Rojnameya Ronahî

    Komara Mihabat

 

Deriya Çiya/Qamişlo

Komara Mihabat di 22’ê Çileya 1946’an de, bi serpereştiya Qazî Mihemed hat damezrandin. Di 15’ê Çileya pêşîn sala 1946’an de ji hêla Rejîma Îranê ve hat hilweşandin.

Kurd ji ber berjewendiyên hêzên navneteweyî yên siyasî, bazirganî, aborî û leşkerî her dem dibûn qurabn. Bi çêbûna komarê Mehbadê re cara yekê bû ku di serê hereketeke siyasî de mirovekî rewşenbîr bûbû serokê kurdan. Navê wî Qazî Mihemed û ji malbata Qaziyên Mehabadê yên naskirî bû. Komara Mehabadê ya ku di zarokatiya xwe de hat kuştin, tenê salek kêmtir roniya rojê dît, ew komara ku heta niha jî di bîra Kurdên hemû cîhanê û bi taybetî yên Rojhilatê Îranê de maye. Jidayikbûna Komara Mehabadê di encama berfirehbûna têkoşîna gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê pêk hat.

 Damezrandina Komara Mehabad

Di Tebaxa 1941’an de artêşên hevpeymanan ketin Îranê. Îngilîziyan başûrê welat û hêzên Sovyetê jî bakurê welat dagir kirin. Di wê demê de artêşa Îranê li herêmên dagirkirî têk çû. Serokên kurdên girtî yan sirgunkirî paşê vegeriyan eşîrên xwe û piştî ku hêzên faris ji herêmê reviyan xwe bi çekên ku bi dest xistine ji nû ve çekdar kirin. Dadgeheke Iraqê biryar da ku yasaya petrol û gazê li Herêma Kurdistanê qedexe ye. Li bajaran rewşenbîran komên siyasî organîze kirin û dest bi banga serxwebûna siyasî û çandî ya Kurdan kirin. Encama van xebatan de hilbijartin di 22’ê Çileya 1946’an de pêk hatin û di wê rojê de bi hezaran kes li meydana dîrokî ya Mehabadê kom bûn û Qazî Mihemed bi van gotinan ji bo komarê daxuyanî da; “Ez bi xwedê sond dixwim, bi netewperestiya kurd û ala pîroz a Kurdistanê, ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî û heta nefesa xwe ya dawî ezê Komara Kurdistanê û serxwebûna wê biparêzim.”  Li pey wê jî jiyana kurdan a siyasî derbasî qonaxeke din bû. Beriya wê li dijî Îranê gelek serhildan ji hêla kurdan ve hatibûn çêkirin. Serhildana Kela Dim-Dim, Serhildana Şêx Ubeydulahê Nehrî, Serhildana Simkoyê Şikak û Serhildana Qedemxêra Lek ku tev jî bi armanca bidestxistina mafên siyasî bûn. Lê tevahiya serhildanan bibin ketin.

Malbata Qazî Mihemed

Malbata Qazî Mihemed ew malbatek şêx, qazî û rewşenbîr bûn, di nava gelê herêmê de xwedî cih û hurmeteke bilind bûn. Li ba wan meşa di riya parastina welat da ji ferzekî olî jî pîroztir bû. Qazî Mihemed di malbateke kurdperwer a Mehabadê, sala 1893’an de ji dayîk bû. Bavê wî di sala 1920’an de di serhildana Simkoyê Şikakê de li dijî hikûmeta Îranê hat kuştin û birayê wî Sedr Qazî jî endamê parlamentoya Îranê bû. Piştî mirina bavê xwe, di sala 1930’an de li Mehabadê wek dadger hat destnîşankirin. Bapîrê Qazî Mihemed Şêx Elmeşayêx di sala 1930’an de, rûniştineka ku li gundekî bi navê Erbato yê girêdayî Dîwanderê pêk anî, gelek serokê eşîrên kurdan li dora hev civandin. Armanc ji vê komcivînê jî pêkanîna “Eniyeke yekgirtî” li dijî îngilîz û ji bo azadiya Kurdistanê bû. Herwiha Mamê Pêşewa Qazî Fetah di sala 1916’an de, di şerê li dijî leşkerê Rûsyayê hate kuştin ku li pey kuştina wî rûsa bajarê Mehabadê dagir kirin. Qazî Elî yê bavê Pêşewa mirovekî zaniyar û birayê wî jî Seyfulquzat rewşenbîrekî mezin bû. Helbestên wî di geşkirina hisên milî û ramanên rewşenbîrî yên Qazî Mihemed de xwedî rolekekî  mezin bû. Sala 1920’an de wî karî rêxistineke neteweyî ya bi navê “Bizava Mihemedî” pêk bîne ku bi şoreşgerên herêmên din yên Îranê re di peywendiyê de bû.

Raghandina Komara Mehabadê

Di 23’ê Çileya sala 1946’an de, di şahiyek mezin û li ber girseya kurdan û gelek serokên eşîr û melayan, dadwer Mihemed li meydana (Cîwar) li Mehabadê di damezrandina Komara Kurdî ya Mehabadê de, cara yekem ala Kurdistanê hat bilindkirin û nûnerên hemû mezheb û eşîran dadwer Mihemed ji bo Serokatiya Komara Mehabadê hilbijartin.

Dadwer Mihemed li navenda bajarê Mehabadê gotareke giştî pêşkêş kir û têde dîroka gelê xwe yê Kurd nirxand û tekez kir ku gelê wî mafê çarenivîsa wan heye. Di dawiya axaftina xwe de banga yekgirtina refên Kurdan û îstîsmarkirina vê derfeta dîrokî ji bo bidestxistina dewleta Kurdî û daxwaza serxwebûn û azadiyê kir. Piştî wê, desteya wezîran tê avakirin û wiha bû

-Hacî Baba Şêx, Serokwezîr

-Mihemed Huseyîn Seyf El-Qadî, Wezîrê Şerê “Berevaniyê”

-Mohamed Emîn Maini, Wezîrê Navxweyî

-Ehmed Elahî, Wezîrê Aborî

-Wezîrê Post û Telegrafê Kerîm Ehmediyan

-Wezîrê Dewlet Hacî Ebdulrehman Baxî Zade

-Wezîrê Perwerdeyê Menaf Kerîmî

-Wezîrê Ragihandin û Ragihandinê Sidîq Heyderî

-Wezîrê Karê Xelîl Xosrewî

-Wezîrê Bazirganiyê Hacî Mistefa Daûdî

-Mehmûd Valîzade, Wezîrê Çandiniyê

-Îsmaîl Elîfanî Zade, wezîrê rê

-Wezîrê Tenduristiyê Seyîd Mihemed Eyûbiyan

-Wezîrê Edaletê Mela Huseyîn Magdî

Destkeftiyên komarê

Di çend mehan ji temenê komara Mehabadê  de gelek kovar û rojnameyên wekî; Kurdistan, Helale, Girûgalî Minalan û dîwana helbestên weke Wefayî jî hatin çapkirin û belavkirin.

Girîngtrîn destkeftiyên komara Mehbadê  ew bû ku li pey têkçûna serhildana Simkoyê Şikak kurdan xebata xwe ya siyasî derbasî pêvajoyeke nû kirin. Yanî di nava dilê sîstmeke seltenetî de komarek wiha hatibû damezirandin. Hisên neteweyî ji nû ve bişkivîn û hêviyên mezin hatin afirandin. Di warê ragihandin û rojnamegeriyê ta serdema komara Kurdistanê geştirîn çax tê hesibandin ku pêre helbestvanên neteweyî wekî; Hêmin, Hejar, Heqîqî û nivîskarên wekî Qizilcî û Zebîhî û hunermendên mîna Mihemed Mamlê di civaka kurdan de ruhekî nû dan vê qada jiyana kurdan. Di qada siyasî de jî êdî li Îranê pirsgirêka Kurdî bû faktorek dîrokî ku heya roja îro jî nehatiye çareser kirin. Pisrgirêka ku îro mixabin “komara wehşet û cehaletê“ dixwaze bi îdama ciwanên kurd rê li ber wan bigire.

Jin û xizmeta jî ji bo jinê li ba serokkomarê Mehabadê ferzekî olî, neteweyî û exlaqî bû. Ji mala xwe destpêkir û ew razî kirin ku bibe seroka yekîtiya jinên Kurdistanê. Komar xwedî manêfestoyeke Kurdistanî bû. Kurdên Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê li Mehabadê hatibûn ba hev û li dora Pêşewa Qazî kom bûbûn.

hilweşîna komara Mehabadê

Paştî şikestina komarê û îdama Pêşewa Qazî Mihemed rewşa Kurdistanê mîna goristaneke tarî ket nava bêdengiyek xemgîn de. Ji sala 1948’an de çend xwendevanên rêbaza Qazî hêdî hêdî dest bi karê rêxistinî kirin. Kesên mîna Rehîm Sultaniyan, Ezîz Yusifî, Qasimlo, Xenî Bilûriyan, Kerîm Ovêysî û Ebdulah Êşaqî ji sala 1948’an de û pêde di bin çavdêriya hizba Tudeh da careke din liv û lebateke nû dan KDP, lê wan nedikarî bê hizba TUDEG bi serê xwe her karekî bikin. Salên piştre ew bi yekcarî ji hizba Tudeha Îranê dûr ketin. Di dawiyê de tenê bi hesreteke mezin dikarim vê bêjim ku mîratgirên riya Pêşewa Qazî îro ne tenê 180’ê derece ji doza wî ya bi şan û şeref dûr ketine, belkî di nava xwe de bû ne çend parçe û ji hêla partiyên başûrê Kurdistanê ve di jiyana kempnişîniyê de hatine fetisandin. Hemû hîvî niha bi ciwanên pêşerojê ye ku hem hêzeke ciwan in û hem jî bi rêbaz û manîfestoya xwe ya siyasî nêzî rêbaza Pêşewa Qazî Mihemedê dib