Rojnameya Ronahî

‘Girtina rojnamevanan, dîlgirtina dengê civakê ye’

Reşo Mihemed/Qamişlo

Rojnamevanê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kirin ku revandina rojnamevanan dîlgirtina Rojnamevanan e. Herwiha siyaseta PDK û AKP’ê hertim rojnamevanan hedef digre. Rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê anîn ziman ku hemû hewildanên ji bo azadiya Silêman Ehmed bêbersiv mane

Ev bû 56 roj  ku edîtorê Rojnwesê, Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin. Silêman ji Efrînê ye û piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve diçe Başûrê Kurdistanê û li Silêmaniyê di nava xebatên ajansa Rojnwes de karê rojnamegeriyê dike. Di roja 25’ê Cotmehê de û dema Silêman Ehmed xwest di heman riya tê re derbasî Rojava bû vegere ser kar xwe, lê piştî wê agahiya malbat û hevalên wî jê qut dibe.

Ev çend sal in bi rengekî fermî li Başûrê Kurdistanê dimîne û xebata xwe didomîne.  Dema ku xwest ji bo serdana malbatê di deriyê Sêmalka  re derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe û pitşî ku serdana xwe bi dawî kir û xwest careke din vegere Başûrê Kurdistanê û  piştî çend rojan hate zanîn ku  ew ji aliyê desthiladariya Hewlêr ve hatiye girtin.

PDK’ê bi hinceta  ku Silêman Ehmed li diijî nirxên kurdayetiyê kar dike, hate revandin.

Girêdayî revandina Silêman Ehmed û siyaseta PDK’ê ya li dijî rojnamevanan jî Endama Desteya Yekîtiya Raghandina Azad (YRA) Evîn Ibrahîm û edîtorê ANHA’ê Gîvara Şêx Nûr ji rojnameya me re axivîn.

‘Xeterî li ser jiyana rojnamevanên Başûr heye’

Evîn Ibrahîm diyar kir ku siyaseta PDK’ê xeteriyê li ser jiyana rojnamevanên Başûrê Kurdistanê çêdike, herwiha nimûneyên weke Silêman Ehmed pir in û wiha domand: “ Ev bûye nêzî 2 mehan ku rojnamevan û edîtorê Rojnwesê ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin. Bêguman ev yek siyaseta PDK’ê li hember rojnamevanan û kurdên Başûrê Kurdistanê dide destnîşankirin. Ev ne cara yekê ye ku PDK’ê rojnamevanan digre, lê belê nimûneyên weke Silêman Ehmed pir in, weke Şêrwan Şêrwanî, Kawa Germiyanî û hwd… Herwiha bi awayekî rojane, rojnamevanên Başûr rastî binpêkirinê tên û di roja îro de siyasta PDK’ê xeteriyê li ser jiyana wan çêdike û nema dikarin bi azadî xebata rojnamegeriya azad bikin. Ev zêdeyî çend salane ku rojnamevan Silêman Ehmed karê rojnemegeriyê dike. Wî li Başûrê Kurdistanê dengê gelê kurd dighand tevahiya cîhanê. Lê îro çarenûsa rojnamevan Silêman Ehmed ne diyar e û metirsî li ser jiyana wî heye. ”

Ji bo helwesta YRA’yê û rojnamevanan ‘PDK’ê bêdeng e’

Endama Desteya Yekîtiya Raghandina Azad, Evîn Ibrahîm anî ser ziman ku YRA’yê, herwiha rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwest û şermezarkirina xwe ji bo azadkirina Silêman Ehmed gihandin sendîqaya rojnamegeriyên ya Başûr, lê ji bo vê yekê PDK’ê bê deng e û wiha axivî: “Em weke Yekîtiya Raghandina Azad û tevahiha rojnamevanên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê revandina Silêman Ehmed şermezar dikin. Me ji bo azadkirina edîtorê Rojnwesê gelek çalakî û daxuyanî li dar xistin. Ji bo heman mijarê jî,  me têkilî bi sendîkayên rojnemevaniyê yên Hewlêr û Dihokê re kir.  Di heman demê de me weke Yekîtiya Raghandina Azad, ji bo azadkirina Silêman Ehmed, hwldan li ser asta navdewletî jî kirin. Lê van sandîkayan bersiva me neda. Bêdengiya van sendîkayan siyaseta PDK’ê û desthilatdariya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya di derbarê rojnamevanan de dide nîşandan. PDK’ê bi siyaseta xwe ya li dijî rojnamevanan derqanûnî tevdigere û ev kiryarên wiha nakevin xizmeta gelê kurd û hevrêziya kurdî. ”

‘PDK û AKP’ê hertim rojnamevanan hedef digrin’

Edîtorê beşa Rojhilata Navîn ya Ajansa Hewarê(ANHA), Gîvara Şêx Nûr da zanîn ku PDK û AKP’ê bi awayekî  tundar binpêkirine di derheqê rojnamevanan de pêk tîne û wiha got: “ Kesên rojnamevan li gorî pîvanên exlaqî kar dikin û dibin dengê civaka xwe, girtin û binpêkirna her rojmamevanekî dîlgirtina dengê civaka wî ye. Siyaseta PDK’ê ya di girtina rojnamevanên Başûrê Kurdistanê de berdewam e. Girtina Silêman Ehmed nimûneya siyaseta PDK’ê ya di derheqê rojnamevanan tevan de, dide xuyakirin. Dewleta Tirk a dagirker û hikumeta AKP’ê jî heman siyasetê li ser rojnamevanên Bakurê Kurdistanê, herwiha Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dimeşîne. Dagirkeriya Tirk ne tenê rojnamevanan digre, lê belê rojnamevanên me bi sedema êrîşên dagirkeriya Tirk şehîd dikevin. Weke şehîd Îsam Ebdela ku yek ji nûçegihanê ANH’ê bû û sala bûrî di êrîşeke dagirkeriya Tirkiyê de şehîdket. Gelek kiriyarên din  di derheqê rojnamevanan de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û PDK‘ê ve tên kirin. Hertim jî bi destên wan rojnamevan tên hedevgirtin. Ev tê wateya ku siyseta ku dagirkeriya tirk û PDK’ê li dijî  rojnamevanan heman siyasete. ”