû hat kirin. Me berî sal û nîvê reşnivîsek bi 99 xalan nivîsand, herwiha ev reşnivîs kete diyalog û nîqaşeke berfireh li ser hat kirin. Di heman demê de me gelek hevpeyvîn bi gel re jî ji bo sitandina biryarên wan di derbarê madeyên vê hevpeymanê de girtin. Ji ber vê yekê jî, madên ku li reşnivîsa Hevpeymana Civakî hat zêdekirin, madeyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn. Yek ji van madeyan jî rizgarkirina herêmên ku hatine dagirkirin û gelek madeyên zelal yê din hatin berçavgirtin û hevpeymaneke ku mafê hemû pêkhateyan diparêze hate derxistin.

Ji wan guhertinên sereke ku pêk hatine çi ne?

Yek ji guhertinê sereke di warê desteyên cîbicîkar yên Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk hatin. Her herêm û kantonek desteyekê wê yên aborî, daravî, têkiliyê, civakî, jinê û hwd… hebû û desteyên cîbicîkar karê xwe bi serbixwe û fermî dikirin. Li nik vê yekê jî Tevgera Civaka Demokratîk jî xebat dida meşandin. Lê vê hevpeymanê guhertinek di warê şêwazê rêvebirin û biryargirtinê de pêk anî û li rex her desteyekê meclisek hat ava kir. Saziyên Tevgera Civaka Demokratîk ji beşeke mezin a gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê. Me xwest ku hevbeşî bikeve nav kar û xebatên saziyên heyî û da ku li aliyekî din jî gel di xebata van deste û meclisan de beşdar bibe, pêwîstî bi vê yekê hebû ku tevlî rêvebirina karên cuda bibe. Li ser vê bingehê jî dê ji şaneya biçûk heta bi ya herî mezin ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li nik TEV-DEM’ê bi awayekî hevbeş bixebitin. Herwiha meclis û desteyên kantonan kar û xebatê bi rê ve dibe, armanca me jê ew e ku nêzîkatiyek hîn bêtir di navbera gel û saziyên Rêveberiya Xweser de ji bo biryargirtinê û hwd… were pêkanîn.  Herwiha ev guhertin ji bo têkbirina hemû rengên bîroqiratiyê û desthikatdariyê ye.

Hevpeymana Civakî xwe dispêre kîjan paradîgma û bîrdoziyê, herwiha pêkanîna van madeyan ya di qada pratîkê de dê çawa be?

Li ser asta cîhanê her destûrek yên rêvebirinê xwe dispêre hişmendiya dewletekê an siyaseteke cuda û li gor wê siyaset û hişmendiyê tevdigere. Hevpeymana Civakî jî ji bo me, rêvebirina herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Bêguman ev hevpeyman jî xwe dispêre felsefe, hişmendî û nêrînekê. Felsefe û hişmendiya Hevpeymana Civakî ji xwe re dike bingeh, felsefeya Netewa Demokratîk e. Ev hevpeyman jî pirrengiya gelan û biratiya gelan qebûl dike. Herwiha xwe dispêre paradîgma û îdiyoljiya Rêber Apo ya ku nexşerêya şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku xeta sêyem ji bo azadiya gelan saz kiriye. Di heman demê de bi fikr û feslefeya xwe piştgiriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye.  Ev hevpeyman xwedî nirxekî pir buha ye, lewma hemû pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê erkdar û berpirsiyarên pêkanîna xalên Hevpeymana Civakî ne. Divê kar û xebatên piratîkî li gorî sincên mirovahiyê ji komînê heya saziya bilind a Rêveberiya Xweser pêk were û bidome. Piratîkbûna Hevpeymana Civakî destpêkê li ser hişmendiya civakê û her kesî dimîne ku çiqasî pêk bîne. Dem hatiye ku em ji tecrîbeya şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku bû mînaka şoreşên cîhanê, sûd bigirin. Lewma ji bo ku xalên hevpeymanê bikevine meriyetê de  divê gelên me xwedî li vê hevpeymana giranbuha derkevin.

Ji bo azadî û mafên jinan bi taybetî guhertinên çawa pêk hatin?

Di vê Hevpeymana Civakî de xaleke sereke hatiye bibîrxistin ku hemû rengên nijadperestiyê tê redkirin. Herwiha hewldana têkbirina zayendperestiyê jî di nav vê xalê de tê dîtin û azadiya mêr tê bingehgirtin. Mafê jinê weke mêr di rêvebirinê de heye ango divê weke hev bin. Lê berî ev Hevpeymana Civakî saz bibe, rêjeya jinê di  rêvebirina saziyên abûrî, civakî û hwd… de 40 ji 100’î bû. Piştî 12 salan ji şorerşê, jinê xwe di qada leşkerî, siyasî, civakî û hwd… isbat kir. Derket holê ku jin dikare mîna mêran biryarê bigre, bibe berpirsiyara hemû tiştan û xwe bi rê ve bibe. Lewma  di vê hevpeymanê de rêjeya jinê di biryargirtin, rêvebirina komîn, meclis, deste û hemû saziyan de zêde bû û gihaşt 50 ji 100’î.

Di hevpeymanê de behsa hilbijartinan tê kirin, ew hilbijartin dê çawa pêk werin, awayê pêkanîna wê dê çawa bin?

Rêveberiya Xweser wê di destpêkê de Desteya Bilind a Hilbijartinê ava bike û pê re jî zagonên hilbijartinê jî werin diyarkirin. Di Hevpeymana Civakî de hatiya nivîsandin ku ji 100’î 40 ji teknoqratiyê re ye. Herwiha rêjeya din a ku 60 e, ji hilbijartinê re ye, ev rêje  tev xalên sereke yên awayê berfirehiya hilbijartinan digire nava xwe. Kar û xebat li ser berfirehiya xalên sereke û zagonên hilbijartinê tê kirin û wê di demeke nêz de werin derxistin. Êdî wê saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, kesayetên serbixwe û teknoqirat li gorî van zagonên hilbijartinê namzetên xwe pêşinyar bikin. Di heman demê de jî wê gel bi serbestî  namzetên xwe diayr bikin. Di dema heyî de li gor rewş û mercên ku em têre derbas dibin em nikarin dest bi hilbijartinan bikin, lê dîsa jî hewldanên pêkanîna hilbijartinan hene.

Di madeya 133yan de we behsa guhertin û nûkirinê kiriye, şert û mercên wê yekê çi ne?

Ev made dide tekezkirin ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşek ji Sûriyê ye û em parçebûna xaka Sûriyê naxwazin. Lê belê Hevpeymana Civakî ya ku hate raghandin, ji bo yekbûna gelên Sûriyê û xaka wê ye. Ev hevpeyman jî ji aliyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye nivîsîn. Şert û mercên gurhertina vê hevpeymanê  jî, wê di rewşekê de were guherandin, ew jî dema ku mafê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hevpeymaneke sûrî de were çêkirin. Em di dema niha de hewcedarî hevpeymaneke  wisa ne ku hemû pêkhatên vê herêmê xwe bi rê ve bibin. Di heman demê de em tekez dikin ku ev hevpeyman ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê cihê çareseriyê ye. Herwiha deriyê nûkirin û guhertina Hevpeymana Civakî ji bo xizmeta gelên Sûriyê çi kurd be çi erbeb, suryan û hwd… re vekirî y