Rojnameya Ronahî

‘Armanca TEV-DEM’ê pêşxistin û rêxistinkirina civakê ye’

 Ayîşa Silêman/ Qamişlo

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê ku di nava xwe de rêxistin, sendîka, komele, meclîs, sendîkayên pîşeyî, weqif, navendên lêkolîn û perwerdehîyê dihewîne, li ser esasê Netewea Demokratîk û ji bo gihiştina civaka exlaqî, polîtîk, ekolojîk û azadiya jinê di nava salekê de xebatên berfireh da meşandin, herwiha ji bo parastina nirxên civakê, jiyana hevbeş, cihêrengiya çandî û etnîkî û parastina mafên beşên civakê gavên girîng avêtin.

Bi riya TEV-DEMê gelek karên rêxistinî hatine kirin, di hemû beşên civkê yên ku hene, yekîtiyên wan hatine avakirin, di nav van yekîtiyan de jî hevserok hatine hilbijartin. Her wiha hin avakirinên ku di sala 2022’an de bidawî nebûbûn sala 2023’an de hatin bi dawî kirin, wek; di minbicê de yekîtiya bijîşkên lawiran û komeleya Tirikmanan hat avakirin.

Di derbarê kar û xebatên TEV-DEM’ê ya sala 2023’an de endamê Qordîna Civaka Demokrat beşê rêxistinî, Ayîd Birahîm û Berdevka Ofîsa jin di Tevgera Civaka Demokrat de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zeyneb Hesen ji rojnameya me re axivîn.

  Kar û xebatên TEV- DEM’ê

Ayîd Birahîm diyar kir ku kar û barên me di aliyê rêxistinî de li ser hemû yekîtî û Odeyên me tê seknandin, her wiha tekmîl û raporên me hene ku yekîtiyên me tên gel hev  wek ofîsên rêxistinî rapor tên xwendin  û  nirxandin li ser  kar û barê mehê tê kirin û wiha got: “Li ser asta herêmê komcivînên salane tên çêkirin, di aliyê rêxistinê de jî em kar dişopînin û bi hevserokên yekîtiyan re dibin alîkar. Ji ber ku çiqasî em di aliyê rêxistinê de serkeftî bin hewqasî wê karê me jî serkeftî be. Rojane em sardana ofîsan dikin, dema ku pirsgirêkên wan hebin em wek ofîsa rêxistinê bi karê xwe radibin û vê pirsgirêkê digrin ser milê xwe, her wiha li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê di milê perwerdeyê de em semîneran didin, di hemû beşên bîrdozî de hemû yekîtiyên me di mehê de herî kêm 2 caran perwerdeyên xwe yên bîrdozî dibînin û di hefteyê  de carekî  pirtûkên Rêber Apo dixwînin û niqaş ser tê kirin,”

Perwerdeyên ku bi riya TEV- DEM’ê tên dayîn

Ayîd Ebirahîm di berdewamiya axaftinên xwe de got: “Ji bo parêzeran perwerdeyên meslekî tên dayîn, herwiha perwedeyên  destwerdana lezgîn bajar bi bajar û ji hemû yekîtî û ofîsên me re û him ji ciwanan re jî tên dayîn. Di heman demê de perwerdeyên me ji bo kombiyûterê tên dayîn, ji bo bilindkirina asta karmendan di karê wan de, heftane li bexçê xwendinê semîner tên dayîn ji hêla rewşenbîran ve. Him di aliyê wêje, ziman û dîrokê ve û ji bona bilindkirina asta civakê ji milê çandî ve kar û xebat tê kirin. Ji bona nivîskarên ku pirtûkên wan hatine çapkirin îmzekirina pirtûkên wan rewşenbîran têne çêkirin. Li ofîsa me ya li pêşesaziyê, me serjimarî ji bo zarokên ku li  pêşesaziyê kar dikin çêkirin, yên temenê wan bin 12 salî re 203 zarok bûn û yên temenê wan ser 18 salî re 1100 zarok  bûn, ku di pêşesaziya bajarê qamişlo de kar dikin. Her wiha bi boneya roja cîhanî ya zrokan,  spasname li zarokên ku li dibistan û pêşesaziyê kar dikin hatin belav kirin, û wek karekî civakî jî me ji bo wan şahî li bexçeyê xwendinê çêkir”

Şopandin karê yekîtiyan bi riya civînan

Ayîd Ebrahîm wiha pê de çû û got: “Civînên me her meh tên çêkirin li ser kar û barê yekîtiyan û nirxandina karê wan. Di heman demê de em guh didin pêşniyarên wan, hemû yekîtî û odeyên me beş bi beş civînên xwe yê salane çêdikin. Piştî civînên salane em ê derbasî konfiransan bibin û di konfiransê de biryara guhertina rêveberên Ofîsan tê lidarxistin, ew rêveberên ku du salên wan çêbûne û pêwîstiya guhrtina cihê wa heye, her wiha guhertin di kar û barên me de jî tê çêkirin.  Hin kêmasiyên ku bi me re derbas bûne di van konfiransan de em ê, hewilbidin ku wan çareser bikin.  Ekademiya me ya civaka sivîl, di salê de zêbeyî 10 dewreyên perwerdeyê têde têne dayîn û jimara kesên ku tevlî dibin ji 20 heya 25 kesî ne, perwerde 26 rojan dirêj dike.  Perwerdeya wan him di aliyê bîrdozî û fikrî de ye, her wiha hin saziyên me perwerdeya diblomasî û bi riya onlayîn têkiliyên xwe bi yekîtiyên derve re çêdikin. Mîna yekîtiya kedkaran li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkiliya wan bi kedkarên Emrîkî, Birîtanî û her wiha bi bajarên Erebî re jî têkiliyên wan hene. Gelek caran girêdayî kar û xebatê ku em didine meşandin û şêwazê kar û xebatê me bi wan szaiyan re  peywendî, danûsitandin û şîroveya kar û xebata ku tê meşandin kirî ye. Heya ku bi yekîtiyên me yên derve re jî him Ewropî, Birîtanî, Emerîkî nameyên wan hene, em tevlî şahiyên wan jî dibin. Her wiha berî demekî yekîtiya mamosteya sardana van dewletan jî kiribû û sîstema xwe ya perwerdeyê ya ku li cem Rêveberiya Xweser tê dayîn ji zanîngehên Ewropî re şîrovekirin.”

Ayîd Ebrahîm axaftinên xwe doman û wiha got:”Her wiha yekîtiyên ku nehatine avakirin tên avakirin, di nav yekîtiyên me yên esnafan de zêdeyî 30 yekîtiyê heye, lê di nav wan de hin yekîtiyên me li bajaran kêmin û hin bi hin têne avakirin. Yekîtiya  bijîşkên diranan li bajarê Kobanê hazirî tê kirin ku were avakirin, TEV- DEM’ê di nav van salan de,  heya asteke gelek baş karîbû bibe bersiv ji civakê re. Her wiha bandor li gel jî hat kirin ku karên xwe bi xwe birêxistin bikin. Mîna yekîtiya bijîşkan û bi alîkariya hin yekîtiyên din re karîn kilînîkên gel avabikin. Hin pirojeyên kedkaran hene lê hîn li ser erdê nehatine pêkanîn; wek vekirina medceneya mirîşkan û xaniyên bilastîk ji bo çandiniyê.”

Astengiyên ku TEV-DEM rastî wan tên

Endamê Qordîna Civaka Demokrat Ayîd Ebrahîm di dawiya axaftina xwe de got:”Astengiya ku herî zêde me dikşandin êrişên dagirkeriya tirk li ser cotkaran û astengiyên li pêşiya wan di milê cotkirin û rakirina demsala berhemên xwe. Herwiha mamoste jî astengiyan dikşînin, ji ber ku li seranserî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Tirkiyê ve û ji ber êriş û topbaranên ku rojane ji milê dagikeriya tirk ve têne kirin, gelek dibistan hatine wêrankirin û yên din jî ji ber êrişan hatine valekirin.  Astengiya herî mezin ji Dêrikê heya  Minbicê û êrîşên dagirkeriya Tirk yên rojane têne kirin û her kesî hedef digrin. Ji ber vê yekê hêviyên me ew e ku em ji gelê xwe re bibin bersiv û him di aliyê rêxistinî û him ji milê civakî û xizmet guzariyê de jî pêdiviyên civakê pêkbînin. Li gorî vê yekê pêwîste ku di nava xebatên Tevgera Civaka Demokrat de şoreşeke hişmendî pêkwere da ku civak bikaribe ji hemû milî ve rêxistina xwe avabike û li hemberî hemû êrişan liberxwe bide û xwe li ser piyan bigre.  Ji ber ku civakeke bi rêxistinkirî û xwedî felsefe û hişmendî be, wê serkeftina xwe tekez bi dest bêxe.”

Kar û xebatên ofîsa jin di TEV-DEM’ê de

Berdevka ofîsa jin di Tevgera Civaka Demokratîk de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zeyneb Hesen, diyar kir ku kar û xebatên ofîsa jin a sala 2023’an, bi giştî  bername deynabûn pêşiya xwe û li ser perwerdeyê bisekinin,  mîna; perwerdeya jinên ku di yekîtiyan de kar dikin, him kedkarên ku di kargehan de kar dikin û bi karê çinînê ve mijûl dibin û wiha got:”Em perwerde û semînerên vekirî didin wan. Di heman demê de di Ekademiya Civaka Sivîl li Hesekê çend perwerde bi taybet ji bo ku jin bi xwe xwe biparêze û ew bi xwe mafê xwe bixwaze hatin dayîn. Bêtirî 350 civînan, me di sala 2023’an de çêkirin, bi taybet ji bo hevserokên jin û jinên kedkar yên ku di kargehan de kar dikin û em yek bi yek bi wan re rûniştin û me pirsgirêkên wan girtin dest û em li ser sekinîn. Di heman demê de me semîner ji bo mêran jî dan, da ku ew zihniyeta baviksalarî ji hole rabe, her 6 mehan civîna me  ya ofîsa jin cêdibe,  di civînê de kar û xebatên me tên nirxandin.”

Isbatkirina jinê di nav civakê de

Berdevka ofîsa jin di Tevgera Civaka Demokratîk de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zeyneb Hesen dawî li axaftinên xwe anî û wiha got: “Di warê pêşxistina têkiliyên diblomasî de di ofîsa jinê de, rola jinan hate aktîfkirin, ji bo birêxistinkirina hemû jinên ku di sendîkayan de dixebitin, kadiroyên herêmî hatin amadekirin. Bi boneya  roja cîhanî ya li dijî tundiya li ser jinê û roja cîhanî ya zarokan, me gelek çalakî li dar xistin. Her wiha civînên berfireh ji bo endamên kar û bar û ragihandinê yên li ser asta Herêma Cizîrê hatin lidarxistin û perwerdeyên taybet ji bo karê wan hatin vekirin. Weke din jî me  gelek pirsgirêkên jinan yên ku di kargehan û sendîkayan de kar dikirin çareserkirin. Di heman demê de me serdana 865 malbatên şehîdan û malbatên welatiyan kirin, her wiha  piştî nirxandina kar em ê, bernameyên xwe yên 6 mehên pêş deynin. Weke din jî em hazirtiya civîna xwe ya salê jî dikin. Êrîşên dewleta tirk astengî li pêşiya me çêkirin, civîn û serdanên me jî hemû sekinîn. Di heman demê de hin pirojeyên me hene weke xurtkina yekîtiyan di milê rêxistinê de. Ji ber ku di hin yekîtiyên me de cihê jinê vala maye û em dixwazin dagirin û em ê di dema pêş de giraniyê bidin milê perwerdeyê.  Ji  ber rola jinê û guhertina zihniyeta mêr, hêvî dikim ku hemû jin tevlî yekîtiyên me bibin û bikevin nav kar û xebatê û di nava civakê de xwe isbat bikin”