Rojnameya Ronahî

3 şerên cîhanê

Farûk Sakik

Di 3 şerên cîhanê de tiştên diqewimin dişibin hev. Di her sê şeran de jî hêzên hegemon hatibûn rojhilat. Xetên berjewendiyên wan di nav sînorên Kurdistanê re derbas dibû. Qedera neteweyan û gelan ketibû nav lepên van dewletan.

Şerê cîhanê yê yekem ku li ser dabeşkirina xaka Osmaniyan hatibû destpêkirin, bû sedema dabeşkirina xaka Kurdistanê jî.

Di vî şerî de bi peymana Lozanê qederê kurdan hat xêzkirin. Hejmara dagirkerê Kurdistanê bûn çar. Çar dewlet bi hev re dijmin bûn lê di dijminatiya Kurdan de car din dihatin cem hev. Ev yekîtiya wan a dijminatiya Kurdan dibû sedem ku serhildanên Kurdan bi trajediyên mezin bi dawî bibin.

Şerê cîhanê duyem jî wek vî şerî bû. Dîsa Îngiliz, Sowyet û Fransa li herêmê bûn. Dema ku Îngilizan û Yekîtiya Sowyetan Îran dagir kirin, Rojhilatê Kurdistan ket bin dagirkeriya Yekîtiya Sowyetan. Kurdan jî ev rewş baş bikaranîn xebatên xwe yên bi salan gihandin encamekî. Dema di 22’yê Çileya 1946’an de Komara Kurdistan hat îlankirin, dîsa Sowyet li du berjewendiyên xwe ketibûn.

Lê dîzaynkirina Rojhilata Navîn dewam dikir. Hêzên cîhanê yên wê demê Brîtanya û Yekîtiya Sowyetan ji bo hegemonyaya xwe ya li ser Rojhilata Navîn, nehiştin ku Komara Kurdistanê mezintir bibe. Ev her du hêz bi hevkarên xwe yên herêmî komara Tirk û rejîma Îranê dan kêleka xwe û ketin pey tunekirina komara 11 mehî.

11 meh şûnde dema ku Yekîtiya Sowyetan ji herêmê vekişiya dewleta Îranê ya dagirker berê xwe da Mahabadê û Komara Kurdistanê bi dawî kir.

Qazî Mihamed dema ku di Adara 1947’an de îdam kirin, di gotinên xwe yên dawî de wiha digot: “Çavên min li paş namînin, hûn Qazî Mihemed dikujin, lê bi hezaran Qazî wê rabin û wê vê dozê bidomînin.” Çavên Qazî Mihemed li paş nemabûn. Sal û dem derbas bûn, bi navê Abdullah Ocalan kesek rabû û ji bo azadiya Kurdistan têkoşiya. Bi demê re Rêber Apo li Rojhilata Navîn behsa konfederalîzmê kir. Ne tenê ji bo rizgariya Kurdan, hin fikir û ramanên wî yên ji bo rizgariya hemû gelên herêmê hebûn.

Dema di destpêka salên 90’î de şerê cîhanê yê sêyemîn dest pê kir, dîtin ku ev şer wê neşibe herdu şerên cîhanê yên din. Çawa ku hêzên modernîteya kapîtalist di şerên cîhanê de dihatin li gel hev ji bo parastina berjewendiyên xwe li hev dikirin, Abdullah Ocalan jî bi paradîgmaya xwe berjewendiyên gelan diparast. Berî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de komplo bidin destpêkirin, di civînên xwe de behsa vî kesî kirin. Wisa bi hêsanî pêşî li vî kesî nedihat girtin.

Nedişibiya Seyît Riza û Qazî Mihemed. Rast bû Rêber Apo têkoşîna van herdu pêşengê Kurdan ji xwe re esas digirt. Lê herdu kes ji bo gel trajediyên mezin nejîn xwe radestî dijmin kirin û aqûbeta wan jî tê zanîn. Bi aqûbeta wan re aqûbeta serhildanan jî dawî dibû.

Ji ber vê yeke Rêber Apo ji bo ku serhildana doza Kurdistanê ku destpêkirî bi encam bibe, dibûya bijiya. Wisa kir. Di komployê de berê xwe da Ewropa û li van deran şansek da aştiyê. Nebû. Dîl hatin girtin.

Dîsa teslîm nebû û li Îmraliyê jî ev şerê xwe domand. Dema ku di şerê cîhanê yê yekem de Şêx Seîd û di şerê cîhanê yê duyem de Qazî Mihemed hatin îdamkirin, li ber deriyê dadgehan yek Kurd tunebû. Lê dema di şerê cîhanê yê sêyem de Rêber Apo dîl hat girtin, bi dehan însan li dora wî ji agir xelek çêkirin. Bi Rêber Apo re li Kurdistan statuya Rêbertiyê jî derbasî merhaleyeke nû bû.