Tuesday, June 17, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kar û xebatên Desteya Jin Ya Herêma Cezîrê yên salekê

20/12/2023
in Uncategorized
A A
Kar û xebatên Desteya Jin Ya Herêma Cezîrê yên salekê
Share on FacebookShare on Twitter

 Deriya Çiya\Qamişlo

Desteya jin ya herêma Cizîrê di sala 2023’an de ji bo rêxistinkirin, parastin û pêşxistina jin û civakê gelek kar û xebat da meşandin. Cîgera Desteya Jin ya herêma Cizîrê Hiweyda Mihemed diyar kir ku wan di nava salekê de ji bo jin û civakê gelek xebatên giranbiha dane meşandin.

Rêveberiya jin yek ji desteyên Meclisa Rêveber e, di 21’ê Çileya 2014’an de bi raghandina Rêveberiya Xweseriya Demukratîk hate avakirin. Desteyeke  fermî ye ku têkildarî pirsgirêkên jinan ên civakî, aborî, çandê, siyasî û hiqûqî ye. Têgeha Neteweya Demukratîk di xebata xwe de esas digire û ji bo xurtkirina peransîba edaleta civakî û bidestxistina cihêkariyê dixebite, di berjewendiya jinê de erênî ye û têgehên paşverû yên ku pêşketina civakê asteng dikin ji holê radike da ku bighêje civakek demukratîk, zayendî, ekolojî û azad.  Li gorî vê yekê di hemû qadê têkildarî jinan de pilansaziyên pêşketina strajîk çêdike, mafên wan diparêze û di hemû Saziyên Rêveberiya Xweseriya Demuqratîk de destekê dide qanûnên ku jinan eleqdar dikin.

Derbarê kar û xebatên Desteya Jin ya herêma Cizîrê yên sala 2023’an, Cîgera Desteya Jin ya herêma Cizîrê Hiweyda Mihemed ji rojnameya me re axivî.

Kar û xebatên Desteya Jin

Hiweyda Mihemed derbarê kar û xebatên Desteya Jin de wiha axivî: “Kar û xebatên me bêhtirî xwe di avakirina civakek demukrat, exlaqî û wekhevî di navbera jin û mêr de ne. Herwiha ji bo geşkirina têkoşîn û berxwedana jinê ya li hember hemû cûreyên tundiyê yên ku li ser tên meşandin, kar dikin. Di heman demê de em hewil didin rola jinê di hundirê civak û saziyan de aktîvtir bikin, da ku jin di hundirê civakê de bibe pêşeng û xwediya hebûn û biriyarê, ji ber ku jin bingeh û hebûna vê civakê ye. Herweha karê me li ser 4 ofîsan tê dabeşkirin, bi giştî 145 jin di van navendan de kar dikin.”

Ofîsên Desteya Jin

-Ofîsa yekem; Ofîsa baldarî û parestinê, ku ji milê cîgerê desteyê ve tê meşandin. Mijarên wê wek avakirina bexçeyên zarokan, heya niha jî 17 bexçeyên zarokan ku ji temenê mehek heya 3 salane li seranserî herêma Cezîrê li Rimêlan, Çilaxa, Terbespiyê, Hesekê, Amûdê, Dirbêsiyê, Tiltemer û bi giraniya xwe gelek li Bajarê Qamişlo hatine vekirin. Arman ji vê jî alîkarî bi jinên karmend re ye. Dema dewam bexçeyê jî bi dema dewama dayikên wan re ye, di hundirê vê bexçê de hemû pêwîstiyên ku zarok hewcedarî wê ye tê pêkanîn û peydakirin. Li hember wê jî 7 navenda Ehlen ya Simsim li Çelaxa, Terbespî, Qamişlo, Amûdê û li Dirbêsiyê jî hatine avakirin. Ev navend ji zarokên ku temenê wan ji 3 salî heya 8 salî re ne. Bernameyên wê hem lîstokin û hem jî fêrkirin e, bernameya fêrkirinê jî di riya lîstokan re tê parvekirin.

Di heman demê de ji ber van rewşên şer yên ku heyî, gelek zarok bê xwedî û mal mane, navenek li bajarê Hesekê ji van zarokan re hatiye avakirin ku tê de hemû pêdiviyên wan pêk tînin. Herweha zarokên tebenî jî li cem me hene, ew malbatên ku zarokên wan nînin bi riya şert û mercên ku me danîne tên wan dibin. Li gor sala 2023’an de 8 zarok hatine tebenî kirin.

-Ofîsa duyem; ofîsa Parestine jinan ne, ev ofîs bi taybet jî ji bo jinên ku rastî şideta fîzîkî, derûnî, tendurestî û zayendî tên kirin hatiye avakirin. Bi têkiliya bi Asayişê wan dibin malê parestinê. Ev mal jî li ser sê qonaxan hatine avakirin.

Qonaxa destpêkê em wan dibin navendên Asayişê ev mal jî demkîne tenê 24 demjimêran dimînin, heger pirsgirêk çareser bû piştî wê demê vedigerin malê xwe, eger çareser nebû em wan dibin qonaxa didiwan, ku yek li Qamişlo û yek li Hesekê hatiye avakirin û dikarin lê bi mehan bimînin, eger ku pirsgêkê wan hîn dirêj kir û ne hat çareserkirin, derbasî qonaxa 3’yan dibin ku ev  mala dayem e, tê de bi salan dimînin. Ev mal li ser bernameyekê tê meşandin. Bernameya malê; Fêrkirina zimanê dayikê, pêşxistina jêhatiya wan wek dirûtin, çêkirina hin karên destan(quçkirin, xêzkirin) û pîşxistina bernameyên xwe yên hişyarkirinê.

Rêjeya jinên ku di sala 2023’an de hatin van malan 92 jin bûn. Ji wan 81 pirsgirêkên wan hatin e çareserkirin û vegeriyan malên xwe.

-Ofîsa Siyem; Ofîsa Amara ye, ji bo rêveberiya piskolojî ji jin û zarokan re ye. 4 navendên wê hene li Rimêlan, Qamişlo, Hesekê û li Tiltemirê. Ev istîşare jî hem di riya perwerdeyê û hem di riya celsatên yakane û komane re ne.

-Ofêsa çarem; Ofîsa pilankirinê, ev ofîs bêhtirî xwe bi pirojan ve girêdayî ye.

Wek din ofîsa malî, raghandin û arşîf hene.

Pirojeyên sala 2023’an

Pirojeya gilasên bilastêk li bajarê Terbespiyê, armanc jê ku jin tê de kar bikin.

Pirojeya vekirina navendekê ji nexweşiyên mêjî re, li bajarê Çilaxa.

Pirojeya çaksazkirina akadimiya Narîn Mûş.

Pirojeya vekirina navdan li gor pêdiviyan wek navenda Ehlen ya Simsim.

Pirojeyên ku nehatine pêkanîn

Pirojeya vekirina navendên berçavkirina zû ji bo penceşêra singê ji jinan re nehat pêkanîn, ew jî ji ber êrişên dagirkeriya Tirk ku di vê dema dawî de binesaziya herêmê hedef girt, ev piroje hat rawestandin.

Post Views: 118
ShareTweetPin

Herî Dawî

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin
ÇAND Û HUNER

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin

16/06/2025
Şehîd Sema Yûce bû çavkaniya hêz û îradeyê
JIN

Şehîd Sema Yûce bû çavkaniya hêz û îradeyê

16/06/2025
Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe
CIVAK Û JIYAN

Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe

16/06/2025
kovara Mizgîn-186
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-186

16/06/2025
7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.