Rojnameya Ronahî

Di Şerê Cîhanê yê III. Çarenûsa dagirkeriya Tirk

Volqan Elî

 Tesbîta ‘Şerê Cîhanê yê 3.’ ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin. Demeke pir dirêj (ji şerê Kendavê yê 1990’an ve) e ku ev şer bi awayekî sergirtî tê meşandin. Lê niha wisa bûye ku êdî nabe, wekî berê nayê meşandin. Dema mirov bala xwe didê; êdî ti hêz nikare ji derveyê vê bimîne. Di dema borî de hin hêzan ji xwe re wekîl diyar dikirin û şerê xwe wisa dimeşandin. Niha ev, qediyaye. Rûpoşên li ber rûyên wan ketine xwarê. Her kes bi şerê xwe û bi şûrê xwe daketiya meydana şer. Di serî de gelê Kurd, gelên pêşverû yên herêmê jî di navê de, em bi xêra Rêber Apo bi amadekarî û stratejiyeke mezin ketine vê qonaxê.

Mînak, Şoreşa Rojava yek ji berhemên vê yên hêja ye. Şoreşa Rojava bûye ku hişmendî û pratîkeke faşîzane ya wekî DAIŞ’ê heta bi niha hatiye sekinandin. Dîsa ji ber xemsariya hêzên nav-dewletî ne diyar e çi li bermahiyên DAIŞ’ê were (kampa holê, bi hezaran girtiyên din ên DAIŞ’ê). Di heman demê de ji ber vê tesbîtê bûye ku gerîla bi amadekarî û veguherîneke mezin, li Qadên Parastinê yên Medyayê, li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî li dijî çekên kîmyawî û taktîk atomî şer dike, Kurdistanê û rûmeta hemû mirovahiyê diparêze.

Bi qonaxa ku em di 7’ê Cotmehê de ketinê, bi taybetî jî, bi êrîşa Hamasê li dijî Îsraîlê em dikarin bêjin em ketine qonaxeke nû ya vî şerê cîhanê. Armanca vî şerî ew e ku di serî de herêm, hemû cîhanê ji nû ve dîzayn bike. Her ku diçe ev şer ê aliyên xwe zelal bike.  Em dikarin bêjin amadekariya vê qonaxê di civînên serê vê salê de hatine lidarxistin (civîna NATO, civîna Bîst Dewletên Pêşketî) de hatiye kirin. bi kurtasî Îsraîl li Rojhilata Navîn wekî hêzeke hegemonîk ê pergala cîhanî ya kapîtalîst (1948) hatiye çêkirin. Ji ber vê yekê aşkere diyar e, ji bo ewlekariya Îsraîlê her alîkariyê bidinê. Jixwe di serî de DYE’ê, dewletên wekî Almanya Fransa û Îngîltereyê hem sengerên xwe bi hêz kirin û hem jî gavên nû avêtin.

Ev şerê dawî wê nebe şerekî bi kontrol, şerê bi wekîlan dimeşe. Hêzên ku hesabê hakimiyeta li ser cîhanê dikin wekî di şerê cîhanê yê I. de bûyî wê li Rojhilata Navîn vî şerê xwe bikin.  Di helwesta dewletên wekî Rûsya û Çînê de ev tê dîtin. Dema em vê dibêjin, hewce dike em vê li ser zêde bikin ku rewş pir nazik e. Piştî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê, hewldanên aloziyên herêmî kêmkirin jixwe re dikirin hedef wê bi îhtimaleke mezin bisekinin. Dîsa ji êrîşên li ser Xezayê tê fêmkirin ku Îsraîl siyaseteke êrîşkar wê bişopîne. Li ser vê bingehê; dibe ku şerê bi Îran û gelên herêmê re kûrtir bibe. Ji ber vê yekê wê hemû hêz neçar bimînin ku têkilî û tfaqên xwe di ber çavan re derbas bikin.

Niha şerê li Kurdistanê tê meşandin parçeyek ji têkoşîna hegemonya avakirina li Rojhilata Navîn e; her wisa jî li ser demeke zêde dirêj belav bûyîbû (1984-2023). Bi van pêşketinên nû re wê li Kurdistanê jî rojeveke nû çêbibe, têkiliyên nû bi pêş bikevin. Dîsa hêzên wekî Tirkên dagirker jî wê bixwazin vî şerî ji bo ku êrîşên xwe yên qirker bidomînin bi kar bînin. Li beramberê vê yekane riya gelê Kurd û gelên Ereb, Ermen û hwd., di çarçoveya Neteweya Demokratîk de Şerê Gel ê Şoreşgerî ku xwe dispêre parastina cewherî bimeşîne.

Di vê qonaxa ku Şerê Cîhanê yê III. Ketiyê de rewşa netew-dewlata Tirk hatiye guherîn. Dewleta dagirker ji avabûna xwe heta bi vê rojê, ji bo ku xwe bi buhayekî giran bifiroşe, rewşa xwe ya jeo stratejîk-jeo polîtîk timî xistiye rojevê. Ji vê qonaxê, ji rewşa dawî tê fêmkirin ku ev hatiye derbaskirin. Di lutkeyên Nato û 20 Dewletên Pêşketî de rêyên nû yên enerjiyê hatibûn diyarkirin. Dema ku komara dagirker ji vê lîstokê hatiye vederkirin, gotiye “ez ê vê lîstokê hilweşînim”. Ji ber vê yekê dagirkeriya ku bi destekî xwe DAIŞ’ê, bi destê xwe yê din jî Hamasê li nav çavê cîhanê dixe (bi taybetî ev rol dane Tayip Erdogan) wisa diyar dibe ku di şerê Îsraîl-Hamasê de bi temamî bandora xwe wenda kiriye. Ji avabûna xwe heta bi niha Komara Tirk a dagirker, pişta xwe bi wê nêzîkatiya ku ‘Nato û cîhana Rojava nikare ji min dev berde, neçarî min e’ germ kiribû. Lê niha ev rewş ketiye xetereyê. Hê jî devberdanake wisa zehmet xuya bike jî, ne ku rewşeke wisa ti caran pêk nayê. Timî nêrîna giştî ew bûye ku cîhana Rojavayî dikare ji AKP devberde lê ne ji Tirkiye. Guherînên konjukturel û asta teknolojîk ku DYE’ê ji xwe re sengerên nû çêkiriye, nîşan dide ku dikare ne tenê ji AKP’yê ji Tirkiyeyê jî dev berde. Çawa ku dewletên wekî Sûriye, Îran û Rûsya di çarçoveya destwerdanê de bin, îhtîmaleke mezin heye Tirkiye jî bikeve vê çarçoveyê.

Di encam de pêşketin ber bi kuderê ve bimeşin jî, modernîteya kapîtalîst bi hemû aliyên xwe ve di nav rewşeke krîz û aloziyeke xetimî de ye. Dema ku em karibin di rêya ronî ya ku Rêber Apo nîşanî me daye de bimeşin, hemû gel û baweriyan li herêmê bigihîn hevdû, modernîteya demokratîk bixin rojava gelên Rojhilata Navîn û hemû gelên cîhanê; wê ev serdem li ser bingeha azadiya gelê Kurd û gelên herêmê bibe serdema azadiya hemû mirovahiyê.